Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta êrîşkar a AKP-MHP’ê har bûye!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ev delaletê lawaztiyê û tengaviyê ye. Ji bo her hêza desthilat tê gotin ku dema êdî ber bi hilweşandinê ve diçe dest diavêje zor û tundiyê.

Ev gotin ji bo dewleta AKP-MHP’ê jî derbasdar e. Nema bi girtin û kuştinên ji rêzê qîma xwe tîne, êdî dest bi karanîna çekên kimyewî, gazên jahrî û firokên ÎHA û SÎHA kiriye.

Weke tê dîtin, bi giranî li Başûr û Rojava, di vê dema dawî de lezgînî daye bikaranîna van drona/firokan, çekên kîmyewî û gazên jahrî. Vê êrîşa di 9’ê Mijdara 2021’an de ya li Qamişloyê jî dewama vê zihniyetê ye.

Helbet bi van êrîşan armanca bingehîn; tirsandina gel e, dûrxistin ji tevgera azadiyê ye. Bi ser dikeve? Na xêr, çil sal in heman siyaset û helwest û xiyanetê dide meşandin, lê bi ser neket, berovajî têkoşîn, şoreş mezintir bû. Yê ku ji her kesî bêhtir ditirse R.Erdogan e; aha yek mînak tenê gelek tiştan aşkera dike; dema çû Mêrsînê, baweriya xwe bi hezar û 500 polîsên wir neanî, çekên hemûyan ji wan stand, li gel parazvanên xwe yên taybet derket ser dika mîtîngê!

Jixwe her çendî li hember têkoşîna gel û tevgera azadiyê tengav dibe, heman tengavî hem li hundur hem li derve jî gûrtir û mezintir dike.

Li derve hema hema yek hevalbend pê re nema ye. Geh baz dide diçe xwe diavê hembêza Biden, geh diçe ba Pûtîn lê wisa tê xuyakirin ku ji her du aliyen ve jî, tu ronahî jê re peyda nebû ye. Erê aşkera û yekser pênê lê nadin, lê ji bo qasî karibe xwe li ser pêyan ragire destekê jî nadinê.

Helbet sedema ku fîşa wî nakişîne yan jî pênê lênadin yek; ji bo Tevgera Azadiyê hewcedarî xwe bikin û bixin bin serweriya xwe, dudu; hîn berdêlek/alternatifek xurt jê re amade nekirine.

Li hundir jî, ew hêzên ji bilî yên dewletê yên fermî, hêzên çete-mafyayê wan jî êdî ji hev ketine. Piştî derxistina Alattîn Çakici ji zindanê, ew Sedat Peker bi hev ketin û niha şêrê navbera wan kûrtir dibe. Niha hewcedarî derxistina Kurşat Yılmaz ê hevalbendê Çakici jî bûn. Li ser vê jî, niha li hember wî Mehmet Eymur ê MÎT’ê derket bazarê!

Bêguman her yek van koman, xwe dispêrin hinek partiyên fermî û êdî dengên nakokiyên wan jî bilind dibin. Di bin serkêşiya R.Erdogan û D.Bahçelî de; Çakici, Yilmaz, Kirci, Eken, Alan, M.Agar û hwd.

Li aliyên din di bin serkêşiya Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşener de (li gel wan çar partiyên din jî); Peker, Eymur û hwd.

Hinek derdor wisa jî bi nav dikin; aliyên NATO (DYA, YE û hwd.) û aliyên Avrasya ( Rûsya, Çîn, Îran û hwd.).

Nakokiyên navbera wan her roj dijwartir dibin û di vê qonaxa destpêkê de êdî şûran li hev kişandine. Li pey gef û gotinên dijminkarane yên R.Erdogan û D.Bahçelî, li gelek deveran êrîşên provakasyonî birin ser Kiliçdaroglu û Akşener.

Helbet divê êrîşên wan ên bingehîn ên di kesayetiya HDP’ê de li dijî kurdistaniyan, tu carî neyên jibîrkirin. Êrîşa balkêş a şehîdkirina Denîz Poyraz a li Îzmîrê û bi dehan-sedan êrîşên din!

Kiliçdaroglu, bêhna vê xeterê hilanî û bi qîrîn got ‘kuştinên siyasî dê pêk werin!’

Pêşbîniyên xurt hene ku desthilatiya AKP-MHP’ê, berê xwe daye hilweşandinê û piştgirên wan ên navdewletî jî xwe didin paş. Berovajî vê eniya CHP, ÎYÎ Partî û hwd. derdikevin pêş û helbet ji derve piştgirên wan ên navdewletî jî hene.

Dibe ku D.Bahçelî, vê binkeftina desthilatiya xwe û AKP’ê dibîne, lewma di axaftina xwe ya herî dawî de got ‘em partiyek dijber in/muxalefet in, em ne hevparên gunehên rêveberiyê (AKP’ê) ne.’

Ger mirov bala xwe dide van pêşhateyan, dibe ku R.Erdogan jî êdî xwe bi tenê dibîne û lewma weke dîn û har û şeplepêketî, dibêje “ya hero ya mero” êrîşî her deverê dike. Gazên jahrî, çekên kîmyewî, dronên bi çek û hwd. her amûrên xedar dide xebitandin, li Kurdistanê çi bikeve ber; mirovên çekdar-ne çekdar, zindî-ne zindî, dar-ber, biçûk-mezin, hwd. li her tiştî dide, bombebaran dike!

Ev beşera wî ne delaletê tenduristiya baş e, delaletê têkçûyînê ye!. Ev dibe delîlê pêvajoyek nû li Tirkiyeyê û dibe ku hilbijartin jî nêztir bibe.

Nûçeyên Têkildar