Di saetên sibehê de li Herêma Kesk a Bexdayê bi dronek bombebarkirî êrîşê ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin.
Piştî êrîşê Kazimî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û da zanîn ku ew ji êrîşê sax filitiye û rewşa wî û ya kesên li gel wî jî baş in.
Piştî êrîşê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û keyfxweşiya xwe ji sax filitîna Kazimî ya jî êrîşê anî ziman. Wezaretê diyar kir ku karê hatî kirin karek terorîstî ye û ragihand ku Amerîka amade ye ji bo lêkolînkirina êrîşê alîkariyê bide.
Heta niha tu aliyek berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe. BEXDA