PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li Heftanînê operasyona şoreşgerî ya gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li Heftanînê operasyoneke şoreşgerî kirine û di encamê de 3 çeperên dagirkeran tevî dagirkerên tê de îmha kirine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 30’ê cotmehê de li Heftanînê ji 2 baskan ve li dijî dagirkeran çalakî hatiye lidarxistin û 3 çeper hatine îmhakirin. HPG’ê diyar kir ku li Xakurkê jî gerîla derbên giran li dagirkeran dan û li Avaşînê jî şerekî giran qewimî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

Li qada Keşanê ya herêma Heftanînê, 30’ê cotmehê saet di 07:00 de hêzên me ji du baskan ve li dijî hêzên dewleta tirk a dagirker çalakiyeke koordîneyî ya gerîla kirin. Hêzên me ji du baskan ve xwe nêzî dagirkeran kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên nîv otomatîk li 3 çeperên dagirkeran dan. Her sê çeper tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi bombeyên destan û çekên ferdî ketin nava çeperên dagirkeran û li konên dagirkeran dan. Bi destpêkirina çalakiyê re dagirker ji ser gir reviyan û li derdorê belav bûn. Çepereke hawanê û hawana 60 mm’yî, çepereke BKC û çeka BKC, çepera çavdêriyê û du konên ku malzemeyên leşkerî tê de bûn bi temamî hatin îmhakirin.

Baskê destpêkê yê çalakiyê çû ser 2 cenazeyên dagirkeran û çekek bombeavêj ji ser dagirkeran rakir. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî çû ser 4 cenazeyên dagirkeran û 3 çekên ferdî ji ser dagirkeran rakirin. Girê ku dagirker li ser bi cih bûbûn û çeperên li ser vî girî bi rengekî serketî hatin îmhakirin. Di pêvajoya vekişînê de hevrêyekî me birîndar bû. Hêzên me yên ku xwest hevrêyê me yê birîndar bi selametî ji qadê derxînin, şerekî giran li dijî dagirkeran kirin. Agahiyên li ser encama vî şerî wê piştre bi berfirehî bêne parvekirin.

Di operasyona şoreşgerî ya serketî de ku hêzên me li Heftanînê kirin; 6 çeperên dijmin tevî dagirkerên tê de hatin îmhakirin, çepereke hawanê û hawana 6 mm’yî, çepereke BKC û çekek BKC, çepereke çavdêriyê û du konên ku malzemeyên leşkerî tê de bûn hatin îmhakirin. Çekek bombeavêj û 3 çekên ferdî ji ser dagirkeran hatin rakirin. Hêzên me çûn ser 6 cenazeyên dagirkeran lê belê hejmara zelal a dagirkerên hatin cezakirin nehate tespîtkirin. Lê belê hejmara dagirkerên hatine cezakirin hîn zêdetir e.

Gerîla xwe berda nava dagirkeran û ji nêz ve lê dan

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

Êvara 30’ê cotmehê li derdora gundê Dayîlan ê navbera Girê Lêlîkan û Girê Kevortê yên Xakurkê, hêzên me xwe berdan nava dagirkeran. Ji nêz ve bi bombeyan û çekên ferdî li dagirkeran hat xistin. Herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dagirkeran tevî hêzên PDK’ê li derdorê dest bi operasyoneke hevpar kirin. Ev operasyon piştî rojekê bêencam bi dawî bû.

Çalakkiya koordîneyî ya ji 2 baskan ve

Di çarçoveya pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ ya KJK’ê;

31’ê cotmehê saet di 14:00 de li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li derdora Girê Koordîne, hêzên me yên YJA Starê ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dar xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji cihekî nêz ve li kûleya çavdêriyê xist ku 2 dagirker tê de bûn. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, kûleya çavdêriyê jî hate îmhakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li 2 sîstemên kamera yên mobesse, sîstemeke ronîkirinê, paneleke rojê û projektureke dagirkeran xist û îmha kir.

Li Avaşînê şerê giran, gerîlayek şehîd bû

26’ê cotmehê li herêma Avaşînê li qada Stûnê, di navbera hêzên me û artêşa tirk a dagirker de li derdora gundê Kiyê şerekî giran qewimî. Hevrêyê me Rûmet Cîlo yê ku di vî şerî de bi giranî birîndar bû, bi birîndarî kete destê dagirkeran. Hevrêyê me li dijî pêşniyara nokerî û teslîmiyetê ya dagirkeran bi sekna milîtanî ya Apoyî bersiv da û ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve bi îşkenceyê şehîd hat xistin. Hevrêyê me Rûmet ê leheng tevî ku bi giranî birîndar bû serî li ber îşkenceya derveyî mirovahiyê ya dagirkeran netewand. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Rûmet wiha ye:

Nasnav: Rûmet Cîlo

Nav paşnav: Mûhammed Hiso

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-Bav: Sûzan-Ferît

Dem û cihê şehadetê: 26’ê Cotmeha 2021’an / Avaşîn

Hevrê Rûmet li Efrînê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz û nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de mezin bûye. Di nav Şoreşa Azadiyê ya Rojava de jî cih girtiye û tev li nav refên şoreşê bûye. Hevalê me di nava demeke kurt de bûye fermandarekî jêhatî û di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de roleke mezin bi cih aniye. Piştî Şoreşa Azadiyê ya Rojava wî berê xwe daye çiyayên qedîm ên Kurdistanê û di sala 2016’an de tev li nav refên gerîla bûye. Heval Rûmet têkoşîna xwe wekî gerîlayekî li hember dewleta tirk domandiye. Heval bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar di nav hevalên xwe gelekî hatiye hezkirin û di şer û jiyanê de her dem di nav refên pêş de cih girtiye. Di 23’ê nîsanê de dema ku dewleta tirk a dagirker li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê êrîşên dagirker da destpêkirin wî bêyî fikar çeka xwe hildaye û çûye nav çeperên şer. Ji îşkenceya dewleta tirk a dagirker heta ku şehîd bû, wî tu carî dev ji ruhê milîtan ê Apoyî berneda. Heval Rûmet bûye ruhê berxwedana efsanewî ya li Avaşînê û ji bo me hevalên li dû wî mane jî bûye sedema serfiraziyê.

Malbata hêja ya heval Rûmet di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê berxwedana hevalên xwe bigihînin serfiraziyê.

Operasyonên dagirkeriyê û êrîşên hewayî

Di 21’ê cotmehê de artêşa tirk a dagirker li ser herêmên Girê Kartal, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Elî û Girê Şehîd Dîren a Avaşînê operasyoneke dagirker dabû destpêkirin. Operasyon di 29’ê cotmehê de vekişiya.

Di 1’ê mijdarê de saet di navbera 19.00 – 10.00’an de li ser herêmên Tabûra Ereba û Mervanosê ya Avaşînê helîkopter geriyane. Di heman saetan de bi helîkopterên êrîşê qada Tabûra Ereba hatiye bomberdûmankirin.

Di 1’ê mijdarê de saet di navbera 15.10 û 19.50’î de qadên Kunîşka, Karker, Girê Rûbar û Tîpa T a Zapê bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê hatiye bomberdûmankirin. Di 2’ê mijdarê de di destê sibehê de jî qadên Şikefta Birîndara û Çiyayê Reş bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer hatiye bomberdûmankirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar