PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Hevkariya PDK-AKP’ê ya li ser bazirganî û qaçaxçitiya mirovan!

Bazirganî û qaçaxçitiya mirovan bi rêya acentayên ger û geştê yên li Hewlêrê tê kirin. Karê peydakirina vîze û pasaporta ji bo koçberên kurdistanî jî li Tirkiyeyê tê kirin

Navenda Nûçeyan |

Bazirganî û qaçaxçitiya mirovan a di ser Belarûsê re ku mehên havînê dest pê kir, rojên dawî yek ji rojeva herî girîng a Yekitiya Ewropayê ye. Koçberên ku bi hevkariya desthilatdariya Lûkaşenko anîne Belarûsê û li ser sînor hatine danîn, piraniya wan koçberên kurd in. Heta meha cotmehê hejmara koçberên ku gihîştin welatên Yekitiya Ewropayê 30 hezar kes derbas kiriye. Her wiha hejmara koçberên ku bi rengekî qaçax di ser Belarûsê re xwe gihandin Almanyayê 7 hezar kes derbas kir.

Di encama hevkariya rêveberiya Belarûsê, desthilatdariya AKP û PDK’ê de di demeke kurt de ewqas koçberên kurd gihîştin Ewropayê.

Li gorî lêkolîna ANF’ê, gelek acenta (buro) yên ger û geştê yên li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê, bi hevkarî û kontrola PDK’ê qaçaxçitiya mirovan dikin. Her wiha destûr ji van acentayan re tê dayîn ku li ser medyaya dîjîtal bi rengekî aşkera reklamê qaçaxçitiya mirovan bikin.

Bi gotina ‘Hûn amade ne ku bi me re biçe Belarûsê? Pasaporta xwe bînin, wekî din ji me re bihêlin, li buroya me hal bikin’ û ‘Peydakirina vîzeyê ji bo Belarûsê gelekî hêsan e, yekane tişta ku hûn bikin ew e ku pasaporta xwe bînin’ reklamê dikin. Kesên ku serî li van acentayan didin jî bi hevkariya PDK û desthilatdariya AKP’ê pasaportê amade dikin. Ji ber ku nûnertiya fermî ya Belarûsê li başûrê Kurdistanê û Iraqê nîne, vîzeya ji bo koçberan li Tirkiyeyê tê amadekirin.

Li Stenbolê pasaporta Sûriyeyê tê amadekirin

Acentayên ger û geştê yên li Hewlêrê di heman demê de karê amadekirina pasaportê ji bo penaberên Rojavayî yên welatiyên Sûriyeyê ku pasaporta wan nîne, organîze dikin. Acentayeke ger û geştê li ser medyaya dîjîtal vê reklamê dike ‘Ger û geşa we amade ye! Li konsolosxaneya Sûriyeyê ya li Stenbolê pasaporta we ya Sûriyeyê di nava 48 saetan de dikare bê amadekirin’. Ev reklam jî nîşan dide ku hikûmeta Esad jî di nava vê organîzasyonê de ye. Balkêş e ku piraniya penaberên rojavayî yên xwe gihandine Ewropayê li kampên bi ser PDK’ê diman.

Ciwanekî ji bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê ku 17 salî ye û nexwest navê wî bê aşkerakirin, ji Ajansa  ANF’ê re qalê kir bê çawa gihîştiye Almanyayê. Ciwan anî ziman ku li kampa Dumizê ya navbera Zaxo û Duhokê ji sala 2012’an û pê ve bi malbata xwe re dima û bi alîkariya rayedarên PDK’î bêyî pasaportê derbasî Stenbolê hat kirin û di ser Stenbolê hat. Ciwanê rojavayî niha li kampeke girêdayî Daîreya Ciwanan a Eyaleta Brandenburgê ya Almanyayê dimîne. Tevî ku temenê wî hîn zarok dihesibe, dibêje ku tu astengî li pêşiya wî nehatiye derxistin.

Ciwan anî ziman ku malbata wî bi acentaya ger û geştê re li hev kir û piştre tu astengî dernekete pêşiya wî û piştî ku li Stenbolê pasaporta Sûriyeyê jê re hat amadekirin tevî komekê bi balafirê çû bajarê Minskê yê Belarûsê û di ser wir re jî di bin çavdêriya polîsên Belarûsê bi otobusê ew birin sînorê Polonyayê.

Başûriyan du acentayên li Minskê kirîn

Saziyên medya û civaka sivîl ên muxalîfên rejîma Lûkaşenko bi raporên berfireh nûçeyan diweşînin ku koçberên qaçax ên digihêjin Minskê bi çi rengî dibin xwedî vîze. Li gorî lêkolînên muxalîfan di nava rêveberiya Lûkaşenko de yekîneyek heye ku karê qaçaxçitiya mirovan bi rê ve dibe. Ev yekîne, ji dagirtina formê serlêdana vîzeyê heta pêşwazîkirina koçberan li balafirgehê û bicihkirina wan, ji birina wan a ber bi sînor ve bi otobusê, pêvajoyê bi temamî bi rê ve dibe.

Li gorî saziya çapemeniyê ya muxalîf ‘kyky.org’ şîrketên li Belarûsê ji qaçaxçitiya mirovan rojane 75 hezar Euro, mehê jî derdora 2.2 milyon Euro pere qezenc dikin. Heman malperê navê 12 acentayên ger û geştê weşand ên ku koçberên qaçax tînin Minskê û televîzyona Belsat TV a li Polonyayê jî ragihand ku du şîrketên koçberan bi qaçax tînin ên li Minskê ‘Oscar Tour’ û ‘Vizak’ in ku ji welatiyên Iraqê yên başûrê Kurdistanê re hatine firotin.

Tê gotin xebatkarên her du şîrketan bi hêsanî dikarin li beşên ewlekariyê yên Balafirgeha Minskê biçin û bên, karên koçberan ên ji balafirê peya dibin bi hêsanî dikin. Belsat TV diyar kir ku serkêşê xebatkarê şîrketê polîsekî berê Dzmitry Korabau ye û li balafirgehê 6-7 wergêrên bi kurdî û erebî zanin dixebitin. Li gorî Belsat TV buhayê vîzeya Belarûsê ku normal 180 Euro ye, digihêje 3 hezar euroyî. Ji ber ku di serî de ev şîrketên ger û geştê, wezîfedarên balafirgehê bertîlê werdigirin.

Koçber li Minskê bi komî tên gerandin

Saziyeke din a medyaya muxalîf Nexta TV jî dîmenê gerandina koçberan li navenda bajarê Minskê weşand. Di dîmenan de tê dîtin ku koçberên piraniya wan ciwan in bi komî li navendên bazarê tên gerandin. Heman saziyê dîmenekî din jî weşand ku tê de kesekî bi kurdî diaxive dibêje ‘Netirsin, ev polîsên Belarûsê ne, guleyan berdidin hewayê.’

Yekitiya Ewropayê zextê li başûrê Kurdistanê dike, hişyariyê dide Tirkiyeyê

Ev qaçaxçitiya koçberan a bi rengekî organîzeyî ya navbera dewleta tirk û rêveberiya PDK’ê, kir ku Yekitiya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê. Weke gava destpêkê bi zexta Yekitiya Ewropayê seferên balafiran ên ji Hewlêr û Bexdayê ber bi Minskê ve hatin betalkirin. Bi rengekî neyekser jî hişyarî da Rêyên Hewayî yên Tirk ku di qaçaxçitiya koçberan de roleke xwe ya girîng heye.

Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ûrsûla von deer Leyen ji Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) re axivî û anî ziman ku ji bo pêkanînê li ser rêyên hewayî yên welatên sêyemîn ên rola wan di qaçaxçitiya koçberan de heye, ew bi taybetî dixebitin.

Serokê Koma Partiya Gel a Ewropayê ku koma herî mezin a Parlamentoyê Ewropayê ye Manfred Weber jî xwest ku bi rengekî cidî hişyarî ji rejîma Erdogan re bê dayîn û wiha got: “Eger Erdogan seferên koçberan ji Tirkiyeyê ber bi Belarûsê ve dike û bi vî rengî şantajê li Yekitiya Ewropayê dike, divê bi rengekî aşkera bersivek ji vê yekê re bê dayîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar