Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Keştiya Azadiyê bi rê ket

Gel li Atînayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin gel hev û çalakiya Keştiya Azadiyê dest pê kir

Ji Amerîkaya Latîn heta Spanya, Fransa û îtalyayê, ji gelek welatan 40 aktîvîst, 7’ê mijdarê li paytexta Yewnanistan Atînayê hatin gel hev.

Heman rojê bi gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtin hatin kirin. Li gorî agahiyên ku ji organîzatoran hatine wergirtin derheqê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser kurdan hatiye axaftin. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ew hêvî dikin ku li Yewnanistanê ji bo azadiya Ocalan kampanya were destpêkirin.

Diyar bû ku di hevdîtinan de hin partiyên çepgir destek dane vê pêşniyarê.

Êvarkî li kampa penaberan a Lavrîoyê bernameyek çandî hat danîn, piraniya aktivîstan şeva xwe li kampê derbas kirin. Du kampên ku penaberên siyasî yên kurd danîne malxweyîtî li Keştiya Azadiyê re kir. 8’ê mijdarê saet 12:00’an li Yewnanistanê bi sedan kes aktivîstên Keştiya Azadiyê bi rê kirin. Dema meşê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dirûşm hatin gotin. Aktivîstan jî wêneyê Rêberê Gelê Kurd hildan, pêşmalkên bi nivîsa ‘Free Kurdistan’ û ‘Rojava’ dane ber xwe.

Meş li Perava Lavrîo qediya. Di çalakiyê de Besîma Konca, Josef Karl Heînrîch Savary û Elefterîla Psîhlogîou axivîn.

Konca diyar kir ji bo ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were wan ev çalakî dane destpêkirin û komploya beriya bi 23 salan şermezar kir. Konca her wiha got ku 12’ê mijdarê ew ê bigihijin bajarê Napolî yê Îtalyayê ye, ev xwedî maneyeke sembolîk e, ji ber ku Ocalan dema ku ji Yewnanistanê derketî, 12’ê mijdarê gihaştiye Îtalyayê.

Savary jî bal kişande ser êrîşên tirk ên li ser kurdan û diyar kir ku xasma van demên dawî li dijî kurdan çekên kîmyewî têne bikaranîn.

Savary xwest ku dawî li tecrîda li ser Ocalan were, êrîşên bi çekên kimyewî werin rawestandin û PKK ji nav ‘lîsteya terorê’ were derxistin.

Savary her wiha bal kişande ser gefên êrîşê yên li ser Rojava û got ku êrîşeke pêkan a li ser Rojava divê were sekinandin û diyar kir ku modêla li Rojava ji bo tevahiya herêmêh ewce ye û ji bo hemû gelan girîng e.

Psîhlogîou destnîşan kir ku azadiya Ocalan fê bi xwe re azadiya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bîne.

Piştî axaftinan çalakger çûne cem keştiya ku bi posterên Ocalan xemilandî. Keştî dê 12’ê mijdarê bigihije Napoliyê. ATÎNA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar