Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Jinên Şengalê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin

Gelê Şengalê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin meşek lidarxist. Meş, ji Sîtereya Şehîd Gênco a li ser rêya Sinûnê destpê kir û heya Bexçeyê Serokatî ku dikeve Geliyê Kersê dewam kir. Di meşê ku bi sedan jin û ciwanên êzidî tev li bûn. Di meşê de posterên Rêber Apo û alên sazî û rêxistinên civaka êzidî hatine bilindkirin.

Meşvan bênavber dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe, bi can bi xwîn em te re ne ey Serok’ berz kirin.

Girseya gel li Bexçeyê Serokatî kom û daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî li ser navê Jinên Ciwan û Yekitiya Ciwanên Êzidî, Besê Şengalî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komloya li ser Rêber Apo heta niha jî dewam dike û wiha hat gotin: “Komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ku ji aliyê dewletên desthilatdar ve di sala 1998’ê pêk hat de, heta roja me ye îro bi girtin û tecrîdê dewam dike. Tecrîda ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li ser Serokatî tê meşandin, di qanûnên welatî nîne. Ev bê exleqiya dewleta tirk dide nîşandan. Ev tecrîd jî ji ber ku serokatî daxwaza mafê gelan dike, tê meşandin. Bi girtina serokatî xwestin ev civak di tarîtiyê de bimînin. Em wek ciwanên êzidî heya azadiya Serokatî li ber xwe bidin û her dem em ê li ser pêyan bin. ”

Endama kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Riham Hiço jî ev tişt anî ziman: “Rêber Apo 25 sal in bi komployekê di bin tecrîdek herî giran de ye. Her ku diçe ev tecrîd girantir dibe. Em wek jinên êzidî di serî de van hêzên komploger şermezar dikin. Ji ber ku em dizanin ew hêzên komplo li ser Serokatî dane meşandin, her ew hêzên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an bi heman awayî komplo li ser civaka êzidî dane meşandin û komkujî pêk anîn. Ew fermanên li ser gelê me pêk hatine bila tu carî nebêjin ji komploya ser Serokatî qut e, hemû wek tayekê bi heve girêdayî ne.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar