Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PDK ji bo veşartina bikaranîna çekên kîmyewî nexweşxaneyek taybet vekiriye!

Aktîvîstê siyasî Nebez Xalid têkildarî bikarîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta tirk ve axivî û aşkera kir ku PDK ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor bûne ji medyayê veşêre, nexweşxaneyek taybet vekiriye

Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya şerê 6 mehan ên li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê artêşa tirk a dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîla rabigire, 323 caran bi çekên kîmyewî êrîş kiriye.

Di 20’ê cotmehê de ji Kurdistan û Iraqê 153 rewşenbîr, nivîskar, parlamenter, rojnameger û hîndekaran bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî yên dewleta tirk li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi lêpirsînê bikin.

Aktîvîstê Siyasî Nebez Xalîd ku yek ji wan kesan bû name îmze kirî, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji Ajansa Rojnewsê re axivî û wiha got: “Di nava 6 mehên borî de zêdetirî 300 caran çekên kîmyawî hatiye bikaranîn. Ji ber heta niha zêdetirî 400 welatên sivîl ên wan herêman rakirine nexweşxaneyê. Ev jî encama şikestina dewleta tirk a li herêmê ye. Lewma serî li bikaranîna çekên kîmyawî û qedexekirî dide. Ji bo bikaribe bi ser bikeve çekên kîmyewî bi kar tîne lê heta niha jî serneketiye.”

Nebez Xalîd bal kişand ser nameya ku pêşkêşî NY û OPCW’ê kirine û wiha domand: “Em dixwazin ji wan rêxistinan re bêjin ku ev rastiyeke. Biqasî ku me kariye me belge xistine ber destê wan, ji bo ku komîsyonek taybet bişînin herêmên şer. Nîşan bidin ka çi rû dide ku li ser asta cîhanê karek neyasayî ye.”

Nexweşxaneyeke taybet

Xalîd diyar kir ku PDK ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor bûne nexweşxaneyek taybet vekiriye û ev tişt anî ziman: “PDK ji bo welatiyên ku jê bandor bûne nexweşxaneyek taybet vekiriye, ji wan re gotine cureyek nû yê koronayê ye. Ji bo ku ji medyayê veşêrin wiha dike. Lê agahiya xelkê ji rewşê heye. Eger komîsyonek were avakirin, divê biçe vê nexweşxaneyê ku bi sedan kesên jê bandor bûne hene.”

Her wiha aktîvîstê siyasî Nebez Xalîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk çekên kîmyawî bi kar tîne. Niha li ser vê mijarê zext berfireh dibin. Heta ku komîsyon diçe herêmê lêkolîn dike û encamê aşkera dike dê zextên me berdewam bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar