Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Koçberkirina kurdan karê Erdogan e

Yek ji rojnameyên sereke yên Almanyayê Bild ragihand ku koçberkirina kurdan a ber bi Belarusê karê rejîma Erdogan e. Li gorî rayedarên polîsên sînor ên alman, koçber bi seferên taybet ên kompanya ya balafir a tirk THY’ê ji bo Minskê hatin veguhastin

Navenda Nûçeyan |

Ji havînê û vir ve li sînorê navbera Belarusê û endamê Yekitiya Ewropayê, Polonyayê drama penaberan heye. Piraniya wan ji başûr Kurdistanê ne û bi hezaran penaber bi rêya balafiran gihîştin paytexta Belarus Minskê. Ji bo xwe bigihînin Almanya û welatên din ên Ewropayê li ser sînorê Polonyayê ne. Lê belê piştî ku bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê sînorê Polonyayê hat girtin, ev penaber li qada daristanî asê man.

Yek ji rojnameyên sereke yên Almanyayê Bild ragihand ku li pişt vê trafîka koçberan tevî Serokkomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko û Serokdewletê Rus Vladimir Putin, her wiha serokkomarê tirk Recep Tayyip Erdogan heye.

Rojnameyê di nûçeya xwe ya taybet de ragihand ku her sê lîder, koçberan weke çekekê li dijî pêkanînên Yekitiya Ewropayê bi kar tînin û bi berfirehî qalê kir bê penaber çawa ji Moskov, Stenbol, Antalya, Hewlêr û Şamê derbasî Minskê hatine kirin.

Ber bi Minskê û seferên balafiran taybet ên bêbilet

Serokê Sendîkaya Polîsên Federal a Alman Heiko Teggatz ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku koçber bi Rêya Hewayî ya Tirk (THY) ku ji sedî 49 ê para wê di destê dewleta tirk de ye û ji aliyê Aeroflot ve ku ji sedî 51 ê para wê di destê Rûsyayê de ye, bi seferên balafiran hatine veguhastin. Li gorî rojnameyê her du şîrketên rêyên hewayî di krîza penaberan a li ser sînorê Belarus-Polonyayê de xwedî roleke mezin in û ev yek jî ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên alman ve hatiye piştrastkirin.

Li gorî vê yekê ji bo veguhastina koçberan, hejmara seferên balafiran ên navbera welatên Rojhilata Navîn û Minskê ku di zivistana 2019-2020’î de 17 bû, vê zivistanê kirin 57 sefer û seferên ji bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê û paytexta Sûriyeyê Şamê jî li vê hat zêdekirin.

Ji navendên komkirina penaberan 2 navendên girîng li Stenbol û Moskovê ne. THY’ê hejmara seferên Stenbol-Minskê rojê kir du car. Şîrketa rêya hewayî ya Belarusê Belavia jî tevî ku kirîna bilêtan a ji bo sefera Antalya-Minskê ya li ser înternetê betal kir, ev sefer hefteyê 4 caran hat kirin.

Plana valakirina başûr û rojavayê Kurdistan

Rejîma Erdogan ku bi hevkariya Rûsya û Belarusê penaberan weke çekekê li dijî Yekitiya Ewropayê bi kar tîne, di heman demê de hewl dide başûr û rojavayê Kurdistanê vala bike. Piraniya koçberên li Belarusê ji herêmên Behdînan û Silêmaniye yên başûrê Kurdistanê ne.

Hate ragihandin ku koçberên ku piraniya wan ciwanên ji Başûr in, di ser Hewlêrê yan jî Stenbolê re derbasî Belarusê hatin kirin. Balkêş e ku ev plana valakirina bi rêk û pêk a başûrê Kurdistanê heman piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Başûr kete meriyetê. Li gorî daneyên fermî di nava sala dawî de nêzî 40 hezar welatiyên Iraqê reviyan derveyî welat, ji wan 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Penaberên ku li ser sînorê Polonyayê hatine terikandin, duh meşiyan û xwestin deriyên sînor bêne vekirin. Rêveberiya Polonyayê jî 12 hezar hêzên çekdar li herêmê zêde kir û tedbîrên tund wergirt. Di nava şert û mercên giran ên hewayê û jiyanê yê li herêmê de heta niha zêdeyî 10 penaberan li Belarusê jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar