Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Li Girtîgeha Şirnexê êrîşên gardiyanan: Rewşa girtiyekî giran e

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, gardiyanan êrîşî girtiyan kir. Hat hînbûn ku girtî Mehmet Alî Çevîk ku gardiyanan lê daye rakirine nexweşxaneyê û wî girtine beşa lênêrîna awarte  

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, gardiyanan bi ser qawişan girtiye û êrîşî girtiyan kirine. Hat ragihandin ku di êrîşê de gardiyanan li 16 girtiyan daye û girtî Mehmet Alî Çevîk ku gardiyanan lê daye rakirine Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê û wî girtine beşa lênêrîna awarte.

Xizmên girtiyan ragihand ku mil û piyê girtiyên din ên gardiyanan li wan daye şikistine û êrîş di bin çavdêriya midurê girtîgehê de pêk hatiye.

Malbatên ku der barê êrîşê de agahî dan, dan zanîn ku ji ber girtî li dijî gardiyanên xwestine bi pêlavan bikevin mescîdê derketine êrîş pêk hatiye. Ji girtiyên ku êrîşê li wan hatiye kirin Mahsûn Dûrak, tiştên hatine serê wan ji hevjîna xwe Zeynep Dûrak re ragihand. Zeynep Dûrak ragihand ku êrîş ji roja înê (22’ê cotmehê) ve berdewam dike û destnîşan kir ku morbûn û birîn li laşê hevjînê wê hebûne û bang li raya giştî kir ku hestiyar bin û ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê jî xwest ku li girtîgehan lêkolînan bikin.

Girtiyan gef li girtiyan xwarin

Bavê Mahsûn Dûrak Mehmet Dûrak jî ku li girtîgehê bi kurê xwe re hevdîtin kir, da zanîn ku li girtîgehê timik gef li girtîgehan tê xwarin û ev tişt anî ziman: “Beriya 2 rojan gardiyanan bi ser qawişan de girtiye û xwestin 3 qawişên siyasî bikin yek. Lê girtiyan vê qebûl nekiriye. Piştre gardiyan çûne qawişan û berê girtiyan dane dîwar û gefa ‘Em ê we bikin zilam’ li wan xwarine. Li hemû qawişan ev pêkanîn hene. Li gelek girtiyan dane. Li qawişên din jî muameleyên cuda kirine. Gelek hevalên kurê min felc kirine. Qawişên gelek girtiyan guhertine.”

Bav Dûrak bang li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Baroya Şirnexê kir ku li girtîgehê lêkolînan bikin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar