Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Rêber Ocalan: Ji bo gurkirina şer etîketa ‘terorîstiyê’ li PKK’ê xistin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe yên li Îmraliyê nivîsiye de ciheke berfireh ji polîtîkayên welatên rojava û bi taybet jî Yekitiya Ewropayê yên der barê PKK’ê û sedemên xistina lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ de veqetandiye. Rêbertî dibêje; ji ber welatên rojava û bi taybet jî welatên Yekitiya Ewropayê PKK’ê xistin lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ çareserî xetimî û şer gur bû.

Axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê mijarê de ji parêznameyan hatine berhevkirin wiha ye;

Tirkiye ji bo PKK ‘terorîst’ were îlankirin her tiştê xwe seferber kir

Li Tirkiyeyê, îktîdara fermî polîtîkaya wê ya bingehîn ew e ku berxwedana kurd bi temamî ‘terorîst’ îlan bike û vê yekê jî bi hemû dinyayê bide qebûlkirin. Di çaryeka dawî ya sedsala 20’î de hemû derfetên dewletê ji bo PKK terorîst were îlankirin di siyaseta derve de hat serfkirin.  Di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), bi hemû dewletên pêwendîdar re di serî de aboriya Tirkiyeyê hemû nirxên eskerî û stratejîk di çarçoveya qebûlkikirina vê polîtîkayê de pêşkêşî piyasê hatine kirin. Ji bo PKK terorîst were îlankirin tu tawîza nede welatên Yekitiya Ewropyê nema. Hikûmetên Tirkiyeyê ji bo ji PKK’ê dûr bisekinin û teza ‘terorîst’ bi wan bide qebûlkirin, hema hema nîvê Tirkiyeyê ji welatên Ewropayê re pêşkêş kirine. Buroyeke PKK’ê li ku hat vekirin bi heman polîtîkayan berê xwe dan wê deverê jî. Seferberiyeke topyekûn hat îlankirin.

Cara yekem dewleta Almanya PKK’ê xist lîsteya terorê

Di sala 1985’an de Gladîoya NATO’yê ya navend Almanya ye, xistin nava tevgerê. Divê mirov ji bîr neke ku cara pêşî dewleta alman di sala 1985’an de PKK weke ‘terorîst’ îlan kir û ev jî bi sedema ku navenda artêşa Gladîoyê bû. Dema Gladîoya NATO hat avakirin, ji beşa li Ewropayê Almanya weke navend berpirsiyar destnîşan kirin. Di destpêkê de haya me ji van rastiyan tunebû. Heta di serî de Almanya, me Yekitiya Ewropayê û welatên din ên Ewropayê weke dostên têkoşîna şoreşgerî dihesibandin. Dereng be jî me fêhm kir ku li dijî gelan şerekî bi dizî û nehênî tê meşandin. Nexasim gelên îtalî, yewnan û balkanan ji van gelan ên sereke ne. Dema NATO hat avakirin, ev artêş jî bi armanca pêşîgirtina li komûnîzmê hat damezrandin. Haya kêm kesan ji vê rastiyê hebû. Ev artêşa bi dizî hat damezirandin bêhtir li Îtalya, Yewnanistan, Tirkiye û Almanyayê li dijî şoreşgeran xistin nava tevgerê. Piştî ku Sovyet êdî weke tehlûke nehat dîtin û Yekitiya Sovyetê ji hev belav bû, ji bilî Tirkiyeyê li welatên din ên endamên NATO’yê girîngiya wê nema. Li Tirkiyeyê rewş berevajî bû girîngiya wê bêhtir bû. Di vê de Şoreşa Îranê (1979) û dagirkirina Afganistanê ji aliyê Yekitiya Sovyetê ve (1980) bi roleke girîng rabûn. Her wiha bi sedema ku Gladîoya Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bi rola jenderme radibû, destekeke bê sînor danê. Daxwaza parastina Îsraîlê jî di vê de faktoreke girîng bû. Dîsa parastina çavkaniyên petrolê û desthilatdariyên hevkar ji wan faktorên girîng in ku bûn sedem Gladîo tim di dewrê de bê hiştin.

Piştî Almanya, Amerîka û Îngilistan PKK’ê xistin lîsteya terorê

Piştî Almanyayê, Amerîka û Ingilistanê  jî ji salên 1990’î ve PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin. Berî vê jî hewldana reşkujiya Papa û kuştina Olof Palme, kirin ku ev rastî bêhtir baş bê fêhmkirin. Derxistina holê ya Gladîoya Îtalyayê jî qonaxeke din a girîng bû.

PDK jî tev li plana Gladyo ya dijî PKK’ê hat kirin

Li gorî xala pêncan a qanûna damezirandina NATO’yê hukmê ‘Eger êrîş biçe ser endamekî weke çûbû ser tevahiya endaman’ heye û ev hukim ji sala 1985’an ve bi cih hat anîn. Pêkanîn di çarçoveya Gladîo de hatine kirin. Ji ber ku navenda pêkanînê Almanya bû, pêşî dewleta Almanyayê biryar da ku PKK’ê weke ‘terorîst’ îlan bike. Almanyayê, bi navenda Gladîo ya NATO’yê, şaxên wê yên Tirkiye û hêzên ewlekariyê yên hundir ên tirk re PDK jî birin cem xwe û di çarçoveya plansaziyekê de êrîşên xwe zêde kirin. Hevdîtinên bi min re û nexasim jî yên bi rêya PDK û Barzaniyan re bi armanca ku em bi awayekî xweber dev ji pêngavê berdin, hatin meşandin.

Ev biryar aktûalîzekirina biryarên Konferansa Qahîreyê ya der barê kurdan de bû

Ev xwestek an jî pêşniyar, aktualîzekirina biryarên hegemonya kapîtalîst di sala 1920’an de li Konferansa Qahîreyê der barê pirsgirêka kurdan de dayî îfade dikin. Çawa ku tê zanîn, li gorî vê biryarê; divê Rojhilata Navîn di bin destê hegemonyayê de bê ragirtin, meseleya kurd jî bi awayekî çareser nebe bê hiştin û bi vê rewşê divê pirsgirêk her dewam bike. Ji bo li Kurdistanê ev pêşbînî bi cih bê, rol didin Barzaniyan û PDK’ê. Ji ber ku di çarçoveya vê pêşbîniyê de pêkanîna hebûna Îsraîlê û mayîndebûna wê jî armanc e, bi tevahî pêkhateyên li Kurdistanê di çarçoveya Proto-Îsraîlê de nebin jî mudaxeleyî wan dikin û wan bê tesîr dikin. Ango di vê çarçoveyê de ji sala 1985’an ve piştî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî êrîşên hêzên Îsraîl, Tirkiye û PDK’ê tevî NATO û Gladîo tînin ser PKK’ê têne fêhmkirin. Li pişt van êrîşan biryareke dîrokî û berjewendiyên heyatî yên rojane hene.

Armanca xistina lîsteya terorê ne çareserkirina pirsgirêka kurd bû

Di vê demê de weke pêdiviyeke komployê Yekitiya Ewropayê xwe amade dikir ku PKK’ê bixe lîsteya ‘rêxistinên terorîst’. Ji bo vê biryarê bide demeke dirêj ma, ji ber ku hinek welatên Ewropayê bi vê razî nedibûn. Xuya ye ku esareta min hêviya van welatan jî şikandiye. Her wiha hewldanên bi plan ên DYE û Îngilistanê jî hebûn. Pirr bi xurtî piştgiriya Tirkiyeyê dikirin. Yek ji sedemên herî girîng ê vê piştgiriyê ew bû, diviyabû PKK weke rêxistina terorîst bihata îlankirin. Zexta li ser Yekitiya Ewropayê zêde kirin û di encama sozên dan wê de PKK weke ‘rêxistina terorîst’ hat îlankirin.

Ji ber PKK ji ya xwe daneket, wê xistin lîsteya terorê

Eger Komara Tirkiyeyê îro bi Yekitiya Ewropayê re gihiştibe muzakereyên hevpartiyê, ji ber bûyerên di çarçoveya pirsgirêka kurd û PKK’ê de ne. Di serî de Almanya, nêzîkatiyên welatên Ewropayê ji bo PKK’ê ew bûn ku pêşî nerm nêzîk bibin û mîna li Dev-Yol û rêxistinên din ên xwedî potansiyela şoreşgerî kirin, xwestin bigirin nava xwe û bi rêbazên hêza nerm asîmîle bikin. Ev şêweyên têkiliyê demeke dirêj dewam kirin. Lê ji ber ku em ji ya xwe nehatin xwarê ango em li Rojhilata Navîn şoreşger man, vê kir ku welatên behsa wan tê kirin rêbaza xwe biguherin. Pêşî hikûmetên welatan yek bi yek, paşê li ser navê Yekitiya Ewropayê PKK weke ‘terorîst’ îlan kirin û rêbaza lidervehiştinê şopandin. Armanca herdu polîtîkayan astengkirina çareseriya pirsgirêka kurd bi awayekî şoreşger, demokratîk û sosyalîst bû.

Etîketa terorîstiyê xizmetê ji çareseriyê re nake

Eger hebûna şerekî asîmetrîk li dijî gelê kurd were qebûlkirin, wê wextê diviyabû mîna dadgeha piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li Nurembergê, piştî şerê Bosna-Hersekê Lahey, dîsa piştî komkujiyên li welatên Afrîka mîna dadgehên di bin çavdêriya NY de hatin lidarxistin, heman şêwaz mehkemekirin ji bo min û aliyê din rêya bi tenê ya adîlane bû. Bi hezaran dozên mexdûrên kurd li cem Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hene.

PKK weke terorîst îlan kirin, zirerê dide xwediyên xwe jî

Divê tevahiya hêzên siyasî û dewletên Rojhilata Navîn fêhm bikin ku PKK veguheriye avahiyeke çareserkertir. Bi gotina ‘terorîst’ etîketkirin bi zêdeyî dibe sedema xetimîna çareseriyê û ev gotin zirarê dide xwediyên xwe jî. Modela xweseriya demokratîk a PKK dixwaze bi KCK’ê berbiçav bike, ne bi tenê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û kurdan, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakên ereb, tirk, Îran, Afganistan, Qafqasya û komên din hemûyan ên xwedî heman pirsgirêkan jî modela çareseriyê ye û bi girîngiya manûnemanê radibe.

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar