Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di Roja Parastina Xwezayê ya Cîhanî de xwezaya Kurdistanê tê talankirin

Îro Roja Cîhanî ya di Şeran de Qedexekirina Bikaranîna Xwezayê ye. Lê li cîhanê herî zêde xwezaya Kurdistanê tê talankirn. Dewleta tirk a dagirker xwezaya Kurdistanê talan û wêran dike. Her wiha ji ber bikaranîna çekên kîmyewî dê bi dehan salan xwezaya Kurdistanê jê bandor bibe

Di sala 2001’an de Netewên Yekbûyî (NY) roja 6’ê mijdarê wek Roja Cihanî ya di Şeran de Qedexekirina Bikaranîna Xwezayê destnîşan kir. Li gorî Netewên Yekbûyî di şeran de ziyanên ku bi xwezayê dikevin, dibe sedema xerabûna sîstema ekolojî û bandorek nerênî li ser mirovahiyê jî dike.

Lê dagirkerên Kurdistanê bi taybetî jî dewleta tirk di hemû şer û êrîşan de herî zêde ziyanê digihîne xwezaya Kurdistanê.

Ji bo mînak, dema mirov lê temaşe dike, dewleta tirk a dagirker ji sala 2018’an ve berovajiyê hemû yasayên navneteweyî li sînorê parêzgeha Duhok û Hewlêrê her cihên ku dagirkiriye dest bi birîna daristanan û talankirina wan kiriye. Di hezîrana 2021’an de dewleta tirk bi behaneya rêya ewlehiyê ya ji bo çiyayên Zaxo dest bi talankirin û birîna daristanên deverê kiriye.

Li gorî zanyariyan, şeş kompanyên Tirkiyeyê rojane bi berdewam li sînorê Behdînanê bi rêya 100 karker û nêzî 500 cerdevanan daran dibirin. Piştî dar tên birîn jî li cihê wan de cade, rê yan jî baregehên leşkerî tên avakirin.

Ji bilî birîna daran, li gelek gundan bax, rez û zeviyên dexlûdan ên welatiyan tên şewitandin. Li gorî gotina Rêveberê Daristan û Pawanên Duhokê Kawe Sebrî, di demên dawî de zêdetirî 5 hezar donim zeviyên çandiniyê di encama bombebaranên dewleta tirk de şewitîne.

Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya şerê 6 mehan ên li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê artêşa tirk a dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîla rabigire, 323 caran bi çekên kîmyewî êrîş kiriye.

Di encama van êrîşên bi çekên kîmyewî de ji bilî ziyanên canî, ziyanek mezin li xwezaya Kurdistanê bûye. Bi hezaran ajal û zindiyên din telefbûne, her wiha tê gotin ku dê bi salan bandora van çekên kîmyawî li ser xwezaya herêmê bimîne.

Di beramberî van êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê de heta niha ne hikûmeta Başûr û Iraqê ne jî rêxistinên navneteweyî yên jîngehparêz tu helwestek cidî nîşan nedane û bêdeng mane. Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar