Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Bi hinceta ‘voltaavêtinê’ cezayê dîsîplînê li Ocalan hatiye birin!

Derket holê ku di îlona 2018'an de bi hinceta ‘voltaavêtinê’ cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Qedexeya ji bo hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrhema 2011’an ve bi hincetên wekî ‘rewşa hewayê’ yan jî ‘koster xerabe ye’ dest pê kir û ev yek di navbera 2013-2015’an de, di dema hevdîtinên bin navê ‘çareseriyê’ de bi Heyeta Îmraliyê hatin kirin jî dewam kirin. Piştî vê pêvajoyê serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin û di çarçoveya Rewşa Awarte de ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de hat îlankirin, 4 caran, her carê 6 meh, hevdîtin hatin qedexekirin.

Paşê bi biryara Dadgeha Înfazê ya 1’ê ya Bûrsayê, di 13’ê Adara 2019’an de di çaroveya ‘Astengiyên Der barê Tevdîrên Înfazê yên Ceza û Ewlehiyê de’ li Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 6 meh cezayê hevdîtinê yê bi parêzeran re hat birîn.

Sûcê dîsîplînê!

Di 20’ê Adara 2019’an de, di dema çalakiya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê di 8’ê Mijdara 2018’an de dabû destpêkirin, Dadgeriya Cezayê Giran a 1’ê ya Bûrsayê ji bo serlêdana parêzeran ya derbarê qedexeya hevdîtînê de biryar da. Dadgeriyê biryar da ku qedexeya bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ hatiye danîn, bê rakirin. Piştî vê, parêzeran di 2 û 22’yê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtin pêk anîn. Lê serlêdanên parêzeran ên piştî vê hevdîtina dawî hemû ya hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin.

Nexşerê

Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta ‘Nexşerê’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî pêveka parastina xwe ya di 2009’an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, di 23’yê Îlona 2020’î de 6 mehan cezayê hevdîtinê biriye. Ev ceza, di 23’yê Adara 2021’ê de temam bû lê belê astengkirina hevdîtinan dewam kir. Piştî vî cezayê dîsîplînê, vê carê derket holê ku di meha çileyê de 3 meh cezayê dîsîplînê li Ocalan hatiye birîn. Lê belê ev ceza teblîxî parêzerên Ocalan nehat kirin.

Di 7 salan de 5 hevdîtinên bi malbatê re

Her wiha ji xeynî astengkirina hevdîtina bi parêzeran, a bi malbatê û wasî re jî tên astengkirin. Piştî 5’ê Nîsana 2015’an hevdîtina bi malbatê re jî hat astengkirin. Lê piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê şik û gumanên di vî warî de zêde bûn û ji ber vê 50 siyasetmedarên kurd di 5’ê Îlona 2016’an de bi daxwaza ku hevdîtin bi Ocalan re bê çêkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di 11’ê Îlona 2016’an de, di dema grevê de Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêkir. Lê serlêdanên malbatê û wasî yên piştî vê hevdîtinê yan bê bersiv hatin hiştin an jî hatin redkirin.

Di 12’ê Çileya 2019’an de Mehmet Ocalan hevdîtin bi birayê xwe re kir. Piştî vê di 27’ê Sibata 2020’î de li Girava Îmraliyê şewatek çêbû û ev şewat jî bû cihê fikaran. Ji ber vê Mehmet Ocalan di 3’yê Adara 2020’î de carek din hevdîtin bi Ocalan re kir. Ji ber şewba Covîd-19’ê fikarên raya giştî zêde bûn û piştî van fikaran Ocalan cara ewil bi telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir. Ocalan, di 27’ê Nîsana 2020’î de bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir. Piştî di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kir, Ocalan di 25’ê Adarê de cardin bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir. Mehmet Ocalan, ragihand ku ev hevdîtin tenê 4 deqe û nîvan dewam kiriye û di nîvî de hatiye qutkirin.

Cezayê volta avêtinê!

Qedexeyên ku bi hincetên wekî ‘rewşa hewayê’ û ‘keştî xerabe ye’ dest pê kirin, paşê di çarçoveya Rewşa Awarte de bi hincetên wekî ‘cezayê dîsîplînê’ dewam kirin.

Derket holê ku di 6’ê Îlona 2018’an de bi hinceta ku Ocalan di dema ‘sporê’ de ‘volta avêtiye’ 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê re lê hatiye birîn. Her wiha di 14’ê Îlonê de heman ceza ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê jî hatiye birîn.

Ocalan îtîraz kir

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji ber vî cezayî serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê daye û îtiraz kiriye. Ocalan, di îtiraza xwe de diyar kiriye ku volta tekane tevgera herî standart a girtîgehan e û ev mafê wî hatiye astengkirin û divê ev şaşî bê rastkirin.

Ev cezayê dîsîplînê, di rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya der barê serdanên wê yên 6-17’ê Gulana 2019’an de jî cih girtiye. CPT’î di vê rapora xwe ya ku di 6’ê Tebaxa 2020’î de weşand, diyar kir ku hincetên ji bo astengkirina serdanên malbatan hatine nîşandan, hincetine xapînok in û divê ji bo hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re pergaleke berdewamiyî bê çêkirin.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar