Takor zerdeşt |
Lê çima PDK di hewldana vî şerê wêranker de ye? Ez dixwazim di serî de balê bidim ser naveroka çavkaniya vê rastiyê!
Yekitiya gelê kurd ew banga pîroz û hewara her kurdekê xwedî şeref e ku her tim di zikmakî de bi dek û dolabên dijminan û kirêgirtiyên wan hatî fetisandin. Hawara ku ji mîsyona tevgera azadiya gelê kurd û rêvebertiya wê bigire heyanî serkirde, kadro û endamên wê, bi dehan sal in li ser her rûnivîsekê di guhê dîrokê de zingîne. Hawara ji her kesî zêdetir kirêgirtî jê ditirsin û li dijî wê disekinin. Hawara ku di helbestên sedan salî de şîreta destkeftên wê û xeteriya yek bi yek jinav çûn û ji ev perçebûnan ji me re bi mîras hiştin.
Lê ya rast gelê kurd ji destê îxanetê dinale, neku nebûna xwasteka yekgirtina gelê kurd. Ji bo ku îxanetkar serkeftina xwe ne di yekitiyê û ne bi hevdengiya gelê xwe de, belku li kêleka dijminan dîtiye. Mixabin di serdema me de jî îxanetkar êdî weke ‘Qaso’, weke ‘Zeynel’ û ‘Hesen Xeyriyan’ di grubek çend kesî de teng nemaye û êdî bûye xwedî hêz, bûye desthilat bi fermiyetek cîhanî û bivrê wê ji berê hîn xurttir bûye. Lê ka em baş li şopên vê desthilata bivrê qurmê binêrin!
Her kes dizane piştî esareta Rêber Ocalan ji encama komployeke navdewletî ya 1999’an şûnve dewleta tirk ji xwe piştrast bû ku êdî PKK bi dawî hat û li dewsa bombebaranan timî belavokên teslîmbûnê li esmanên Herêmên Parastinê yên Medyayê direşand. Wê demê êdî têkilyên di navbera dewleta dagirkera tirk û PDK’ê de ber bi têkçûnek ve zivirîbû. Dewleta tirk bi wê ferqê ku êdî karê xwe bi PDK’ê nema bi aşkera başûrê Kurdistanê jî weke xeta sor û dijmin binav dikir, roj bi roj navbera wan zêdetir reş û tarî dibû. Lê demê dît PKK neket û belav nebû û ji her demê zêdetir bi awayekî ber bi çav bihêz derket meydanê, li wê çaxê êdî agirbesta PKK’ê li hember dewleta tirk û yên bûna şer û pevçûnan bi êrîşên dagirkeriya tirk bi bersivdana xweparastina rewa dewam kir û di 2007’an de bi bombebaranên dewleta dagirker a balafiran yekcar ji holê rabû û di 2008’an de veguherî operasyonên dagirkariyê ku qaşo yê PKK’ê vê carê bi yekcar were tesfiyekirin. Lê piştî Destana Oremarê û berxwedana pir bi heybet a gerîlayan a li Zapê ku dewleta tirk şikestina xwe ya giran bi çavan dît, zanî bê PDK’ê dê tu encaman bi dest nexe û neçarî ji nûve xweşikirina peywendiyên xwe digel PDK’ê bû. Belgeyên van rastiyan pir in lê em ê bala xwe bidin ser çend xalan!
Helbet heyanî wê çaxê liv û tevgera Mesud Barzanî ji bo ev peywendî di gel dewleta tirk de dirust bibe dewam dikir, heta bi çendî daxwazî û peyaman daxwaz ji “George Bush” serokê demê yê Amerîkayê û “Rayen Kiroker” baliyozê wê çaxê yê amerîkî li Iraqê dike ku navbeynkariyê bikin. Heya wê çaxê Erdogan bi aşkera di bersiva nûnerên Amerîkayê ji bo navbeynkariya germkirina peywendiyên di navbera hikûmeta Başûrê kurdistanê û dewleta tirk de digot: “Mesud Barzanî ji serok eşîrekê wêdetir nîne û ez digel serok eşîran nakevim guftugoyan”. Aşkera jî bû Barzanî soza her rengê alîkariyekê li gel dewleta tirk li dijî PKK’ê dide û dibêje: “Tenê ji sala 1992’an heya 2000’î ji bo niyet paqiya xwe digel dewleta tirk me 5 hezar kuştî û 800 birîndar digel şerê bi PKK’ê re dane”. Ev gotin di belgeyên fermî yên malpera Vîklîsk’ê jî de aşkera bûn û li gorî heman çavkaniyan wî çaxî li 13\11\2007 “Rayen Kiroker” di nivîsa xwe ya fermî ya ji bo wezareta derve ya welatê xwe Amerîkayê dinivîse û behsa projeyekê jibo jinavbirina PKK’ê dike ku ji sê xalan pêk tê, pêşkeşî Mesud Barzanî dike, Mesud Barzanî jî ev proje qebûl kiriye û gotiye em tu carî dostê PKK’ê nebûne û nabin.
Li belgeyên malpera Vîklîks de yên li sala 2015’ê aşkera bûn têde li gorî belgeyên fermî ku li 9\12\2009’an de ji aliyê “Doxlaş Silêmanî” cîgirê balyozê wê çaxê yê Amerîkayê li Tirkiyeyê pêşkeşî ajansa hewalgirya welatê Amerîkayê (CIA) hatî kirin, behsa civînek du alî ya di gel “Eyub Tepe” wezîrê navxweyî wî çaxî ya li Tirkiyeyê dike û dibêje: “wezîrê navxweyê ya Tirkiyeyê radigihîne her sê saziyên îstîxbarata me, wezareta navxweyê û ya derve li ser vê hemfikirin ku kilîda ji holêrakirina PKK’ê tenê Mesud Barzani ye.” Piştî vê dewleta tirk piştrast kir ku bê PDK’ê tu carî dê nikarebe gurzên giran li PKK’ê biweşîne û peywendiyên xwe digel PDK’ê nû kir. PDK’ê jî ji wê çaxê û şûnde her ku çû di asta hevkariya xwe digel dewleta tirk hêza bazirganiya wan a siyasî û aborî jî xurttir bû.
PDK’ê bi xêra wê çendê karî zemîna hebûna xwe û aboriya xwe ya berfireh û peymana 50 salî ya bi rehîne dayîna neft û kanza û dahatê gelê Başûr li gel Tirkiyeyê, bi bazirganiyekê ji bo 50 salan xwe kirine hevsarkiriyê di destê dewleta dagirkera tirk de ku Ehmed Hacî Reşîd parlamentoyê endamê lijneya aborî ya Iraqê baştir piştrast kiribû: “Ji encama vê girêbestê (peyman) salê 117 milyon dolar tenê ji nefta herêmê qezanc digihîje dewleta tirk ku ji bo her bermîleke neftê kêmtirî 9 dolarî dide herêmê.”
Lê bi wî karî desthilat û serwet û hêza wan weke bikeve ser maşîneka bi lez ku li ser sermaye û xwîna Kurdistanê û şoreşgerên kurd dimeşe, karîn serê xwe li navendên Ewropa, Enqere û Tehranê zîq bin û bibêjin em jî siyasetvan û nûnerên siyasî yên beşek ji welatekê ne! Bi vê xefletê ku bi lîstok û planên qirêj ên dewleta tirk heya gewriyê ketine nava xwîna zarokên vî gelî û li hember her rengê pêşketineke gelerî ji bo gelê kurd bûne berbend û astengiyên herî mezin. Wan ne tenê bi vî karî rê li hember her pêşketinek pêşesazî, çandinî û civakî li herêmê dan girtin, belkî pêşî li hember stratejiyeke gelerî û siyasî ya kurdî û yekitiyek neteweyî jî dane sebotekirin, ev jî tenê û tenê li pênava mane desthilateke demkî ya malbatî.
Jixwe plana hevbeş a dewleta tirk û PDK’ê li hember tevgera azadiya gelê kurd ku îro em dibînin hevdem li gel peymana 50 salî ya bi dewleta tirk re, di sala 2013’an de yê weke îro biketa kar, lê êrîşên DAIŞ’ê li gorî plana PDK’ê û dijminan bi rêve neçû û kontrol ji destê wan derket, heya ku ji sedî 80 bi hêza PKK’ê û bi fikr û ramanên şoreşgeriya Apoyî ev hêz bi çend salan bi xwîna hezaran keç û xortên tevgera azadiya gelê kurd ji holê hat paqijkirin. Lê îro pir nimuneyên aşkera hene PDK bi wekaleta dewleta tirk çi siyasetekê li herêmê birêve dibe tiştek ji wê di xêra gelê kurd û gelê Başûr de nîne.
Ji 23’ê Nîsana 2021’an ve ku dewleta tirk êrîşek berfireh li başûrê Kurdistanê bi taybet li Metîna, Zap û Avaşînê daye destpê kirin û PDK jî zêdetirîn 21 caran bi hezaran çekdar û çekên giran şandine ser herêmên gerîla, li heman demê jî balafirên dewleta tirk ên keşfê û yên şer hevrêtî bi wan re kiriye ku piraniya caran bi israra hêzên PDK’ê alozî derketine, heta şehîd û birîndar jî çêbûne. Di van êrîşan de dewleta tirk jî bêkar nerûniştiye û bi hevbeş di gel îstixbarata PDK’ê bi dek û dolaban weke li Metîna, Derkarê, Kanîmasê û Amediyê bi hedefgirtina çekdar, pêşmerge û çeteyên Roj ên girêdayî PDK’ê û kuştina wan hewl daye di civaka başûrê Kurdistanê de rewatiyê bide agirê şerê kurd û kurd, lê bi ruxmê vê jî HPG’ê tim hewla vemirandina vî agirî daye û gavên bi armanca seknandina vî agirî ber bi paşde avêtine. Di 13\12\2020’an de li gundê Sêgirê ya girêdayî Amediyê hêzên PDK’ê êrîşî gerîlayên HPG’ê kirin û di vê êrîşê de 3 gerîla birîndar bûn û HPG’ê jibo rêgirtina şerê di navbera kurdan de û pêknehatina armancên dewleta dagirker û nokerên wê, ji vî şerî paşde vekişiyaye.
Di 13\4\2020’an de PDK’ê hêzeke zêde ya pêşmergeyan tevî gelek çek û cebilxaneyan birine herêmên gerîla, li Zînê Wertê ku 2 rojan piştî wê balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker bi sîxurtiya hêzên PDK’ê baregeheke gerîla li heman herêmê nêzî bingehê pêşmergeyan bombebaran kir û di encamê de 3 gerîla şehîd bûn, lê HPG’ê li pênava pêknehatina armanca dewleta tirk dîsa li hember vî şerê qirêj paşde sekinî.
Di 24\07\2021’an de hêzên PDK’ê li navbera girê Çarçel û girê Hekarî yên Metînayê, ber bi qadên gerîla ve çûn û alozî derket, li kêlek vê jî balafrên keşfê yên dewleta tirk li heman deverê digeriyan, diyar bû ev tevger bi hevbeşiya li gel dewleta dagirker pêk tê û gerîla neçar man ji bo pêknehatina armanca dagirkeran dîsa gavek wêdetir bisekinin.
Di 26\07\2021’an de 3 gerîlayên HPG’ê li navçeya Xelîfan bi êrîşa hêzên PDK’ê şehîd bûn û çarenivîsa cenazeyan jî bi nediyarî ma, lê HPG’ê di bersiva vê êrîşa nemerdane de tu çalakiyên bersivdayînê pêk neanîn, dîsa jî tenê bi mebesta pêknehatina armanca dagirkeran. Di heman demê de malbatên şehîdan ku ji bakurê Kurdistanê ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe hatibûn ji aliyê îstixbarata PDK’ê ve gef lê wan hatin xwarin.
Di 29\08\2021’an de komek 7 kesî ya gerîlayên fermandarên HPG’ê li derdora herêma Xelîfanê, dema ji çemê Zapê derbas dibin, dikevin kemîna hêzên PDK’ê û 6 ji wan şehîd dibin, çarenivîsa cenazeyên wan jî di destê PDK’ê de nediyar e. Wek bersiva wan bi xwe di bersiva grupa dayikên şehîdan ku li ber deriye Sêmalkayê konê nobeta wergirtina cenazeyê şehîdan vedane, gotibûn: “Herin ji dewleta tirk cenazeyên xwe bixwazin” dibe ku cenaze wek pêşeya xwe ya kevnar radestî dewleta tirk kiribin. Ji bo vê jî dîsa HPG’ê heya niha didanên hedarê li ser cîgera bi xwîn ya welatparêziya xwe givşandiye tenê ji bo rêgirî li armanca dagirkeran û kirêgirtîyên wan a şerê kurd û kurd were kirin.
Li vê derê beramber vê hemû fedakariya PKK’ê û îxanetên PDK’ê, bêdengmayîna civaka başûrê Kurdistanê, partî, siyasetmedar û her layenekê kurd, hevdengiye li gel armancên rejîma qirker û dagirkera tirk û ji exlaqê mirovahiyê pir dûr e.