Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Keştiya Azadiyê’ dê ji bo Ocalan derkeve rê

Bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî di navbera 8-12’ê mijdarê de dê çalakiya ‘Keştiya Azadiyê’ were kirin. Înîsiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî diyar kir ku bername dê ji Yewnanistanê dest pê bike û li Îtalyayê bi dawî bibe

Înîsiyatîfa ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ bi dirûşma ‘Dem hatiye, Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’ kampanyayeke navneteweyî da destpêkirin.

Keştiya ji Ocalan re azadî dê 12’ê mijdarê bigihije Îtalyayê. Ji Almanya, Fransa, Swîsre, Brezîlya, Spanya, Swêd, Îtalya, Yewnanistan û Îngîlistanê wê nûçegihan, akademîsyen, siyasetmedar, nivîskar, nûnerên tevgerên jinan, nûnerên saziyên kurdistanî yên li Ewropayê, hunermend û siyasetmedar 50 kes tevlê çalakiyê bibin.

Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî diyar kir ku Rêber Ocalan dema ku hat Ewropayê Yewnanistan û Îtalya du rawesgehên sereke bûn û wiha got: “Rêbertî beriya 23 salan 12’ê mijdarê ji ber ku hatibû Îtalyayê Înîsiyatîfê plansaziya wê daniye ku bi navê ‘Keştiya ji Abdullah Ocalan re Azadî’ 12’ê mijdarê li Îtalyayê be.”

Der heqê naveroka bernameyê de Înîsiyatîfê ev agahî da:

“Di çarçoweya kampanyaya ‘Dema wê hatiye, ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’ de armanca ‘Keştiya ji Ocalan re azadî’, di navbera 8-12’ê mijdarê de, di roja pêşî ya bernameyê de li Yewnanistanê komploya navneteweyî nîqaş bike. Piştre di gera 3 rojan a keştiyê de kesên ku tevlê gerê bûne dê paradîgmaya Abdullah Ocalan, felsefeya wî û kampanyaya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî nîqaş bikin û ramanên Abdullah Ocalan bigihînin her kesî.

Herî dawî 12’ê mijdarê ew roja ku Rêbertî gihaştibû Îtalyayê, dema ku keştî gihaşte perava Napolî ya Îtalyayê bi hezaran dostên îtalî wê keştiyê pêşwazî bikin. Piştre bi bernameyên siyasî û çandî bi dawî bibe.”

Bernameya keştiya ji Rêber Ocalan re azadî wiha ye:

*Li Yewnanistanê bername dê 8’ê mijdarê dest pê bike. Çalakger li vir wê bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan bikin.

*Êvarî li Atînayê têkilî komploya li ser Abdullah Ocalan dê panêlek were lidarxistin.

Cih: Stavropolou 33 Ayhens. Saet 18:00.

*Li kampa penaberan a Lavrîo ya Yewnistanê dê bernameyeke çandî were lidarxistin.

Cih: Danoukara1 Lavrîo. Saet: 21:00

*9’ê mijdarê keştî ji Yewnanistanê dê ber bi Îtalyayê ve biçe. Li perava li Yewnanistanê dê mîtîngek û civîna çapemeniyê were kirin.

*Dema gerê wê du bername çêbibin. Der heqê tecrîda li Îmraliyê û paradîgmaya konfederaliya demokratîk û ‘Kampanyaya ji Ocalan re azadî’ de çalakiya bernameya agahdarkirinê û bernameyeke çandî were kirin.

*Keştî 12’ê mijdarê dê bigihije Îtalyayê û li peravê bi mîtîngekê were pêşwazîkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê, saet: 12:00

Li Zanîngeha Napolî Konferansa Gel, saet 16:00

Li Şanogeha Bajêr a Napolî Konser, saet: 21:00.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar