Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

NPG: Em çalakiyên Keşan û Dayîlanê pîroz dikin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê ji ber çalakiyên li Keşan û Dayîlanê hêzên gerîla pîroz kir û wiha got: “Herdu çalakî ji aliyê temsîlkirina ruhê êrîşê ve operasyoneke şoreşgerî ya cihê şanaziyê ye.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiyên li Keşan û Dayîlanê hêzên gerîla pîroz kir û ev tişt parve kir:

“Ji bo Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ku di sala 2021’ê de eyaletên we jî tev li bûn, hêzên me di asteke diyarkirî de tevkarî lê kir. Hûn jî tev li berxwedana mezin a li Avaşîn, Zap û Metînayê bûn. Em bi taybetî çalakiyên we yên Keşan û Dayîlanê pîroz dikin ku di 30’ê cotmehê de hatin lidarxistin û beranberî ruhê berxwedana mezin ê li Werxelê, Girê Sor, Mamreşo û Zendûrayê ye.

Ev çalakiyên ku tê wateya îfadeya sekna ruhê fedayî yê Apoyî yê li Werxelê û Tepê Sor, bûne gaveke gelekî girîng. Bi taybetî ji ber ruhê êrîşê yê ku temsîla wê dikin, bûne pêngavek. Her çend li Heftanînê di dema vekişîna ji çalakiyê de ji ber hin pirsgirêkan şehîd hatibe dayin jî, bi ruhekî bilind ê êrîşê li dijmin hate xistin, di her du çalakiyan de çûn ser dijmin. Ev yek ji aliyê temsîlkirina ruhê êrîşê ve operasyoneke şoreşgerî ya cihê şanaziyê ye.

Ji ber vê yekê, di serî de fermandariyên we yên eyaleta Heftanîn û Xakurkê, em hevalên ku tev li van çalakiyan bûne û yên ked dane hemûyan pîroz dikin û hêvî dikin ku serketinên we dewam bikin. Li ser vê bingehê em çalakgeran û hêzên li eyaletê hemûyan silav dikin, serketinê ji wan re dixwazin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar