Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê ku xwe dispêre çavkaniyekî, çeteyan bi erebeyekê li ber klînîka Dr.Rakan li bajaroka Silokê ya girêdayî Girê Spî rawestiyan û 3 jinên ku li klînîkê bûn revandin.
Çavkanî tenê navê jineke ku hatiye revandin bidest xist û navê wê wiha ye: Seher Mihemed El-Xelûf ji eşîra El-Meradat a bajarokê Hemam Turkman a kantona Girê Spî ye.