PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Gerîla li pêşiya dagirkeran wekî mertalan in’

Gerîlayên YJA-Starê yên di çeperên şer a Cenga Xabûrê de diyar kirin ku jin bi taktîkên nû her tim çalak in û li ser baweriya serkeftinê şer dikin

Li xaka Kurdistanê gerîlayên azadiyê bi çalakiyên xwe qadên berxwedanê geş dikin. Serkêşiya şerê dîrokî jî gerîlayên YJA Starê dikin. Gerîlayên YJA-Starê qala seknên wêrek ên di nav qada şer de kirin.

Yek ji fermandara Cenga Xabûrê Roza Sila diyar kir ku di pêngavên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosan de jin bi awayekî afirîner tev li bûn û heta niha jî îradeyek ji pola li hember dagirkeran raber dikin û wiha got: “Ji bo serkeftineke mayînde tevgereke xurt çêbû. Di şerekî dijwar de asta tevlibûn û disîplîna her hevalekê îradeyeke mezin ava dikir. Gerîla çiqasî dildarê soza xwe be wek zimanê wî çalakiya wê jî derdixe holê. Di mijara taktîkên serdemê de her hevalek jin bi hêrsa tolhildanê ve li ser çeperên dijmin de diçûn. Li gorî pêdîviyên demê şêwazeke tevgerê hat avakirin. Nûbûn jî li gorî kêliyê ye.  Gerîla, li gor nûbûnên heyî û piralî fikrandinê ve pêdîviyên demê dibîne û bersiv dide. Tarzê dewlemend derdixe holê.

Jin di vî şerê de pêşeng in. Ji ber vê dijmin herî zêde êrîşî jinan dike. Em baş dizanin dijmin di dema xwe ya herî lawaz de ye. Em ê tu carî tola gelê xwe û ya hevalên xwe erdê nehêlin. Em bi ruhê berxwedanê re mezin dibin. Dilê me di vê cengê de her tim germ e.”

Vîn û îradeya gerîla tu carî tune nabe

Yek ji gerîlaya ku di pêngava Cenga Xabûrê de di çeperên şer de cihê xwe digire Lîlav Jînda ye.

Lîlav Jînda da zanîn ku dijmin êrîşeke hemwext li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin û li hember vê jî gerîla bersiveke dijwar da û ev tişt anî ziman: “Pêngavên tolhildanê heta niha di asta herî jor de bersivê dide dagirkeran. Îrade, vîn û wêrekiyên gerîlayan bi awayekî şênber ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê dîtin. Dijmin bi awayekî hovane êrîş dike. Heke tevgera me ya azadiyê heta vê gavê serkeftinên mezin bi dest dixe û dimeşe, bersivên tund dide dijmin ev jî tê wê wateyê ku hêza dijminê me tuneye ku hêz, bawerî û vîna gerîlayan têk bibe. Ji ber ku ramanên Apoyî ku wekî aveke zelal e û gerîla jê avê vedixwe û xwe li ser pêyan digire, fikir û hêza xwe mezin dike ji ber vê yekê tu carî têk naçe. Dijmin çiqasî bi awayekî hovane êrîşê bike jî ji ber ku me soz daye Rêber Apo û gelê xwe, dijmin nikare armancê xwe pêk bîne. Dijmin di nav têkçûnekê de ye û ev tişt li ber çavan e.”

Gerîla Lîlav dawiya nirxandinê xwe de bal kişand hêza fedayî ya ku di azadiyê de israr dike û wiha got: “Ruxmê ku li Avaşîn, Zap, Metînayê çekên kîmyewî li hember gerîla tê bikaranîn lê vîn û îradeya gerîlayan tu carî lawaz nabe. Ev rastiya têkoşîna gerîla têr dike ku têkçûna êrîşkaran were zanîn. Rastiya fedaiyên Rêber Apo ev e. Di kêliyên pêwîst de ne tenê xwe feda dikin, bi heman awayî laşê xwe wek mertalekî didin pêşiya gazên jehrê û agir jî. Tu carî em ji vê dozê paş ve gav navêjin. Xezeba Kurdistanê bi keç û xortên gelê kurd a ku li serê çiyayan de şer dikin, bi pêş dikeve. Îro em jî vê xezeba Kurdistanê temsîl dikin. Bersiva li hember dijmin wê bi vîn û îradeya gerîlayan be.”

Em ê bi ruhê berxwedana Zendûrayê rê nedin ku dijmin pêş ve were

Gerîla Zîlan Cudî di çeperên şer de têkoşîna jinan ya ku pêşengtî ji şer re dike dinirxîne û dibêje ku berxwedaniyek bêhempa ye li çiyayên Kurdistanê de tê meşandin û wiha berdewam dike: “Dagirker êrîşên xwe piralî dimeşînin lê em jî di çeperên şer de ji bo azadiyê şer dikin û li ber xwe didin. Bi taktîkên gerîlayên serdemê her roj li hemberî dijmin çalakî tên kirin. Berxwedaniya hevalên Zendûra û her hevalekî me pêşî li dagirkirina axa Kurdistanê digire. Hevalên li Zagrosan li pêşiya dijmin wek mertalekî ne.”

Gerîla Zîlan dawiyê de anî ziman ku di nava şerekî dijwar de moralek mezin ji berxwedaniya heyî digirin û wiha bi dawî kir: “Em bi moralekî mezin şer dikin. Em gerîlayên YJA-Starê bi taktîkên nû di serdema ji nûveavabûnê de çalakiyan li ser dijminan dikin. Di vir de reng û têkoşîna hevalên jin li pêş e. Em ê bi ruhê berxwedana Zendûrayê rê nedin ku dijmin bi pêş ve were. Di binê her darekê de, di her çeperekê de gerîlayên azadiyê hene û li ber xwe didin. Li çiyayên azad serkeftin a gerîla ye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar