Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bîlançoya êrîşên dewleta tirk a bi balafiran

Peymana agirbestê di cotmeha 2019’an di navbera Amerîka, Rûsya û dewleta tirk de piştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê hat îmzekirin. Tevî ku DYA û Rûsya garantor in jî ji wê rojê heta niha êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê ranewestiyane. Bi dehan caran balafirên bêmirov ên dewleta tirk herêm bombebaran kirine û di encamê de gelek sivîl şehîd bûn.

DEWLETA TIRK BI BALAFIRÊN ‘SÎHA’ KOMKUJIYAN DIKE

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN BI BALAFIRÊN BÊMIROV

DEWLETA TIRK TEVÎ HEBÛNA HÊZÊN GARANTOR JÎ GELEK KOMKUJÎ PÊK ANÎN

Ji destpêka sala 2021’an û heta roja îro gelek caran dewleta tirk bi balafirên bê mirov êrîşî herêma Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Di 22’yê çileyê de, balafireke bêmirov a dewleta tirk li Kobanê maleke sivîlan a girêdayî gundê Memîtê ya li başûrê bajarê bombebaran kir.

Di vê êrîşê de kesek birîndar bû û ziyanên madî li welatiyan bûn.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/22/145049_1cf3d3de-c73b-49eb-aece-5dabaee97446.jpg

https://www.hawarnews.com/tr/uploads/files/2021/01/22/153925_400097900215_290461.jpg

Di 3’yê nîsanê de, balafirên bêmirov a artêşa tirk a dagirker, meqleiya remlê ya li gundê Dêrika Beravê ya herêma Dêrikê bombebaran kir.

Di encamê de tireksa welatiyê bi navê Merwan Ferman a di hundirê meqlei de şewitî.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/balafirn-kesf-yn-dewleta-tirk-gundek-drik-bombebaran-kir-h44735.html

Di 17’ê nîsanê de, balafireke bêmirov a dewleta tirk, mala ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan di sala 1979’an de lê mabû ya li gundê Elpelora Kobanê bombebaran kir.

Di bombebaranê de zirarên madî li malê û derûdorê bûn.

https://ronahi.net/ku/?p=38968

Di 21’ê nîsanê de, balafireke bêmirov a dewleta tirk a dagirker, girê Til Rifetê yê girêdayî Şehbayê bombebaran kir û heman rojê gundê Eyndeqnê yê Şehbayê bombebaran kir.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/pist-eyndeqn-balafireke-kesf-gir-til-rifet-bombebaran-kir-h45334.html

Di 4’ê tîrmehê de, balafireke bêmirov a dewleta tirk bajarokê Til Rifetê bombebaran kir.

Di 30’ê tîrmehê de, balafireke bêmirov a dewleta tirk li gundê Qumçê yê li ser rêya Kobanê-Helebê ku dikeve başûrê Kobanê, 2 erebeyên sivîlan bombebaran kirin. Di encamê de zirar bi erebeyên welatiyan bû.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/balafireke-dagirkeriya-tirk-li-basr-koban-2-erebeyn-sivlan-kir-hedef-h49380.html

Di 19’ê tebaxê de, balafireke bêmirov a dewleta tirk erebeya ku ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj têde bû, kir hedef û di encamê de fermandar Rênas Roj şehîd bû.

Heman rojê balafireke bêmirov a dewleta tirk, Navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir.

Li ser êrî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyanî da û diyar kir ku ji Fermandarên YPG’ê  û YPJ’ê Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê, Seyf El-Lah Ehmed şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn.

Di 21’ê tebaxê de, balafirên bêmirov ên dewleta dagirker li gundê Qere Mezrê yê Kobanê, erebeyeke welatiyan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûn.

Di 22’yê tebaxê de, balafirên dewleta tirk a dagirker li pêşiya mala birîndarên şerê li dijî DAIŞ’ê li gundê Hîmo yê Qamişloyê erebeyek bombebaran kir. Di encamê de 3 Şervanên HSD’ê ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de cih girtibûn, birîndar bûn.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/balafirn-dewleta-tirk-a-dagirker-li-gund-hmo-erebeyek-hedef-girt-hate-nkirin-h50411.html

Di 20’ê cotmehê de, balafireke bêmirov a biçek a dewleta tirk a dagirker erebeyeke welatiyan ku li pêşiya Meclisa Edaletê ya Kobanê bûn, hedef girt. Di encama êrîş de 2 welatî şehîd bûn û zarok jî di nav de 3 kes jî birîndar bûn.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/balafireke-dagirkeriya-tirk-erebeyek-sivl-li-bajar-koban-hedef-girt-h52815.html

Di 23’yê cotmehê de jî, balafireke bêmirov a dewleta tirk li ser rêya Kobanê-Helebê erebeyek bombebaran kir.

HSD’ê ragihand ku 3 şervanên wan ku ji bo dermankirinê çûbûn Kobanê, di dema vegerê de bûn hedef û şehîd bûn.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/li-koban-balafireke-dewleta-tirk-dsa-li-erebeyeke-sivlan-da-h52969.html

Her wiha di 23’yê hezîrana 2020’an de jî li gundê Helincê yê Kobanê di encama bombebarana balefirên dewleta tirk a dagirker de 3 jin şehîd bûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar