Nêrgiz Ismayîl |
Di berxwedaniya Kobanê de gelek qehreman û canfeda beşdar bûn. Li kêlekê jî yên ku bûn şahidên bûyerên şênber ew şervanên gazî bûn. Yek ji wan şervanên gazî Andok Dêrsim Amed e. Andok behsa wan rojên ku li Kobanê ma û berxwedaniya ku mohra xwe li dîrokê da vegot.
-Di destpêkê de tevlibûna te ji bo berxwedana Kobanê çawa çêbû?
Andok Dêrsim Amed: Destpêkê spas dikim ku we ev derfet da me ku em jî di Rojnemaya Welat de behsa wan rojên bi qîmet û dîrokî bikin. Dixwazim bi rêzdarî hemû şehîdên berxwedana rûmetê ya Kobanê bi bîr bînim û bejna xwe li beramberî wan ditewînim.
Bêguman ez jî wekî xortekî kurd ku ji bo hemû kurd û Kurdistanê şer dikin, dixwazin hemû mirovahî di nava aramî û aştiyê de bijîn. Jixwe di wê demê de şoreşa rojavayê Kurdistanê ku hat destpêkirin, hemû xortên kurdan bi vîna xwe tev li bûn. Ez jî yek ji wan xorta me ku xwest beşdarî parastina milet û nirxê şoreşê bibim.
Ji sala 2013’an ve li wê derê bûm heta ku berxwedana Kobanê hat destpêkirin. Heta dema birîndar bûm hema dibû salek û sê meh. Bi rastî di destpêka 2014’an de wê demê perwerdeyek bîrdozî ya mehekê hebû, piştî wê vesazkirina me li ragihandinê çêbû. Wê demê saziyên ku nehatibûn avakirin a ragihandinê bû. Ji bo min ew cara yekemîn bû ku cihê xwe di wî karî de digirim. Lewma kelecaneke mezin hebû. Ezmûnên min di vî karî de nebû. Rast e di karê leşgerî de fêmkirinê min hebûn lê di ragihandin de kêmbûna min hebû. Wê demê ez û şehîd Agirî bûn, eslê xwe ji Reqa bû, kurd bû koçberî Kobanê bûbû, di berxwedaniya Kobanê şehîd bû. Hevaleke din jî hebû, em sê kes bûn heta dema şer jî. Sê rojan beriya roja destpêka şer, em li Serzûrî bûn, me bi şervanan re roportaj dikir. Rastî ez dema seharê rabûm gotin gundî çûne, DAIŞ’ê êrîş kiriye, ji demjimêr yanzdehê êvarî destpêkiriye, jixwe ev yek me ber bi seharê ve bihîst. Min ev yek asayî dît ji ber ku beriya wê jî bi çend rojan DAIŞ êrîşî çend gundên din ên Kobanê kiribûn. Di her milî de êrîşên wan çêdibûn. Min digot ev hemleyên ku her carê dikin e. Yanî ramanên min ê destpêkê ev bûn. Min wilo şîrove kir. Piştî heft demjimêran û çûyîna heft gundan ji milê rojhilat ve, milê rojavayê Kobanê bi destxistina gundê Ta’likê, aliyê qulbe jî hîn êrîşên bejahî çênebûbû tenê top diavêtin, wê demê êdî têgihiştim ku rewş cidî ye.
-Di destpêkê de tu çûyî kîjan hêlê?
Andok Dêrsim Amed: Di destpêkê de ez li gundê Talikê bûm, li gorî şerqê li wir berxwedanî hîn zêdetir çêbû. Rast e êrîşî gundên din jî dikirin wekî Degirman û sê – çar gundên din jî lê êrîşa giran li ser gundê Talikê bû. Li wê derê jî ber bi êvarê ve şervanan berdan, ji ber êrîş dijwar bûn. Hazirtiyê dijmin ji yên me zêdetirbûn. Ev rastiyek bû, ji ber di meha tebaxê de tu êrîşên wan çênebûbû berûvajî êrîşên me bi ser wan de çêbû. Li gundê Cadê û beravê ji dest çeteyan hatibû girtin, çeteyan qet li ber xwe nedabûn gund berdan û çûn. Çalakiyên gelek girîng heta 11’ê îlonê hat meşandin. Xala balkêş ev bû ku çeteyan li hemberî van çalakiyan qet misîleme nekiribû. Ev yek xuya bû ku amadekariyên wan hebûn. Ji ber xuya bû nedixwestin ku hêzên xwe belav bikin.
-Dîmenên ku herî dawî tê bîra te kîjan e?
Andok Dêrsim Amed: Dîmenên ku herî têne bîra min, wê demê me li ser rûpelên înternetê gelekî lêkolîn dikirin, rûpelên çeteyan 9’ê îlonê di cihekî de belav kiribûn: “şopînerên me bila me baş bişopînin em ê di demeke nêz de mizgîniyekê bidin wan.” Me wiha fêm kir ku êdî dixwazin êrîşa li ser Kobanê ragihînin. Di destpêkê de me wiha hizri kir ku belkî ji bo ew êrîşa 11’ê Îlonê ya ku li Amerîkayê hat kirin tiştekî bikin lê piştre em têgihiştin ku li ser me ye.
Roja ku destpêkirin bi êrîşekî bêveger destpêkirin. Em her roj li cihekî bûn. Wek ragihandin jî hêza me jî têrê nedikir ku em her deverê bikaribin bişopînin. Em sê kes bûn, mecbûr bû yek li navendê bimîne, du kes jî bikaribin li eniyan bigerin. Gelek ragihandinên cuda jî hebûn. Wiha ez rojekê li xerbê bû, rojekê şerqê bûm. Roja min a destpêkê li xerbê derbas bû. Roja destpêkê ez nebûm şahidê tu bûyeran lê belê di roja duyemîn de gundê Degirmen heye, li gundekî çete diman li Degirmen jî şervanên YPG-YPJ’ê diman. Dîwarek hebû, qalindiya wê baş bû, fîşekên doşka derbas nedibû, tenê tang dikarîbû derbas bike. Bi vî halî şervanan cihê xwe çêkiribûn, ew dîwar kun kirin ji xwe re kirin parastin. Ev dîmen li ber çavê min e. Min cesaret dît, wêrekî dît, çima ez vê tînim ser ziman ne tenê şervanan şer dikirin, kesên ku di dilê wî/wê de welatparêzî hebe, çi şervan dibin, çi gundî dibin, min li wê derê dît. Heta fermana paşvekişandinê nehatibû kesekî sengerên xwe bernedabûn. Ji ber ku şer li cebheyekê tenê nedihate meşandin ku tu li ber xwe bidî, sê cebhe bi hev re girêdayîbûn, ger cebheyek berxweneda wê demê bandora xwe li cebheya din jî dikir. Yanî berdana wê derê jî ne ku çeteyan girtin, şervanan mecbûrbûn wê derê berdin, ji ber ku herî dawî çeteyan bi du tangan êrîş kirin, dîmenên wan jî hene.
-Heta birîndar bûyî, çend rojên te li cebheyê derbas bûn?
Andok Dêrsim Amed: Piştî 25 rojan ez birîndar bûm. Bi hawanê bû. Di wê demê de me nizanîbû li bakur çi diqewime. Roja 6’ê cotmehê bû seat 6’ê êvarê bû, ji carekê ve çeteyan agahiyek belav kirin ku dê êrîşî derî bikin. Xirecireke çêbû, ji ber agahiyeke qirêj bû. Dixwestin derûniya gel bin pê bikin û tirsê bixin nav miletê. Jixwe şerê me yê Kobanê di navber du kîlo metre karê de mabû. Dema em diçûn cebhê em bi meşê diçûn. Erebe nedihatin şixulandin. Jiyana me di navber 2-3 km karê de mabû.
-Wê demê rewşa hevalên saziyan çawa bû?
Andok Dêrsim Amed: Hemû endamên saziyan jî li ber derî bûn. Wê derê jî cebheyek bû. Ji ber ku di her îhtîmalê de dibe êrîş bihatana kirin, ew der jî wekî cebheyekê dihat hesibandin. Tirkan jî agahî didan çeteyan ku li ber derî qelebaxî heye. Êrîşên balafiran di 6’ê cotmehê de destpê kir. Heta vê tevliheviyê jî êrîşên balafirên koalîsyonê destpê nekiribûn. Wiha çetayan berê hawanên xwe dan ber derî. Ji bo wan zarok dimire, dayik dimire, malbat tune dibin ne xem bû. Armanca sereke şervanên YPG’ê bû. Ez jî demek dirêj di ragihandinê de bûm, heval kî ne û li ku derê ne, ji sedî 90 min nas dikir, hêzê wê demê min nas dikir. Hevalên li wê derê hevalên ku şehîd dibûn wan pak dikirin û defin dikirin. Dema wan nas nedikirin gazî min dikirin. Ez diçûm min teşhîs dikir, min nasnameyên wan hevalan digot, ji bo pêşerojê şaşitî çênebin.
Rojekê seharê bû jixwe çeteyan hawan diavêtin ber derî. Cenazeyên hevalan li mizgeftê bûn ez li wir bûm. Hawan avêtin û ez ji her du lingên xwe birîndar bûm. Li wê derê hevalên ku bi cenazeyên şehîdan re mijul bûn hatin ber bi min ve. Alîkariya destpêkê kirin. Ewlehiya wê derê jî nebû.
Şandina min a Bakur jî ne hêsan bû. Leşkerên tirkan dixwestin milet li ber derî be, kêfa wan jî dihatin. Tê bîra min nîv demjiêr li ber derî min dan sekinandin. Xwîna lingên min nedisekinî, tenê derziyek lêdan sekinî û girêdan. Ji vê zêdetir nebû. Welatparêzan alîkariya min kirin. Bijîşkên me yên ji milet hebûn.
-Hestên te çawa bûn?
Andok Dêrsim Amed: Min her rojê şehîd li ber çavên xwe didîtin. Rast e ez pê êşiyam ne ku wiha hema mirov asayî dibîne. Lê ji ber min bi çavên xwe didîtin ku her kes di nava wê berxwedaniyê de parçeyek xwe daye ango gihiştine asta şehîdbûnê. Îcar mirov bi xwe re dikeve pirsan ma gelo ez çawa xemgîn bibim? Mirov layîqî xwe nabîne. Wijdanê mirov jî ranake. Lê rastiya min ev bû, min şehîdbûn û birîndarî bihîstibû, lê gazîbûn nebihîstbû. Yanî peyva gazîbûnê di mejiyê min de nebû.
-Ji wê demê û heta niha tişta ku ji bîra te naçe çi ye?
Andok Dêrsim Amed: Roja sêyemîn bû, me got hejmara çeteyan pirbûn lê qet nedixwestin ku bi şev êrîş bikin. Ji ber wiha hizir dikirn ku dibe bi şev tangên wan têkeve dest. Jixwe êrîşên wan nedisekinînin lê nêzîkatiyeke wan wiha hebû. Li Aliyekî ve rastî hejmara me ne mîna ya wan bû, şer jî gelek ezmûnan dixwaze, dema ezmûna şer nebe hin lewaziyan bi xwe re tîne. Îcar roja sisiyan bû, li milê şerqê rojhilat ve hevalên wir tenê grûbek bû, şerqê wek sê grub bûn lê dûrî hevbûn. Yanî nikarîbûn alîkariya hev bikin. Her tim eynî heval. Yanî şehadat dema çêdibe hejmar kêm dibe, teqwiye ji wan re naçe. Demek û şûnde êdî erebe jî nema diçûn. Hejmarên wan nêzî heft-heşt kes bûn. Li hemberî tangê şer dikirin. Heta dawî li ber xwe didan.
Roja sisiyan bû gundê Bexdikê tepê wî heye. Yanî me digot êdî çete nikarin vê derê derbas bikin. Dê çeteyan li vir derbas nebin. Piştî ku tepe jî ket şervan ewqas westiyabûn ji aliyê fîzîkî ve jî rastî ew sê roj bûn xew nekiribûn. Bênavber qet xew nekiribûn. Ji ber kîjan deqê çete wê êrîş bikin, nizanîbûn, ji bo ku şervanên wan di xew de nemînin li wan didan, ji bo ku di xew de şehîd nekevin. Ev dîmen gelekî ez bandor kirim. Yanî Kobanê di nava şer de ye, şerekî giran e, dibe ku şervan bibêje ez hetanî vê derê dikarim şer bikim, lê fermandar nikare wiha bifikire ji ber pêşerojê difikire. Bi bawerî û hêvî şervanên xwe bi rêve dibirin. Ev yek jî ji bala min naçe.
Ya duyemîn li hêla rojavayê Kobanê roja pêncan şûnde di şer de hevalê Baran Serhed hebû, çalakiya fedayî kir. Berî vê çalakiyê ew roj rojekî zehf xweş bû. Ji ber ku cara yekê hem seyareyên wan ên mezin hatin teqandin, alî hejmarên kuştiyên wan hejmareke gelek çêbû. Li ser vî esasî tepê Meydanê heye li rojavayê Kobanê gundê Çelo ye li wan dera ye, li wir parastina cebheyekê dikirin li rojavayê Kobanê li ser wî tepeyî. Heya ber bi êvarê ve çete zîvirandibûn, vegerandibûn, lê piştî ku çeteyan xwe komkirin vê carê hemleyê xwe yê sêyemîn kirin, ji ber ku du hemleyên xwe kiribûn şervanên YPG’ê wan paşde dabûn. Dîmenê cenazeyên çeteyan ji milet re hatibû şandin, ev yek moralekî gelekî mezin dabû milet. Ez bi xwe çûm wî tepî û min dîmenê wan jî girtî, hevpeyvîn jî bi wan re kir, lê ji ber ewlehiyê dîsa me paşve vegerandin. Ji ber ku gotin dîsa îhtîmal heye êrîş bikin. Em çawa hatin jêra tepe dengê fîşekan hat. Li jêr jî heval hebûn ji wan re gotin ji sê milan ve êrîş dikin, bi tangan ji aliyê bejahî ve. Hevalan gotin paşve bikişin, bila windahiyên we çênebin, em jêra vir biparêzin. Ne hevalê Baran ne jî yê kêleka wî tepe bernedan. Heta dawî jî wê derê parastin. Lê ya ku herî ez bandor kirim li ser cîhazê hevalê Baran lîland û hevalên din li gel wî ji tepe daneketin û şer kirin. Hevalê Baran birîndar dibe. Dema ku çete tê bi ser de bomba xwe bi xwe ve diteqîne. Jixwe di 20’ê Îlona 2015’an de, piştî rizgarkirina Kobanê di dema konferansa Kobanê de ew jî wekî fedayî Kobanê hat binavkirin. Ez jî şahidê vê bûyerê bûm. Ez nikarim dengê wî yê dawîn ji bîr bikim.
-Herî dawî dema ‘BERXWEDANA KOBANÊ’ tê gotin çi tê bîra te?
Andok Dêrsim Amed: Rastî mirov bi wê serkeftinê kêfxweş dibe. Lê li hêleke din jî xweska ewqas bedelên mezin û giranbûha me nedabana, lê belê ev rastiya ku hîn bi nirx heye, ew jî bê bedel welat ava nabin, bê însanên hêja û qehreman jî mirov azadiyê najî. Bi minetdarî hemû şehîdên berxwdana Kobanê bi bîr tînim.