Navenda Nûçeyan |
Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê têkildarî êrîşên bi çekên kimyewî yên dewleta tirk bi daxuyaniyeke niviskî bang li Ofîsa Karên Bêçekirinê ya Neteweyên Yekbûyî(NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku bi erka xwe rabin û bi lez bikevin nav tevger û hewldanan.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê ku ji nîsanê û wir ve didomin hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “Ji nîsana 2021’ê û vir ve, di nava sînorên Iraqê de li qada jêrdestê Rêveberiya Herêma Kurdistanê, em bênavber destdirêjayiyên leşkerî yên dewleta tirk dibînin. Ev tevgera ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve mîna dagirkeriyê dikare were dîtin, ev tevger binpêkirina gelek mafan bi xwe re diafirîne.”
Bi berdewamî hat diyarkirin ku dewleta tirk di êrîşan de çekên kimyewî yên qedexekirî bi kar tîne û wiha hat domandin: “Di nava van binpêkirinan de, di serî de bikaranîna çekên qedexekirî tên. Ji ber ku van herêman hem qadên şer in, hem ji lêgerînên şandeyên sivîl û bêalî re girtîne, têra xwe agahî nikare were standin.
Ji ber ku herêmên şer ji çavderiyên serbixwe re ne vekirîne, ev jî dibin delîlê pirsgrêkê. Di bin van şert û mercan de, ji bo agahî bigihêje raya giştî, bi tenê dikare ji aliyê hêzên gerîlayên ku di bin raseriya çekên qedexekirî û kîmyawî de dijîn û yên nêzî wan ve were.
Li gorî agahiyên teze, ji destpêka şer ve; ji 23’ê Nîsanê heta 23’ê cotmehê di nava 6 mehan de herî kêm 323 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di nava van rojan de, bi êrîşên çekên kîmyewî ve 38 gerîla jiyana xwe ji dest dane.
Di 3’yê îlona 2021’an de, li herêma Girê Sor, di encama êrîşa çekên kîmyewî de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, 3 gerîlayan jî li gel ku zirar dîtinin jî rizgar bûne. Her 3 gerîlayên ku rizgar bûne, li ser bêhn, tam û bandora van gazên hatina bi karanîn agahiyên şênber dane. Her wiha li ser gerîlayên ku jiyana xwe ji dest danin jî tiştên bi çavên xwe dîtinin agahî dane. Van daneyên şênber, herî kêm ji bo ev mijar bi kûrayî were lêkolînkirin me têr agahdar dike.
Her wiha qasî agahiyên hatine standin, ji ber ku însanên li Herêma Behdînanê ku bûye herêma şer dimîn jî di bin bandora van çekên kîmyewî de mane û rakirine nexweşxaneyên cuda. Gelê herêmê, ji ber ku di bin metirsiyê de dijîn, newêrin agahiya bidin.
Berpirsiyarên Rêzdar!
Mirov dikare ji biryarên saziyên dadigeriyên navneteweyî jî agahiyên ku zordarî û qirkeriya dewleta tirk ê li ser gelê kurd û bi giştî sivîlan dide birêveberin bibîne. Her wiha gelek agahiyên misoger ên li ser çekên qedexekirî çawa hatine bikaranîn, ji aliyê saziyên ewropayî ve jî hatine lêkolînkirin û hatine pêşkêşkirin. Bi taybetî di van pênc salên dawî de, li dijî gelê kurd, şerê tunekirinê, her cure êrîşên qirêj ên paqijkirina etnîkî çawa tên birêvebirin em dibînin.
Êdî gelê kurd, baş dizane ku çawa bûye armanca dewleta tirk û çawa çekên kîmyewî bi kar tîne, çawa hiqûq û pîvanan nas nake. Lê ya balkêş ev e ku hêzên navdewletî, saziyên wan, hin aliyên xwe serbixwe didin nîşandan, li dijî van êrîşên derveyî hiqûq û mirovahiyê, weke dîwar bêdeng dimînin!
Em zanin ku diviya OPCW saziya li ser mijara bikaranîna çekên kimyewî herî lezgîn û çalak tevbigeriya. Di nava bêdengiya navneteweyî de, ya herî zêde bandorê li ser me dike helwesta we ye. Ma asayî nîne ku li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî, gelê kurd, weke saziya herî erkdar hêviyê ji we bike? Ma sedema hebûna we, ne pêşîgirtina bikaranîna çekên qedexekiri ye? Ê baş e, li gel ewqas agahî û metirsiyan gelo çima hûn tevnagerin?
Em ji we hêvî dikin ku hûn ji bo gelê kurd daxuyaniyek cidî bidin. Gelê me, li ser mijara êrîşên van çekên kîmyewî ji we, bendewarê helwestek zelal û tevgerê ye. Her ku hûn bêdeng bimînin, hizir dike ku hûn jî van êrîşan erê dikin.
Em partî û saziyên kurdistanî yên ku li Ewropayê dijîn ên îmzeyên me li jêr in, metirsiyên gelê xwe parve dikin, ji we ve bendewarê daxuyanikê ne. Ya herî girîng jî, ji bo pêşîgirtina êrîşên kîmyewî ku erkê we yê bingehîne, em dixwazin hûn bi lez bikevin nava livbaziyê!”
Rêxistinên partî û saziyên kurdistanî yên li Ewropayê ku îmzeya wan li ser daxuyaniyê heye:
YNK (Yekitiya Niştimanî Kurdistan)
Tevgera GORRAN
KCDK-E (Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê)
TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa)
Partiya ŞÛÎ Kurdistan – Başûr
Kongra Star (Rêxistna Jin Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) Ewropa
Partiya Zahmetkêşan – Başûr
PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan)
Tevgera Azadî
PYD (Partiya Yekitiya Demokrat)
P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê)
Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye
PÇDKS (Partiya çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyeyê)
Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (El Partî)
Partiya Çep a Demokrat li Sûriyeyê.
Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê
Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriyeyê
PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)
KKP (Partiya Komînîst a Kurdistan)
Tevgera Kawa
PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)
Yakitiya Şorşgêrî Kurdistan
KODAR (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê)
KJAR (Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê)
Platforma Horam
Plattform Zagros
Plattform Yarsan
Yarî Kurd
Partiya Dimokrati Pêşvero kurdi Li Suriyeyê
Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)
Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
FEDA ( Federesyona Elewiyên Kurdistan)
NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)
Kurdische Zentrum Berlîn
CÎK ( Civaka Îslamiya Kurdistan)
Enstituta Kurdî – Almanya
Enstituta Kurdî – Bruksel
MŞD ( Meclisa Şingal a Derveyî Welat)
YMK (Yekitiya Mamostayên Kurdistan)
YES (Yekitiya Êzdiyên Sûriyeyê)
Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn
Dachverband der Êzidischen Frauenräte
DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
Mezopotamya Halk Kongresî
Mezopotamya Ozgurluk Partisî
Kurdistan human rights Association
Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî