Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir: Êdî bêdeng nemînin

KNK’ê bang li civaka navneteweyî, welatên cîhanê û raya giştî kir da ku dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve rawestin û bêdengiyê bişikînin. KNK’ê ji welatên cîhanê xwest biçin herêmê û bi çavên xwe bikaranîna çekên kîmyewî bibînin

Dewleta tirk a dagirker ji ber ku nikare xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê rabigire, çekên kîmyewî bikar tîne. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve, li bajarê Hewlêrê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Di daxuyaniya ji aliyê endamê KNK’ê Şukrula Hemedemîn ve hat xwendin de, ev bang hat kirin:

“Dewleta Tirk a dagirker şerek giran dijî gelê me dike û divî şerî de jî hemû pîvanên exlaqî, yasayî derbaskiriye. Êdî gihiştiye wê astê çekên kîmyewî bikar tîne, dixwaze bi vê yekê gelê me bêdeng bike. Dewleta tirk a dagirker, li bakurê Kurdistanê jî mafên gelê me binpê dike, rojane êrîşî rojava û başûrê Kurdistanê dike. Armanca dewleta tirk a ji van êrîşan, ji holê rakirina destkeftiyên gelê me û dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê ye.

Ev 6 meh in dewleta tirk a dagirker êrîşek berfireh li ser Avaşîn, Metîna û Zapê daye destpêkirin. Heya niha ji ber berxwedana gerîlayên azadiyê, nekariye serkeftinê bidest bixe.

Dewleta tirk a dagirker ji bo bigihêje armanca xwe û şikestina xwe ya hemberî gerîla veşêre, heya niha gelek caran çekên kîmyewî û qedexekirî dijî gerîla bikar aniye. Ne tenê gerîla, welatiyên sivîl jî bûne qurbanê van çekên kîmyewî.

Ya ku heya niha hêz daye dewleta tirk a dagirker ku sal bi sal komkujiyan bi ser gelê kurd de tîne, bêdengiya civaka navneteweyî û raya giştî ye. Eger rê li siyaseta şerxwaz a Erdogan neyê girtin, dê heman karesatên di dema rejîma Baasê de pêk dihatin, dubare bibin û çarenûsa gelê me bikeve bin metirsiyek mezin. Em bang li raya giştî û civaka navneteweyî dikin, bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Ewropa, Çîn, Rûsya, welatên ereb dikin; êdî di oxira berjewendiyên aborî de, dijî van sûcên dijî mirovahiyê çavê xwe negirin. Sînorek ji siyaseta şerxwaz a dewleta tirk a dagirker re danîn.

Bila tîmek taybet biçe herêmê û bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike. Bila bi çavên xwe bibînin ka çawa dewleta yirk çekên qedexekirî bikar tîne. Di heman demê de zextê li Erdogan bikin, neçar bikin da ku dawî li vî şerî bîne û ji bo çareseriyek aştiyane gav biavêje.

Em bang li dewleta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin, êdî rê nedin dewleta dagirker bi vî awayî serweriya xaka Iraqê binpê bike, xaka Iraqê dagir bike, welatiyan bide koçkirin û xwezayê bişewitîne.

Em bang li hemû hizb, aliyên siyasî, rêxistinên navneteweyî, mamostayên olî, rewşenbîr, azadîxwaz û hemû welatiyan dikin, bi erkê xwe yê neteweyî û mirovî rabin, dijî êrîşên dewleta tirk û Erdogan rawestin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar