Nêrgiz Ismayîl |
Bi dehan nivîs li ser destana berxwedana Kobanê hatine nivîsandin. Di her nivîsekê ango çîrokekê de bûyerên rasteqîne qewimîne. Ya herî bi wate û xweş gava mirov li kêleka wan kesên ku raste rast di nava wê berxwedanê de mane bibîne û guhdarî wan bike. Mirov gelek dilşad û bextewar dibe ku şoreşa Rojava derfeteke wiha daye me ku em bikaribin li wan kesayetên ku birîndarbûne jî guhdarî bikin û bi wan re herin wan kêliyên dîrokî. Ekîn Ararat jî yek ji wan keçên kurdan e ku ji bakurê Kurdistanê berê xwe da Rojava û tev li Berxwedana Kobanê bû. Di heman demê de li wê derê birîndar bû. Ekîn behsa wan rojan rojên berxwedanê wiha dike.
*Beriya ku tu berê xwe bidî Kobanê tu li ku derê bû û te çawa ev biryar girt ku beşdarî berxwedaniyeke wiha bibî?
Ekîn Ararat: Di destpêkê de ez hemû xebatkarên Rojnemaya Welat silav dikim û kar û xebatên wan pîroz dikim. Her wiha şehîdên şoreşa Kurdistanê û taybetî yên Berxwedana Kobanê bi minetdarî bi bîr tînim. Her wiha hevalên min ê gazî û birîndar jî silav dikim. Rastiyek wiha heye ku dibe dijminan welatê me parçe kiribe, lê belê di hizir û bîra me de Kurdistan yek e. Ji bo wê li ku derê şer û ceng hebe li wê derê hemû ciwanên Kurdistanê tev li dibin. Va ye em jî wekî ciwanekî bakurî dema bihîst li rojavayê Kurdistanê taybet li Kobanê şerekî dijwar diqewime, mirov wekî wijdan û exlaq ji xwe re qebûl nake ku di cihê xwe de wekî temaşeger bimîne. Ne tenê ez li her deverê Kurdistanê û cîhanî beşdarî vê berxwedaniyê bûn. Di destpêkê de şer ji gundan destpê kir. Erê rast e wexta ez çûm şer destpê nekiribû, wê demê li hin cihan derveyê bajêr hin diyardeyên ku dê şereke dijwar biqewime, hebû. Heta wexta em derbasbûn, hevalek bi me re hebû navê wî Sîdar bû, di hefteya yekemîn de şehîd bû. Ew bi xwe ji Serhedê bû. Wê çaxê çeteyan êrîşî gundan dikirin. Jixwe hin gund girtibûn, nêzî hevdu bûn jî. Çeteyan her gundek bigirtana li mizgeftan tekbîra “ALAH Û EKBER” dikirin. Wê demê dihate fêmkirin ku ew gund di destên wan de ne. Me jî amadekarî dikir ku ew gundên di deste DAIŞ’ê bûn, ji wan bigirin.
*Baş e wê demê we xwe çawa bi rêxistin dikir? Yanî di rewşên ku êdî dê şer dijwar bibe de?
Ekîn Ararat: Belê, tabûra hereketlî avabû û em jî ketin nav, ev tabur yekem tabura hereketlî bû ku li Kobanê tê avakirin. Jixwe em şervanên jin û xort bi hev re bûn. Erka me ev bû ku li ku derê êrîşên çeteyan çêbibin em ê li wê derê şer û parastinê bikin. Em diçûn giştî herêman. Ê wexta me dît ku gund dikevin destê wan de, hevalê me Sîdar wê demê şehîd bû. Şehîdbûna wê bandora xwe li min kir. Kesayeta wî xwezayî bû, durust bû, fedekar bû, dudilî li gel wî nebû, bi hevalên xwe re rast bû, di jiyanê de zindî bû. Beriya şehîd bibe me bi hev re fotbolê lîst. Di taburê de piranî ciwanên Kobanê bûn em jî yên Bakur bi tiliyên destan dihatin hejmartin. Sîdar di pevçûnê de şehîd bû. Wekî din şehîd Têkoşîn jî hebû. Bêguman di destpêkê de zehmetî hebûn, lê hêdî hêdî em fêr bûn.
*Rewşa çeteyan û amadekeriyan wan wê demê çawa bû? Çawa nêz dibûn?
Ekîn Ararat: Rast e, çeteyan ji derveyî bajêr amadekariyên wan hebûn, dixwestin ji hêla gundan destpê bikin û paşî bajêr dorpêç bikin. Lê belê em jî li gorî pîvanên leşgerî tevdigeriyan, her demekê li cihekî bûn, em hereketlî bûn. Bi zanebûn em tevdigeriyan. Dema derfet hebûya perwerdaya bîrdozî û leşgerî didît. Ev rastî hebû ku bi qasî wan cebxaneya wan hebû ya me tune bû, bi qasî ku hejmara wan hebû ya me kêm bû. Lê îradeya ku li gel me li gel wan nebû. Çavkaniya êrîşên wan derzî û hebên hişbirê bûn, lê belê ya me bîr û baweriya bi azadiyê bû. Ev rastiyek bû û divê her kes vê yekê bizanibe.
*Belê şerê fermî çawa hat destpêkirin? Tu bû şahida çi bîranîn û bûyeran?
Ekîn Ararat: Gundê Ta’likê hebû. Li wê derê êrîş çêbûn. Ji bo ku em bikaribin li ber xwe bidin, di navbera dîwaran de me perdeyên mala dirêj kirin. Her wiha me ji balgîhan weke sêperan ji xwe re çêkirin. Bi temamî tektîkên ferîlatî me bikar dianî. Heta me çalakiyek wiha pêşxist bîst çete hatin kuştin. Sê -çar rojan em li wir bûn gundê Ta’likê pevçûn berdewam bû. Piştî wê ez çûm gundê Bûrêz, hevala me ya fermandar Mediya hebû. Li kêleka me gundê Degirmen hebû pevçûn li wir jî dijwar bû. Rast e di hêla xwarin û cilan de zehmetî hebûn. Çeteyên ku hatin xurtbûn, êrîşî Mûsilê kiribûn, bi hêrs êrîş dikirin. Hevala me Agirî ji Kobanê hebû, ew jî di şerê Efrînê de şehîd bû. Gelekî fedekar û zindî bû. Niha carna wan deman tînim bîra xwe matmayî dimînim. Çekên me yên xurt nebûn, pir luksa me nebû lê em bi ser diketin, ji ber ku baweriya me bi serkeftinê hebû. Baweriya bi serkeftinê dihişt ku em xwedî hêz bin û lewaz nebin.
Êdî me xwest em berê xwe bidin girên bilind ji bo ku bikaribin baş şer bikin. Fermandarên me Zozan û Êrîş hebûn li wê derê şehîd bûn. Şehîd Zozan hevaleke kevn bû. Ji her deverê fîşek dihatin. Me di tepeyan de şer kir, weke Girê Miştenûrê. Baran jî dibariya, meha çileyê bû. Ruhekî germ hebû. Heta tê bîra min xortek kobanî hebû navê wî Ciwan bû, kes nema ez bi gruba wan re çûm ser tepeye, ji bo em şer bikin.
*Ji wê deme çi tê bîra te û ji bîra te naçe?
Ekîn Ararat: Dîmena ku qet nikarim ji bîr bikim ev bû; Ez tenê hevaleke jin li gel wan bûn. Ez heta nîvê şevê li gel wan bûm. Ev xortê kobanî Ciwan ji min re got here hinekî îstîrahet bike. Min got na tu îstîrahet bike, wan jî gotin na tu here îstîrahet bike. Wiha xuyabû ji ber tenê ez hevala jin di nav gruba wan de bûn dixwestin li min miqate bin. Welhasil ez ketim hundirê sengerê min xwe dirêj kir. Bi qasî du demjimêran razam. Dema rabûn min dît ku çakêt şehîd Ciwan li min bû, ez gelekî bandor bûm. Pişt re min çakêtî wî avêt ser milê wî. Ewqase di wê sermayê de tenê bi hevalên xwe fikirandin hebû ev yek gelek bandorê li mirovan dikir. Di nava me de bawerî hebû, hevaltî hebû. Her kes bi hev bawer bû. Ji ber bawerî hebû serkeftin û berxwedanî jî hebû. Rast e me hev nas nedikir lê hevaltiyê dihişt ku mirov wiha destpê bike ku bi salan e em pev re ne. Yanî ez qet nikarim hevaltiya şehîd Ciwan ji bîr bikim. Di wê berxwedaniyê de şehîd bû.
*Wekî din hevalên ku li bîra te heye?
Ekîn Ararat: Şehîd Kurdo hebû. Heta niha ew heval nehatiye nivîsandin. Hevalek ji herêma Nisêbînê bû. Di tabûra me de bû. Hevalekî pir şerker bû, bi cesaret bû. Li ser girê, di pevçûnê de birîndar dibe, çete nêzîkî wî dibin, ew dizane ku nêzîk dibin, disekine, dema tam nêz dibin bombeyên xwe bi xwe de diteqîne û çeteyan jî bi xwe re dikuje. Hîn jî behsa wê çalakiya wî ya fedayî nekirine. Divê heqê wî şehîdê bê dayîn. Di şer de derfet nebû em fotorafan bigirin. Beriya şehadeta wê bi demjimêrekê bi me re axivî. Şehîd Mediya ji me re got ku hevalê Kurdo li ser cîhazê bi min re axiviye gotiye min bêriya we kiriye, pirsa rewşa me kiriye. Çend demjimêr derbas bû xebera şehdîbûna wî ji me re hat. Wiha em gelekî bandor bûn, ew bandor ne lewazbûn e, me xwest em xwedî li wê cesareta wî derkeve. Her demê qehreman hêzê didin, baweriyê xurt dikin.
Di wê berxwedaniyê de her tişt hebûn. Heta kesên ku nikarîbûn li ber xwe bidin hebûn direviyan. Kesên ku qehremantî bike jî diman hebûn. Ji ber ku çeteyan şerekî yeman dikirin, ne hêsane serjêkirina mirovan, bi hovitî qetlikirin û talankirin, êrîşî nirxên mirovahiyê bi vê hêrsê, loma mayîna di nav wê berxwedaniyê de bi serê xwe berxedaniyek pir mezine û bi wateye.
*Gelo birîndariya te kengî çêbû? Çawa bû?
Ekîn Ararat: Êrîşên ku hatin kirin ne hema wiha ji rêzê bûn. Bi wehşiyetekê ku di cîhanê de nehatiye kirin, pêk anîn. Her carê hevalên me digotin bi hezaran firok dê werin, bi hezaran teqwiye werin, rastî ne wisa bû, kes nebû were, lê ev yek jî ji bo me dibû moraleke mezin.
Heta em ketin bajêr jî şerê dijwar dihate kirin. Derfeta me jî nebû em dijmin bişopînin. Heta Erdogan gotin gotiye. Di warê ragihandinê jî gelek êrîşî me dihate kirin lê belê xebera me nebû. Em tenê berxwedanî û parastinê difikirîn. Em di wê baweriyê de bû ku em ê bi ser bikevin. Eger ev bawerî nebûya ez dibêjim ne gengaz bû ku em bi ser bikevin. Ji ber şerekî pir dijwar bû, teknîkekî mezin û bi rawestandin. Lê ew ruhê berxwedanî li pêş bû. Tu cihekî Kobanê nemabû ku şer lê neqewimî. Wiha di bajar de jî şerê fermî dest pê kir, firokan jî lê didan. Ev rastî jî hebû ku wiha hema firokan li cihên vala didan ne ji bo xelaskirina me. Lê belê dema dîtin ku em dernakevin û li ber xwe didin êdî firokan destpêkirin cidî lêdan.
Hevalan gotin firoke lêdide. Lê em venegeriyan me got em ê herin çalakiyê, firokê lê bide nede, ev ji bo me ne pirsgirêk e. Me nexwest em vegerin. Piştî me biryar da me ji koordînê re got. Ez û du hevalên xort bûn. Em ketin gund, me kontrol kir. Beriya em herin çeteyan bi me hesiyan bûn ku em li wan derdoran hene. Wan jî bi çekên giran li me dan. Me sengerên xwe bernedan.
Ez û hevalekî di bin doçkayê de man. Me xwest em cihê xwe biguherînin. Tişta ku ji bîra min jî naçe di wê kêliya ku em di nava pevçûnê de bûn, li hêla me ya din ê sînor Pirsûs hebû li wir dawet hebû, dengê şahiya rizgarkirina Kobanê dihat. Hevalek xort hebû, paşê ew jî birîndar bû. Ez û li gel hevbûn, fîşekên BKC bû li min ket, li nava min ket. Hevaleke jin navê wê Jiyan hebû ji min re got tu ji ku derê xwe birîndar bû, min nizanîbû, min digot qey ji lingê xwe birîndar bûme, dema birîn germ be mirov bi xwe nahese. Êdî wexta demek çû, Jiyan pirsa rewşa min kir, ez keniyam min got welehî xuyaye ne lingê min e, zikê min e. Em keniyan. Tenê derziyek xwînê sekinandinê li min xistin, wiha xwîna min sekinî. Paşî min dît rewşa min jî giran dibe.
Kenê min tê; hevaleke me ji Kobanê hebû, ji ber rewşa min êdî ne baş bû, min li pişta xwe kir û bazda. Min ferq kir berê me dide çeteyan, min jê re got Xebat ka ma tu berê me dide çeteyan? Li derdora xwe meyze kir, keniya got: Ê ma li vî alî fîşek tên, li vî alî çete hene. Di wî halî de em keniyan û keniyan. Ji tenê derdê wî min xelas bike, lê haj xwe nema ye ku ez li pişta wî me û berê xwe dide çeteyan. Hevalê Adil hebû da dû Xebat û jê re got ma tu berê xwe didî ku derê. Ez gelekî mereq dikim gelo Xebat li ku derê ye. Ji wê demê ve min ew nedîtî. Nizanim li ku derê ye. Min gelekî pirsa wî jî kir. Adil jî ji Kobanê bû, min bihîst di hemleyên gundan de ew jî şehîd bû.
Hetanî wî çaxê min tu xwîn di devê xwe de navêt. Lê çawa gihiştim cihê hevalan li wir min xwînê avêt. Heta bijîşk Akif hebû alîkariya min kir. Heta niha jî zehmetî di wê mijarê de hene.
Dikarim vê bibêjim ku qet nikarim keda wan şehîdan ji bîr bikim. Ew rêhevaltiya ku hat jiyîn her demê dê di hizrê min de zindî bimîne. Şîrovekirina berxwedana Kobanê ne hêsan e. Mirov çiqasî bibêje jî li gor nêrîna min kêm dimîne. Ji bo famkirinê divê mirov wê deme li wê derê bijiyan. Dîtin û gotin nabe yek. Bijî berxwedana Kobanê.