Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Ji boykotê ber bi koçberiyê ve

Di jiyana takekesî de û her wiha ji bo civak, kom an jî gelekî jî, diyardeya herî xirab bêhêvîti ye. Diyardeyeke ji ber ku pênaseya rewşekê ye û bi xwe re gelek tiştan tîne. Wiha dike ku mirov nikaribe xwedî çalakiyê be, nikaribe bizanibe bê çi dixwaze û her wiha rewşeke qerisiye ku nîv zindî û nîv mirî li keviya jiyanê mêze dike. Bi kurtasî kêliyeke xetere ye, berdewamiya vê kêliyê wisa dike da ku êdî tiştek bi ser hev de neyê.

Li Iraq û başûrê Kurdistanê rewşeke bi vî rengî tê jiyîn ku weke qêrîneke bêdeng sepandina vê rewşê, bi taybetî di vê meha dawî de bi du bûyeran êdî gihîşt lutkeyê. Çi bûn ev bûyer?

Yekemîn derencama hilbijardinên parlamentoya Iraqê bû ku 10’ê cotmeha 2021’an hat lidarxistin. Karîgeriya encamên hilbijardinê heta niha jî berdewamin. Bi boykotkirina hilbijardinê gelên li seranserê Iraqê, bêhêvîtiya xwe ji bo her aliyekî siyasî nîşan dan û weke helwest nerazîbûna xwe ya ji rewşê, bi awayekî aşkera nîşan dan. Li ser rewşê guftugoyeke berfireh pêk hat lê di hêla çareserkirina rewşê de, tu aliyek bi rexnedayîneke xurt derneket pêşberî gel. Helbet li aliyekî din jî ku encamên hilbijardinê ne bi dilê wan bû aliyên siyasî bûn. Ji roja hilbijardinê heta roja me ya îro, ji xwe aliyê ku herî zêde ji encamên derketî nerazî aliyên siyasî ne. Ji ber wê ye ku bi armanca sepandina encameke bi dilê xwe, asta avakirina aloziyan, heta êrîşkirina mala Serokwezîrê Iraqê berz girtin dest. Her hêzek li gorî hêza xwe û palpiştê xwe yê derveyî Iraqê dixwaze hejmara kursiyên xwe zêde bike. Ev heke bi dengdana li ser sindoqan dibe ango bi darê zorê dibe, ferq nake. Di roja me ya îro de, ji rêbazan rêbazê darê zorê niha di meriyetê de ye. Yanî xapandina demokrasiya bi sindoqên dengdayînê, bi helwesta gelan, bê ferq û cewazî hat hilweşandin. Ji ber wê her roj teqîn, her roj alozî, her roj tevdanên dewletan li Iraqê serî rakiriye.

Duyemîn bûyera ku di encama bêhêvîtiyê de derketiye, koçberiya bi hezaran kesên ji Iraqê ne ku piraniya wan ji başûrê Kurdistanê ne, yanî kurd in. Li gorî amarên fermî, li başûr Kurdistanê  di nav 11 mehên dawî de, nêzî 33 hezar kesî, bi armanca xwe gihandina welatekî Ewropayê, bi rêgeha qaçaxtiyê koç kiriye. Niha bi hezaran kes, di nav sermayeke dijwar de, di nav nebûneke giran de, zarok, jin û zilam hewl didin qelîştokek peyda bikin û xwe bigihînin welatê Polonya, êdî ji wir û şûn ve dibin pirsgirêkeke Ewropayê ku divê çawa dibe bila bibe neçar in çareseriyek peyda bikin. Ji bo pêşîgirtina vê pêla koçberiyê, Yekitiya Ewropayê bi armanca parastina ewlehî û rehetiya xwe ya ku bi dagirkirina keda mirovahiyê hatiye avakirin, ji Polonyayê dixwaze da ku bibe bendavek li pêşiya vê lehiyê. Li dijî Ewropayê weke çekeke karîger bikaranîna penaberan, beriya Polonyayê ji hêla Tirkiyeyê ve hatibû bikaranîn. Ezmûna ku ji Tirkiyeyê hatiye wergirtin niha ji hêla Polonya û Belarûsê ve tê bikaranîn.

Sedema koçberiya kurdan ji başûrê Kurdistanê pirseke sotînere ku divê di serê de deshilatdariya başûrê Kurdistanê ji xwe bipirse û her wiha saziyên sivîl, zanko, aliyên din ê siyasî li ser rewşê lêkolîn û rêgehên çareseriyê peyda bikin. Ji axaftinên ew kesên ku li ser sînor in diyar dibe bê çawa bêhêvitiyeke dijwar di nav civakê de peyda bûye, bêedaletê, newekhevî, ferq û cewaziya di navbera tebeqeya deshilatdar û tebeqeya hejaran de, weke mîrîtiya malbatan birêvebirina axa pîroz a Kurdistanê, nebûna azadiya fikir û raman, têkbirina pergala perwerde û parastinê, ji bo 50 salî firotina serwet û samanê Kurdistanê ji bo dagirkerên Kurdistanê û her wiha her roj destûrdayîn û rênîşaneriya dagirkirina başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiye, wiha kir ku bêhêvîtî di asta herî kur de bê jiyîn. Ji bo vê xwepêşandan, boykot û dengê nerazî her hebû lê di encam de heke pêleke koçberiyê derketibe holê diyar e ku ev helwest ji hêla desthilatdaran ve nehatiye fahmkirin.

Gel me yê başûrê Kurdistanê ne xerîbê koçberiyê ne. Sala 1991’an pêla koçberiyê hema hema tevahî Başûr dabû ber xwe lê sedema wê, zilma rejîma Seddam bû ku yek kesek jî gazinc ji vê nekir. Lê piştî 30 salan vê carê heke pêla koçberiyê hebe û jin û zilam û xort û zarok welat biterikînin divê hesabeke mezin ji rêveberiya Başûrê welêt bê xwest in.

Em ji bîr nekin ên şoreşan ava dike neqebûlkirin û hesapxwestina bêhêvîtiyê ye.

Nûçeyên Têkildar