Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Em bi Kurdistanê hesiyan

Beriya bi çend rojan welatparêzekî kurd bi navê Cemîl, li Sêrtê ji seroka Îyî Partî Meral Akşener re got zimanê me, nasnameya me û welatê me tê înkarkirin. Ev gotinên Cemîl li ser medyaya dîjîtal gelekî hat belavkirin û nîqaşkirin. Bi milyonan kesî li wî dîmenê temaşe kir. Kurd û kurdistaniyan serbilindiya xwe ji bo gotinên wî anîn ziman. Lê tişta balkêş wekî ku ev gotin cara pêşî hatibin gotin derket holê. Wekî ku ew nû pê hesiyabin şîrove kirin. Li ser vê baldariyê jî Cemîlê Sêrtî hat binçavkirin û piştre berdan. Welhasil meseleya me ne Cemîl û ne jî çûyîna Meral Akşener a Sêrtê ye. Gotina Kurdistanê dehan caran ji aliyê rayedarên dewletê ve hatiye bikaranîn. Di hilbijartina şaredariyan de serokwezîrê berê yê tirk Bînalî Yildirim li Amedê gotina Kurdistanê bi kar anî. Kesî jî ji ber vê yekê ew nekir bin çavan. Li vê derê mesele kurd bi xwe ne. Kurd çiqasî li kurdayetî û Kurdistanê xwedî derdikevin ? Îro dozeke kurdî heye û di oxira vê dozê de xelk canê xwe feda dikin. Cemîlê Sêrtî jî li ser vê yekê hat binçavkirin. Yê ku dehan salan li pey doza Kurdistanê ne hene. Ji bo Kurdistanê her roj canê xwe feda dikin. Li deşt û çiyan ji bo Kurdistanê şer dikin. Li kolan, zindan û metrepolan têkoşîna wê dimeşînin.

Rêber Apo di salên 1970’yî de bi gotina Kurdistan mêtîngehe dest bi têkoşînê kir û doza Kurdistanê anî heta roja îro. Ev gotin ji bo wî bibû bingeha têkoşînê. Li ser wê gotinê derket rê û îro li welatê Kurdistanê kurdên serhildêr û berxwedêr hene. Dibe ku Kurdistan mêtîngeh be lê Kurd dikarin li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Rêber Apo digot; kesekî nikarîbû navê wî welatî bêje lê em rabûn û me welatparêziya wê kir. Doza Kurdistanê îro gihiştiye qonaxeke bilind. Vê dozê cesaret da kurdan. Ji ber vê yekê ye Cemîlê Sêrtî rabû û got kurd û Kurdistan tên înkarkirin. Eger ne ji vê dozê bûya, kê dikarîbû navê kurd û Kurdistanê bêje? Vê dozê hişt ku dagirker bi xwe jî navê Kurdistanê bînin ziman. Erdogan bi xwe li meclisa tirk navê Kurdistanê bi kar anî. Mînaka Bînalî Yildirim û dehan rayedarên dewletê hene. Dema ku dixwazin Kurdistanê dibînin lê dema naxwazin jî xwe kor dikin. Vê pergalê heman zihniyet xistiye serê civaka xwe jî. Diviyabû Meral Akşener an jî rayedarekî dewletê rabûyêna û gotibûna nabe ku kurdek ji ber gotina Kurdistanê were binçavkirin. Lê li cem wan kurd û Kurdistan tune ne. Eger kurd hebe divê mirî be û ew jî bê gor be.

Dema ku Meral Akşener çû Sêrtê û gotinên Kurdistanê dihat bikaranîn êvara 29’ê cotmehê bû. Yanî salvegera wê rojê ye ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin. Ji wê rojê û şûnde bi awayekî fermî kurd têne înkarkirin û qirkirin. Vê komarê hebûna xwe di tunebûna kurdan de dîtiye. Ji bo vê yekê ye xwe li navê Kurdistanê ranagirin. Ji bo vê yekê ye çi li ser navê kurd û Kurdistanê hebe tune dikin û talan dikin. Me dît bê çawa bajar û navçeyên Kurdistanê bi erdê re kirin yek. Lê çi dikin nakin nikarin vê rastiyê tune bikin. Îro Kurdistanek heye û ev yek bi belgeyan jî hatiye piştrastkirin. Beriya bi hezar salî ev nav hatiye bikaranîn. Ne tiştekî îro ye ku em şahidan bînin û tespît bikin. Mesele ew e ku dewleta tirk vê yekê qebûl nake. Ji bo ku kes qala Kurdistanê neke her zilm û zor pêk anî. Lê dîsa jî nekarîn vê rastiyê biguherînin. Îro welatê me Kurdistan e, zimanê me kurdî ye û em kurd in. Herî kêm 50 milyon kurd li cîhanê hene û piraniya wan jî li ser axa Kurdistanê ne. Ev dewlet jî dizane dema diçe Kurdistanê pê dihese ku ew der welatekî din e. Ziman û çanda me ne yek e. Bi gotina me çi ferqa me heye ev pirsgirêk çareser nabe. Ferqa me heye û divê me nas bikin. Heta ku xwe li kurd û Kurdistanê ranegirin wê hezar salên din jî pirsgirêka kurd çareser nebe. Ev dewlet û zihniyet e ku pirsgirêka kurd derxistiye. Bi gotina wan kurd û Kurdistan tune nabe. Çareserî naskirina kurd û Kurdistanê ye.

Nûçeyên Têkildar