Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

HPG: Hevrêyê me Têkoşer bi çeka kîmyewî şehîd bû

HPG’ê ragihand ku di encama çekên kîmyewî û gazên jehrî ya zêde ya dewleta tirk a dagirker a li Qadên Berxwedanê ya Werxelê bikar anî de gerîlayê bi navê Têkoşer Zagros (Erhan Şahîn) şehîd bûye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayê bi navê Têkoşer Zagros (Erhan Şahîn) di encama çekên kîmyewî û gazên jehrî ya dewleta tirk de şehîd bûye.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosan de;

26’ê cotmehê saet 12:30’î dagirkerên li derdorî Dola Nodî û Sirta Mêzê ya girêdayî Avaşîn bûn, hêzên em bi çalakiyeke sekvaniyê li wan dan. Di vê çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hat cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirker bi helîkopteran windahiyên xwe ji qadê dûrxistin.

29’ê cotmehê saet 04:30’î hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdorî Kela Bêdewê ya herêma Zapê bûn dan. Di encama vê çalakiyê de cihên hatinbûn hedefkirin, bi îsabet li wan hat dayîn.

Artêşa TC a dagirker li ber berxwedana dîrokî ya gerîlayên Kurdistanê nikare bi pêş ve biçe, ketiye nava xitimandinek mezin. Artêşa TC a hemû derfetên teknîkê xistiye dewrê, 10’ê cotmeha 2021’ê carekî din sûc kiriye, bi dijwarî bi çekên kîmyewî û gazên jehrî bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê barandiye. Di encama vê êrîşa bi nemerdane ya dewleta TC’ê de hevrêyê me Têkoşer şehîd bûye.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûyî wiha ye:

Nasnav: Têkoşer Zagros

Nav û Paşnav: Erhan Şahîn

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayikê-Bav: Behiye – Halît

Cih û dîroka şehadetê: 10’ê Cotmeha 2021’an / Avaşîn

Hevrêyê me Têkoşer li Colemêrgê ya di dîroka xwe de serî li ber dagirkeran nedaniye û xwedî dîrokeke xurt a berxwdanê ye hatiye dinê. Hevrêyê me di nava malbateke xwedî çandeke bi kok û zindî ya welatparêziyê de mezin bûye, di temenê biçûk de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Di nava şert û mercên giran de malbat ji bo bikare bijî, li cihên cuda kar û ked daye. Hevrêyê me bi mîrasê ku ji malbata Şahîn girtî ku gelek milîtan mezin kirî, di her şert û mercê de pêk aniye û xwedî lê derketiye. Birayê hevrêyê me Têkoşer, Şehîd Erdal Şahîn di dema pêvajoya Berxwedana Xweseriyê de têkoşiya, di jêrzemîna Cizîrê de ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi hovane hat qetilkirin. Hevrêyê me Têkoşer çeka birayê xwe hilda, têkoşîna wî li navarefên gerîla domand. Hevrêyê me Têkoşer tu demê di serî de qetlîama li Cizîr û dîsa li ser gelê kurd dike, ji bîr nekir, gihişte wê baweriyê ku bi bersivdayîna dagikeriyê û gihandina têkoşînê ya serketinê bûye. Ji bo wê li her qadê bi xurtî tev li kar bûye. Hevrêyê me Têkoşer hem li Kurdistan û hem jî dema ji bo xwendinê çûbû Îzmîrê metrepolên Tirkiyeyê, ji nêz ve sîstemê nas dike, ji nêzîk ve şahidiyê ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me tê kirin dike.  Hevrêyê me bi baweriya ku rizgariya gelê me encex bi têkoşîna xeta Rêber Apo pêkan e, di demê zanîngehê de tev li kar û xebatan dibe, pêşengtiyê ji têkoşîna ciwanên kurd re dike. Tevî ku dagirkeran gelek caran hevrêyê me binçav dike û digire jî, tu demê nebûye sedema ku vîna wî bişkê, berovajî hêrsa xwe mezin kiriye û têkoşîn xurt kiriye. Hevrêyê me Têkoşer ê sala 2015’an tev li nava gerîlayên azadiyê dibe, têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya li dijî dagirkeriyê li çiyayên azad ên Kurdistanê didomîne.

Hevrêyê me Têkoşer ên salên dirêj li Zagrosan gerîlatî kir, li qada leşkerî bi lez xwe pêş xist, taybetmendiyên gerîlatiya dema nû di xwe de da avakirin. Hevrêyê me Têkoşer di dema êrîşên dagirkeriyê ya dewleta TC a dagiker 23’yê Nîsanê li qadên Avaşîn, Zap û Medînayê da destpêkirin de, çeka xwe hilda û di refên pêş de cihê xwe girt; heta kêliya dawî bê navber li ber xwe da. Hevrêyê me Têkoşer ê li gel hevrêyên xwe li Qada Berxwedana Werxelê koka dagirkeriyê rakir, li Werxelê cihê xwe di gelek çalakiyên bi bandor de girt. Dewleta TC a li ber berxwedana efsanewî ya hevrêyên me tarûmar bûn, serî li sûcên şer da û bi dijwarî çekên kîmyewî û gaza jehrî êrîşî Qada Berxwedana Werxelê kir. 10’ê cotmehê di êrîşa dewleta TC a dagireker a bi çekên kîmyewî û gaza jehrî ya zêde ya li ser Qada Berxwedan Werxelê de hevrêyê me tev li karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Têkoşer ê çanda serhildan û têkoşînê di her dem û şert û mercê de pêk anî, di serî de ji malbat, xelkê Colemrêgê û hemû gelê xwe yên welatparêz re sersaziyê dixwazin. Çawa ku hevrêyê me Têkoşer têkoşîna Şehîd Erdal bê dudilî hilda, em ên mayîn jî bi heman biryardariyê mîrasê şehîdên xwe hildin û bigihînin serkeftinê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar