Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dê KNK serdana penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bike

KNK'ê ragihand ku dê serdana penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê asê mane bike û got ku bi taybetî Ewropa dinya careke din bi qrîza penaberan re rû bi rû ye

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê trajediya penaberên li ser sînorê Polonya-Belarûsê yên li daristanan asê mane de daxuyaniyeke nivîskî da. KNK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi taybetî Ewropa dinya careke din bi krîza penaberan re rû bi rû ye û ev tişt got: “Rayedarên Yekitiya Ewropayê desthilatdarên dewleta tirk, Belarûs û Rûsyayê sûcdar dikin ku Erdogan, Alaxander Lûkaşenko û Vîlademîr Pûtîn penaberan ji bo armancên xwe weke amûreke siyasî li dijî welatên Yekitiya Ewropayê bi kar tînin.”

Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:

“Bi hezaran penaber ku piraniya wan kesan penaberên ji başûrê Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê li ser sînorên Belarûs û Polonya asê û bê çare li nav daristanan de mane. Ev rewşa xirab, metirsiyeke mezin li ser jiyana wan penaberan çêdike. Bi hezaran zarok û jin jî di nav de, jiyana wan penaberan di bin metirsîdariyê de ye.

Raydarên Yekitiya Ewropayê di asta herî bilind de, desthilatdarên dewleta tirk, Belarûs û Rûsyayê sûcdar dikin ku Erdogan, Alaxander Lûkaşenko û Vîlademîr Pûtîn penaberan ji bo armancên xwe weke amûreke siyasî li dijî welatên Yekitiya Ewropayê bi kar tînin.

Armancên van dewletan li beremberî welatên Yekitiya Ewropayê bi çi mexsedê dibe bila bibe, di pirsa penaberan û muameleya ku raydarên dewleta Belarûs û Polonya li dijî penaberan dikin, ji bo mirovahiyê û ji bo jiyana penaberan trajediyek mezin e û li dijî mirovahiyê ye. Ev muamele bi tu şêwazî nayê qebûlkirin. Em bangewazî li hemû welatên Yekitiya Ewropa û kesên xwedî wijdan dikin ku li hemberî van pêkanînên dijî mirovahiyê bêdeng nemînin û çareseriyekê ji bo van penaberan peyda bikin.

Em armanc û mexseda wan dewletên Yekitiya Ewropayê navkirî dizanin. Di salên borî de me dît ku dewleta tirk çawa pirsa penaberên di destên xwe de, weke kartekî li dijî welatên Yekitiya Ewropayê bi kar anî. Di heman demê de em dixwazin bi taybetî bala raya giştî bikşînin ser mexsed û armanca sereke ya Erdogan û dewleta tirk ku rê li ber xelkên Kurdistanê vedike da ku herêm ji kurdan vala bike û demografiya Kurdistanê biguherîne.

Armancên dewleta tirk armancên stratejik in ku dixwaze tevahiya Kurdistanê vala bike, demografiya herêmê biguherîne û kes û komên ji pêkhatiyên cuda yên di bin kontrola dewleta tirk de li herêmê bi cih bike. Ev stratêjî ji bo demografiya herêmê û Kurdistanê gelekî metirsîdar e.

Li gel ku em mexseda dewleta tirk û rejîma diktator a Erdogan baş dizanin û baş têdighêjin, dîsa jî em dixwazin bangewaziyê li raydarên başûrê Kurdistanê bikin ku demildest di vê mijarê de bi cidiyet û bi berpirsariyeke neteweyî tevbigerin û tedbîrên pêwîst bigirin.

Em weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ji bo alîkarî û çareserkirina pirsa penaberan, berî ku trajediyên hîn mezintir biqewimin, çi bikeve ser milên me, em ê hewl bidin pêk bînin. Bi vê munasebetê şandeyek ya KNK’ê wê di demeke nêzîk de biçe ser wan sînoran û cihê bûyerê û serdana wan penaberan bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar