Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Kesên silavên Esat Oktay dibin girtiyan divê silavên Kemal Pîr jî ji bîr nekin’

Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr diyar kir ku bi êrîşên ku li dijî girtiyan pêk tên girtîgeh veguherîne îşkencexaneyê û wiha got: “Kesên ku silavên Esat Oktay dibin girtîgehan, bila silavên Kemal Pîr ji bîr nekin.”

Di 23’ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, gardiyanan bi ser qawişên girtiyan girtin û êrîşî girtiyan kirin. Di vê êrîşa ku di çavdêriya midurê girtîgehê pêk hat de gardiyanan li gelek girtiyan dan û wan bi giranî birîndar kirin. Yek ji van girtiyan Mehmet Alî Çevîk rakirin nexxweşxaneyê. Li girtîgehan Şirnexê hê jî zext didomin û 35 girtiyên ku êrîş li wan hat kirin, sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Malbatên girtiyan ku der barê sewqkirina zarokên xwe de nehatine agahdarkirin, ji bo zarokên xwe bi fikar in.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê, têkildarî êrîş û sewqkirina girtiyan axivî û ev tişt anî ziman:

“Bi zext û êrîşan girtîgeh bûne navendên îşkenceyê. Desthilata AKP’ê bi polîtîkayeke sîstematîk bi erîşên topyekûn xwe ji serdema nû re amade dike. Êrîşî her devera ku kurdên azad lê ne dikin. Navenda van êrîşan jî girtîgeh in. Demeke dirêj e li dijî girtîgehan êrîşên zêde hene. Binpekirinên mafan û pêkanînên derveyî hiqûqê pêk tên. Piştî bi dawîbûna çalakiya greva birçîbûnê ku di 27’ê Mijdara 2020’an dest pê kir û di 12’ê îlonê de bi dawî bû zextên li girtîgehan zêde bûn. Herî dawî bi hinceta lêgerîna qawişê di 23, 24 û 25’ê cotmehê de li Girtîgeha Şirnexê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin û bi dehan girtî birîndar bûn.

Silav û berxwedan!

Li gorî vegotinên girtiyan, di dema êrîşê de gardiyan ji girtiyan re gotine ‘dewlet hatiye’ û ‘Me silavên Esat Oktay ji we re anî’ û êrîş pêk anîne. Zihniyeta ku li derve dibêje ‘Em dewlet in’ û astengiyan derdixe li girtîgehan jî xwe nîşan dide. Kesên ku ji girtiyan re gotine ‘Me silavên Esat Oktay anîne’ divê berxwedana Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Hakki Karer ji bîr nekin. Girtîgeh tim ji bo gelê kurd bûne kelehên berxwedanê.

Girtiyan sewqî ku derê kirine?

Girtî sewqî ku derê hatine kirin? Me ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê û Wezareta Edaletê agahî negirtin. Xizmên girtiyan bi fikar in. Divê demildest rewşa tenduristiyê ya girtiyan bê aşkerakirin û bê diyarkirin ku girtiyan sewqî ku derê kirine.”

Ji 35 girtiyên hatine sewqkirin navê 21 kesan wiha ne: “Mehmet Demîr, Alî Akdag, Mûrat Ûmûr, Ercan Ogûz, Mehmet Ayaz, Mehmet Alî Çevîk, Serhat Kayan, Nezîr Ayan, Faysal Ertaş, Mehmet Şerîf Akay, Cîhangîr Îşçen, Necmettîn Orman, Hamza Sonmez, Ekrem Înedî, Celal Înedî, Şehmûs Kerçîn, Agît Bîrlîk, Mesût Olmez, Ebûbekîr Benek, Mehmet Urun, Mûrat Ûmûr.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar