Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Erkdarkirina melayan a li bakurê Kurdistanê!

Di demê dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê ji pêwîstiyê zêdetir mele û xwendekarên qursên Qûranê tên erdkarkirin

Li Wan û Colemêrgê piştî bi destê qeyûman şaredariyên HDP’ê hatin dagirkirin û şûnde, di serî de karê diyanete, xebatên cemaetan zêdetir bûn. Hema bêje li serê her kolan, tax û gundî navendên perwergehiya gel, bi sedan qursên Qûranê yên bi destê cemaet û komeleyên girêdayî Diyanetê û Midûriyeta Emniyetê ya Mîllî hatine vekirin.

Li bajarên mîna Wan, Riha, Amed û Erziromê di sala 2020’ê de bûn bajarên herî zêde mele lê ne. Li Wanê ya nifûsa wê Milyonek û 200 hezar kesî, hezar û 422 mizgeft, li Colemêrg a nifûsa wê 280 hezar kesî, 487 mizgeft. Li Wan û Colemêrgê hema bêje serê her kolan, rê mizgeftek, li mizgeftan ji yekê zêdetir mele, mûezîn û xwendekarên qursa Qûranê hene. Erkdarkirina mele, mûezîn û qursên Qûranê yên ji Behra Reş û Anatoliya Navîn balê dikişîne.

Mele, mûezîn û xwendekarên qursên Qûranê yên li mizgeftan tên erkdarkirin, beşeke mizgeftan vegerandine refan û zarokan li ser ol perwerde dikin. Ev erkdar, mal bi mal digerin, malbatan qane dikin ku zarokan wisa kom dikin.

Desthilata AKP-MHP’ê li Colemêrgê dibistanên amadehiyên îmam-hatîp, komele û qursên Qûranê vekir. Îro li navenda Colemêrgê li gel 7 amadehiyên îmam-hatîp, gelek dibistanên navîn ên îmam-hatîp, li Gever, Şemzînan û Robarûkê jî 6 dibistanên amadeyî yên îmam-hatîp hene. Li navenda Wanê û navçeyên wê bi giştî 37 dibistanên amadeyî yên îmam-hatîp hene. Mîna ku li Colemêrgê, li Wanê jî bi sedan qurs û dibsitanên diyanet, cemaet û weqfan hene.

Li gundekê 4 mele

Mîna ku li Colemêrg û Wanê li navçe û gundan jî erkdarkirina melayan bal dikişîne. Li gundê Tingî ya navçeya Şax a Wanê li mizgeftekê 4 mele hatine erkdarkirin. Li gundên din jî heman rewş heye.

Xebatên ji bo jinan

Li taxan li gel vekirina bi dehan qursên Qûranê, di bin navê qursên Nirxên Olî de qurs tê vekirin, xîtabî jinan dikin. Li Navendên Desteka Malbat a li taxan di bin sêwana Perwerdehiya Mîlî û Perwerdehiya Gel hatine vekirin de, ji aliyê xwendekarên îmam-hatîp û xwendekarên hostayên perwerdehiya gel, qurs tên dayîn. Bi heman rengî daîreyên vala tên kirêkirin, qurs tê dayîna bi dehan jinan. COLEMERG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar