Ji van yek mijara bikaranîna gaz û çekên kîmyewî ye. Yê duyemîn mijara xiyaneta li Başûr e. Weke gelek mijarên wisa ku çawa yekser bi hevre têkildar in, bêgûman ev her du mijar jî pir têkildarên hev in. Her wiha bertek û helwesta dijberî van mijaran jî ewqas girêdayî hev in.
Mijara yekem a bikaranîna gaz û çekên kîmyewî, erê her çendî hem li Kurdistanê û hem li gelek deverên cîhanê hatibin bikaranîn jî, em ê di vê gotara xwe de bi taybetî li ser ên dema AKP’ê rawestin.
Bi giranî di van her du salên dawî de, ji ber lawazketina vê desthilatiyê ya li hember berxwedan û têkoşîna Tevgera Azadiyê û bi giştî ya gelê Kurdistanê, dest avêtiye bombebarana gaz û çekên kîmyewî.
Li dijî van bombebaranên gaz û çekên kîmyewî yên faşîzma AKP-MHP’ê, bertek û helwesta hêja, pêngava bi navê ‘Ji bo Dîktator Were Darizandin 100 Sedem û 100 Hezar Îmze’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd-Ewropayê(TJK-E) ve, di 25’ê Mijdara 2020’î de hatibû destpêkirin e. Îsal jî şaxê heman tevgerê yê Swîsreyê, dewama vê pêngavê/kampanyayê, bi xurtî nûjen kiriye û dide meşandin.
Ji bo mijara duyemîn jî, dîsa di pêşengiya jinan de; Dayikên Aştiyê, li dijî hevkariyên dewleta AKP-MHP’ê û rêveberiya PDK’ê, bertek û helwestek bi rûmet dane destpêkirin. Erê bi taybetî ji bo ku cenazeyên Şehîdên Xelîfanê bigirin, di 4’ê Cotmeha 2021’an de ev çalakiya girîng çêkirine û va ye mehek çêbû hîn jî dewam dike. Lê bi bingehîn ev helwest ji bo PDK’ê destê xwe ji vê hevkariya xiyanetê ya li gel dewleta faşîst a AKP-MHP’ê vekişîne dane destpêkirin û wisa diyar e heta bigihêjin armanca xwe dê bidomînin.
Bi taybetî di van her du mijaran de û her wiha di hemû mijarên kurdistanî de, gilî û gazinc ji dewletên dagirker-mêtinger nayê kirin, belê ji hemû hêzên kurdistanî gilî, gazinc û rexneyên avaker tên kirin.
Li vir sermijara rojevê siyaset û helwesta PDK’ê ye. Helbet li başûrê Kurdistanê gelek partî û rêxistin hene û kêmek ji wan, di asta bilind de jî dibin hevparê gunehên PDK’ê. Ji ber ku gelek gazinc û rexne û bi piranî jî daxwazên neteweyî û kurdistanî ji PDK’ê re hatine kirin, bi zimanê herêmê mirov bêje ger; qasî dinyakê bang û daxwazên neteweyî/Kurdistanî jêre hatine kirin lê sed heyf û mixabin bersivek erênî û kurdistanî û heta însanî jî nehatiye dayîn.
Jixwe ger mirov bala xwe bide vê çalakiya li ber deriyê Sêmalkayê, dibe ku weke daxwazek însanî/mirovahî bikeve pêşiya her daxwazê. Lê dîsa jî bersivek erênî ji van rêveberên PDK’ê derneket. Êdî mirov nizane bi çi şêwazan bang û daxwazan ji wan bike! Çi gotinê bêjê wan gelo? Bêje kurdino, bêje birano, bêje xwişkino û çi û çi…?
Van peyvan hemû bi sedan û bi hezaran car hatine gotin, lê bi kêrî tu tiştî nehatine! Her wiha piştî bi kêrnehatina van peyvên baş û qenc û hêja û bi nirx, peyvên nebaş, weke mînak hevalbendên neyaran, hevparên dagirkeran û herî dawî gotina herî giran ‘Xiyanet’ jî hat bikaranîn. Lê mixabin diyar dibe ku ev jî bi kêr nayên. Ka yên peyv û gotinên bi kêrhatî zanin bila derkevin pêş û keremkin ji me re pêşkêş bikin da ku em hemû kurdistanî jê sûd werbigirin!
Li gorî tê dîtin, dîsa divê herkesê çi zanibin ji bo başî û qenciyê, her çi kevn dibin an nûjen dibin divê were bikaranîn û xebatindin.
Lê wisa diyar e yekane çare; divê gelê Kurdistanê êşa laşê xwe bi destê xwe bixwirîne, paşê alîkariyê ji mirovahiya cîhanê bixwaze; mînakên wekî Brîtanya, Belçîka û hwd. pir bi nirx in.
Ev jî tê wateya, weke mînaka ku di van her du mijar û bertekan de hat dîtin, divê gelê Kurdistanê rêxistinbûyîna xwe xurtir bike, bi pêşengtiya jinan hem li welat û hem li derveyî welat, şêwazên çalakiyên xwe dewlementir bikin, yekitiya navxweyî berfirehtir bikin û heta desthilatdariyên van dagirkerên êdî dest bikaranîna kîmyewî jî kirine yên weke R.T.Erdogan û hevkarên wî hilneweşînin û serokên wan dernexin dadgehên weke Laheyê, ranewestin her cûreyên çalakiyên xwe nûjentir û bi hêztir bikin!