Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Almanyayê gotina ‘Bila qedexeya li ser PKK’ê rabe’ jî qedexe kir!

Malper û hesabên medyaya dijîtal ku ziyana qedexeya li ser PKK'ê vedigotin hatin blokekirin

Navenda Nûçeyan |

Qedexeya ku Almanya sala 1993’an li ser PKK’ê danî 26’ê Mijdarê dikeve sala 27’an. Beriya salvegera qedexeyê sazî û dezgehên kurdî û yên çepgir/demokratîk ên li Almanyayê xwe kar dikin ku gelek bernameyan li dar bixin. Ji bo vê armancê malpera bi navê ‘verbot-aufheben.com’ (qedexeyê rakin) ev bi qasî salekê bû ji bo vê xizmet dikir.

Her wiha bi eynî navî li ser malperên medyaya civakî jî dihate diyarkirin qedexe hem ziyanê dide kurdan û hem jî dide demokrasiya alman û dihate xwestin ku qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin. Lê yekîneyên ewlehiyê yên alman beriya 26’ê Mijdarê mohra xwe li ser biryareke skandal dan. Malpera navborî û hesabên medyaya dijîtal hatin qedexekirin û blokekirin.

Înîsiyatîfa Qedexeyê Rakin ku malper danî, diyar kir biryara dewleta alman dijî azadiya ramanê û derbirînê ye ku ji hêla yasayên alman ve hatiye mîsogerkirin û li dijî biryara qedexeyê helwesteke tund nîşan da.

Înîsiyatîfê diyar kir qedexeya navborî parçeyek ji wê siyasetê ye ku kesên destekê didin kurdan û têkoşîna azadiya kurd krîmînal dikin û wiha got: “Dewleta alman careke din nîşan da ku her kes li bara yasayan ne wekhev in. Em ê li ber vê qedexeyê dev ji ya xwe neqerin, xebatên me ji cihê mayî wê bidome. Em bang li her kesî dikin ku werin meşa navendî ku wê li Berlînê were kirin.”

Bi banga bi dehan sazî û rêxistinên civakî 27’ê Mijdara 2021’an li paytexta Almanya Berlînê ji bo salvegera qedexeya li ser PKK’ê dê meşek civakî were lidarxistin. Her wiha tevahiya meha mijdarê li Almanyayê li dijî qedexeyê dê gelek çalakî werin kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar