Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Banga zêdekirina xebatên ji bo nasandina ‘statuya Rojava’

Çalakvanên herêma Raperîn têkildarî biryara Parlamentoya Katalonyayê ya naskirina statuya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêfxweşiyên xwe anîn ziman û gotin ku ji bo xwerêveberiya Rojava cîhanê were naskirin divê kurd her derê têbikoşin

20’ê Cotmehê 111 parlamenterên Parlamentoya Katalonyayê bi awayeke fermî Statûya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. Biryara Parlamentoya Katalonyayê ji aliyê kurdan ve û bi taybet jî li başûrê Kurdistanê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Çalakvan Silêman Wertî yê ji navçeya Ranya ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê kêfxweşiya xwe ya ji biryarê anî ziman û ji kurdên derveyî welat xwest ku xebatên ji bo nasandina statûya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bikin, da ku ji aliyê welatên din ve jî bi awayeke fermî were qebûlkirin.

Wertî biryara Katalonyayê weke biryareke werçerxane ya mezin bi nav kir û wiha got: “Ez bawer dikim ku wê Yekitiya Ewropayê û welatên din jî xwerêveberiya demokratîk nas bikin. Ji ber xwerêveberiya demokratîk a Rojava, di aliyê siyasî, leşkerî, demokrasî, îdarî ve gelek gavên mezin avêtiye.”

Wertî da zanîn ku diviyabû Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî bi rêyên dîplomatîk, xebat ji bo nasandina xwerêveberiya rojavayê Kurdistanê meşandiba.

Ji bo nasandinê xebat divê

Li gorî çalakvan Elî Dînke jî naskirina statûya rojavayê Kurdistanê dê êrîş û tehdîtên li ser Rojava ber alî bike û wiha axivî: “Rojava xwedî gelek ezmûnane. Ew di mijara demokrasî û bihevre jiyankirina gelan de serkeftîbûn. Ji ber vê divê were naskirin.”

Dînke ji bo naskirina statûya xwerêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî kurdan xwest pêngavek li her derê bidin destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Divê gelê kurd li çar parçeyên Kurdsistanê û derveyî welat dakevin kolanan û ji bo statûya Rojava were naskirin xwepêşandan bikin. Pêwîst e kurd vê ya weke erkeke nîştîmanî û exlaqî bizanin. Her wiha divê li welat û derveyî welat qenalên dîplomatîk ji bo naskirina satûya Rojava bikar bînin.” RAPERÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar