PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şermezarkirina Darbeya 4’ê Mijdarê: Darbekar têk diçin, HDP geş dibe

HDP’yiyan darbeya 4’ê Mijdarê protesto kirin û diyar kirin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li ber têkçûnê ye

Navenda Nûçeyan |

HDP’iyan li gelek bajaran Darbeya 4’ê Mijdara 2016’an şermezar kirin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li ber têkçûnê ye û HDP jî bi berxwedanê hêza xwe mezintir dike.

Amed

Rêxistina HDP’ê ya Amedê li Parka Xezalê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, rêveberên bajar û navçeyan ên HDP’ê, Alîkarê Hevserokê Giştî yê ESP’ê Baycan Taşkiran, nûnerên saziyên sivîl jî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Bajêr a Amedê Zeyyat Ceylan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Armanca sereke ya darbeyê, dîlgirtina siyaseta demokratîk e  û tê xwestin daxwaza gelan a ji bo wekhevî, azadî û aştiyê tune bikin. Di hemû serdeman de bi hincetên cihê ev operasyon li hemberî partiya me hatine kirin û armanca hevpar a van operasyonan ev e ji ber ku li hemberî faşîzma li Tirkiyeyê îtîrazeke me ya rêxistinkirî heye û em hêza civakî û siyasî ne, dikarin li jiyana hevpar û azad a gelan ava bikin.

Dema ku em hatin destgîrkirin, hatin girtin, avahiyên me yên partiyê û mîtîngên me hatin bomberdûmankirin, şaredariyên me hatin desteserkirin me got ne HDP wê faşîzm têk biçe. Di vê pêvajoyê de kesên di ji bo ku çareserî pêk neyê israr kirin têk diçin û partiya me li ser xwe ye, bûye hêviya gelên Tirkiyeyê. Desthilatdariya AKP û MHP’ê bi şer û operasyonên tasfiyeyê yên li hemberî siyaseta demokratîk dixwaze temenê xwe dirêj bike. Li hemberî vê desthilatdariyê avakirina xeta têkoşîna civakî û siyasî wekî duh îro jî bingeha hebûna me ya siyasî ye.”

Ceylan diyar kir ku wê li hemberî tasfiyeya siyaseta demokratîk bêtir li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya rêxistinî û siyasî bidomînin.

Riha

Li avahiya partiyê ya Rihayê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ziya Çalişkan axivî û ev tişt anî ziman: “5 sal piştî darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê em careke din dibêjin; em ê tu carî teslîmî operasyonên zilmê nebin. Em soz didin gelê xwe ku têkoşîna ji bo demokrasî, aştî û azadiyê bi biryardarî bimeşînin.

Mêrdîn

Darbeya 4’ê Mijdarê li navçeyên Artûklû, Qoser, Nisêbîn, Mîdyat, Stewr, Kerboran, Mehsert, Dêrik û Şemrexê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Li navçeya Artûklûyê li ber avahiya partiyê ya HDP’ê pankarta bi nivîsa ‘Na ji darbeyên siyasî re’ hat hildan û dirûşma ‘Zext nikarin bi me’ hat qîrîn. Hevserokê HDP’ê yê navçeya Artûklûyê Bekîr Dag diyar kir ku HDP li dijî êrîşan li ber xwe dide û wê vê têkoşîna xwe dewam bike.

Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû jî destnîşan kir ku gel bi bexwedana xwe êrîşan têk dibe.

Şirnex

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî gelek kes li ber avahiya partiyê li hev civiyan û daxuyaniyek dan. Beriya daxuyaniyê avahiya partiyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabûha Akdag diyar kir ku li gel êrîşan jî HDP têkoşîna xwe dewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar