Navenda Nûçeyan |
Li Afganistanê ku di 15’ê tebaxê de Talîbanê dest danî ser rêveberiya wê, 4 aktîvîstên jin hatin qetilkirin. Cenazeyê Foroûzan Safî ku nasnameya wê diyar bûye û 3 aktîvîstên din li çaleke nêzî bajaroka Khalid Îbn al-Walid a bajarê Mezar-i Şerîf hat dîtin. Hat diyarkirin ku Foroûzan Safî ku di têkoşîna jinan de cih girtiye li zanîngeheke taybet a li bajarê Mezar-i Şerîf ders daye.