Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li devera Zirgeziraw a bajaroka Pirdê ya girêdayî Kerkûkê êrîşê çeperên pêşmergeyên Fewca 2 ya Lîwaya 10 a ser bi wezareta pêşmergeyê kirin. Di encama êrîşê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Pêşmerge der barê êrîşê de daxuyaniyek da û diyar kir ku navê pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane, Xalid Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir e.
Her wiha duh êvarê jî çeteyên DAIŞ’ê li gundê Hewaîc a bajaroka Ebasiye ya di navbera Kerkûk û Tikrîtê de êrîşê karkerên ku li ser çemê Dîcleyê dixebitîn kirin. Di encama êrîşê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî birîndar bûn. KERKÛK