Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Biden şîret li Erdogan kiriye: Tev li hilbijartinan nebe!

Rojnameya El-Nehar aşkera kir ku Biden û hin rayedarên Ewropayê ji Erdogan re gotine ‘Beşdarî hilbijartinên serokatiyê yên pêş nebe’

Navenda Nûçeyan |

Rojnameya El-Nehar El-Erebî di raporeke xwe de diyar kir ku rojnamegera tirk a pispora kar û barên Amerîkayê Bahar Feyzan hin agahî têkildarî hevdîtina Erdogan-Biden a di civîna G20’an de parve kirin.

Li gorî rojnameyê, Bahar Feyzan gotiye ku serokê Amerîkayê Joe Biden şîret li Erdogan kiriye ku beşdarî hilbijartinên dema pêş nebe û wiha jê re gotiye: “Rewşa xwe ya tenduristiyê bike hincet, tu êdî nikarî xebatên xwe yê siyasî dewam bikî.

Ne tenê Biden lê gelek rayedarên Ewropayê di civîna Romayê de ev şîret li Erdogan kir. Zexta ku Erdogan pê re rû bi rû bû, bû sedem ku rewşa wî ya tenduristiyê ji nişka ve xirab bibe, ji ber wê beşdarî civîna li Glasgowê ya roj din nebû.”

Her wiha rojnamevanê tirk Ahmet Nesîn ji rojnameyê re wiha got: “Êdî sîstema global tehemulî Erdogan nake. Erdogan dê beşdarî hilbijartinên dema pêş nebe, ne li ser daxwaza Biden an kesên din, lê belê ji ber ku ew dizane heke beşdar bibe dê bi ser nekeve.”

Li gorî Nesîn Erdogan hewl dide bikeve parlamentoya Tirkiyeyê û ji ber vê yeke heke muxalefet di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ket dê Erdogan bikare parêzbendiyê bi dest bixe û bi wê yekê dê neyê darizandin.

Li gorî agahiyên ku El-Nehar ji parlamenterekî CHP’ê wergirtine, di hevdîtina Erdogan û serokkomarê berê Abdullah Gul a li mala wezîrê parastinê Hulusî Akar de, bi awayekî sereke vegera li sîstema parlamenter û avakirina hevbendiyeke hilbijartinê ya nû hatin nîqaşkirin ku ji partiyên AKP, Saadet, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrasî û Pêşketinê pêk were da ku piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest bixin û bikarin hikûmetê ava bikin.

Li gorî rojnameger Ahmet Nesîn senaryoyeke din jî vekişîna Erdogan ji namzetiya hilbjiartinên serokatiyê yên Tirkiyeyê ye, ji bo ku wezîrê parastinê Hulusî Akar an jî wezîrê karên hundir Suleyman Soylu beşdar bibe. Lê bele Nesîn dibêje ku ji ber daxuyaniyên Sedat Peker ku Soylu nekarî wan tawanbariyan ji ser xwe rake, êdî gel wekî berê ne li aliyê wî ye.

Ji bo Hulusî Akar jî, Nesîn dibêje gel bi hêsanî nikare bi hilbijartina kesayetekî leşkerî ji bo serokatiya welêt îqna bibe, ev jî îhtîmala serkeftina wî di hilbijartinên serokatiyê de kêm dike.

Her wiha senaryoya din jî ew e ku muxalefeta Tirkiyeyê di hilbijartinan de bi ser bikeve û bi wê yekê Akar an Soylu darbeyeke leşkerî pêk bînin û desthilatê desteser bikin.

Li gorî rojnameyê, tevî ku her sê senaryoyên hatin pêşkêşkirin ji hev cuda ne jî lê belê tiştê hevpar di nava wan de ew e ku ne pêkan e Erdogan li ser desthilata Tirkiyeyê bimîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar