Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Kurd ji bo azadiya Ocalan dimeşin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha zêdeyî 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Li aliyekî fikrên wî têne tecrîdkirin, li aliyê din bi tu awayî ji geşedanên derve agahî nastîne. Lê dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî hemû tecrîd û îzolasyona giran, 22 sal in ji bo aştî, çareserî û demokrasiyê li ber xwe dide. Hem li ber xwe dide hem jî bi fikr û nêrînên xwe ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê rêya çareseriyê nîşan dide. Bi paradîgmaya ku li zindana Îmraliyê pêş xistiye, li dijî paradîgmayên serdestan ên talanker, wêranker, îmhaker, modela jiyana demokratîk û ekolojîk pêşkêşî hemû gelên cîhanê kiriye. 22 sal in li dijî polîtikayên ku qira cîhanê tîne, rê û rêbazên jiyana azad û demokratîk pêş dixe. Di şertên tecdîra giran ên zindana Îmraliyê de ji bo siberoja gelên cîhanê têkoşînek pir mezin dide.

Ji ber ku gelê kurd azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibîne, her sal çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li dar dixin. Niha jî dîsa kurd ji bo azadiya Ocalan dadikevin qadan. Ji ber ku 23 sal berê Ocalan di 12’ê mijdarê de çûbû Îtalyayê, kurd berê xwe didin Îtalyayê. Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî bi dirûşma ‘Dem hatiye; Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’ kampanyayeke navneteweyî dane destpêkirin.

Kurd û dostên kurdan dê di çarçoweya ‘Keştiya ji Ocalan re azadî’ de di 8’ê mijdarê de ji Yewmenistanê derkevin rê û di 12’ê mijdarê de bigihijin Îtalyayê. 50 nûnerên kurdan ên ku di nava wan de akademîsyen, siyasetmedar, nivîskar, nûnerên tevgerên jinan, nûnerên saziyên hene, dê ji welatên Almanya, Fransa, Swîsre, Brezilya, Spanya, Swêd, Îtalya, Yewnanistan û Îngîlistanê berê xwe bidin Yewmenistanê. 50 rewşenbir dê sibê bi ‘Keştiya ji Ocalan re azadî’ ji Yewmenistanê berê xwe bidin Îtalyayê.

50 rewşenbir û nûnerên kurdan dê roja 8’ê mijdarê li Yewnanistanê komploya navneteweyî nîqaş bikin. Nûnerên kurdan dê di gera 3 rojan a keştiyê de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û felsefeya wî nîqaş bikin. Ji ber ku fikr û ramanên Ocalan tên tecrîdkirin, 50 rewşenbir, dê fikra Ocalan bi gelê Ewropa re parve bikin.

Rêwiyên Keştiya Azadiyê dê di 12’ê mijdarê de jî li Îtalyayê bi gelê îtalî re bêne cem hev û felsefeya Ocalan niqaş bikin.

Lê divê kurd ne tenê li Ewropa, divê li hemû welatên cîhanê fikr û felsefeya Ocalan bi gelên din re parve bikin. Divê her kurdek bibe hawariyê fikrên Ocalan. Ger ku îro hêzên serdest ên navdewletî bûne yek û hewl didin fikrên Ocalan tecrîd bikin, divê kurd jî li dijî vê yekê bibin yek û bi hevre fikrên Ocalan li hemû gelên cîhanê parve bikin. Çawa ku hêzên navdewletî di şexsê Ocalan de dixwazin hemû gelê kurd tecrîd bikin û bê îrade bihêlin, divê gelê kurd jî li dijî vê yekê bibin deng û peyama Ocalan. Divê êdî em vê tecrîda Ocalan qebûl nekin. Ku em tecrîda Ocalan qebûl bikin em tecrîdkirina xwe jî qebûl dikin. Îro kurd li hemû cîhanê belav bûne. Her kurdek ku ji fikr û felsefeya Ocalan bawer dikin, divê ji bo xwe bike peywir û xebatek esasî ku vê fikr û felsefeya Ocalan bi sazî, komele û rêxistinên civakî re parve bike. Bi gelê wî welatî re parve bike. Ji ber ku fikrên Ocalan ji bo azadiya hemû gelan e, wê demê divê hemû gelên cîhanê yên bindest jî li dora kurdên welatên xwe bibin yek û bi hevkarî û tevkarî ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan. 50 nûnerên kurdan sibê (8 mijdar) ji bo azadiya Ocalan bi rê dikevin. Pêwîst e hemû mirovên ku mafê azadiya wan tê binpêkirin û bi sînorkirin, li hemû welatên cîhanê dakevin qadan. Ku îro kurd li her derê dakevin qadan û bi yek dengî azadiya Ocalan bixwazin, wê demê hêzên navdewletî neçar in ku tecrîdkirina Ocalan rakin. Ji bo polîtîkaya hêzên navdewletî ya tecrîdê pûç bibe, divê kurd berî her tiştî ji polîtîkaya tecrîdê li kolanan dengê xwe bilind bikin. Kengî bi sed hezaran kurd dakedin qadan û ji tecrîdê re gotin na, wê demê dê tecrîd bişikê. Wê demê dê di şexsê Ocalan de hemû gelên cîhanê bêtir azad bijîn. Dem dema azadiya Ocalan û azadiya gelan e.

Nûçeyên Têkildar