Berhevkar: Nêrgiz Ismayîl
Yadê: Suad Hac Şêxmûs
Keça min ez ji ku derê dest pê bikim nizanim! Lê her tiştek destpêkeke wê heye. Ew agir çawa bû, çawa çêbû!! Em nizanin lê çêbû û kezeba me tê de şewitîn. Gelekî guneh bûn gava şewitîn, ji bîra min naçe ew roj lawoo. Qîza min em li gund bûn, êvarî em ji gund çûn ca (dayik) min nexweş bû. Lawikeke wê hebû mir, pîkabek me cêb a spî hebû, li vir li ba Qesra Hecî Zekî Ehmed pêrgî min bûn, em sekinîn min got: “ma yabo tu herî ku derê?” Got: “welehî ez ê herim sînemayê, em ê li filmekî temaşe bikin, navê filmê Cemîla Buheyra ye. Ew film jî ser jiyana keçeke Cezaîrê ye.” Ehmed refê sîsiyan bû, qurbana wî bim. Cemal ne li vir dixwend, li Tilmarûf dixwend, ew jî refê nehan bû, refê nehan li Amûdê tune bû tenê li Tilmarûf hebû.
Vêca, em çûn malê, êvarê min dît carekê şewşew çêbû, ez raketim, bavê min nehat malê, serê sibehê ez rabûm, esker derin û tên. Min merq kir, gelo çi bûye?? Gotin hindek esker ji eskeriyê reviyane gund. Seateke din derbas bû, min dît ku hatin dû me, em çûn tu li çi binêrî!!! Hema meyt û dikişin!! Min ji xwe re got: “Ma gelo birayên min ne tê de ne!!” Gotin: “na.” Zarok derin sînemayê û agir bi sînemeyê dikeve. Dema agir bi sînemayê dikeve, hema zarok qîr dikin dibêjin ‘Em ê derkevin xalooo… em ê derkevin…’ zilamek ji wan re dibêje: “Na lawo ev ne agir e.. ev film e… ne agir e… dernekevin.” Ew bi xwe me nedît, lê digotin rastî sînema dişewitî. Ji zarokan re dibêjin dernekevin… zarok hemû dibêjin: “Em ê derkevin ji ber ku agir bi sînemayê ket.” Lawo Cemîl jî li Tilmarûfê dixwîne, hema tê û li şibakê dixîne, dinêre şewşew çêbûye, hevalekî wî dere jê re dibêje: “dayika te nexweşe, lawikî wê miriye nexweş e… bê hal e.” Ew jî wê şevê tê. Gava Cemîl digihêje malê hema ji xelkê kolanê dipirse ka çi bûye? Jê re dibêjin: “Welehî sînema şewitî.” Li şibakê dinêre dayika wî raketiye hema lê dixe û tê sînemayê, tê sînema, dinêre ku agir bi sînemayê ketiye, alem qîr-qîrê dikin. Diçe ber derî bera wî didin, şibake jî li ber darê têlê bû, vaye ev dar li pêşiya me ye. Cemîl bi Amûdê têla kehrebê ve hildikşi xwe diavêje şibakê, dikeve hundirê Sînemaya Amûdê. Li Ehmed digere, digere nagere nabîne, dawiyê Ehmed dibîne, tîne hetanî devê deriyê sînemayê, li devê derî jina Serfîço hebû, lawikekî wê tê debû, digot: “Herin wî lawikî ji min re bînin” nedihişt derkevin. Cemîl di şibakê de dikeve hundirê sînemayê. Ji ber nema dizane ji kuderê derkeve, xwe li derî dide. Lawoo gelek zarok xwe avêtibûn bîrê, bîr di hewşê de bû, dikanek tê de bû, gelek jî ketibûn dikanê. Gava tên devê derî kumişîn, îca ax û demir. Vêca Weled, Cemîl û Ehmed meytê wan ji devê derî derxistin. Meyta wan û ya Mihemedê Axê jî bi hev re ji devê derî derxistin. Gava em çûn û me lê nêrî, camî tijî meyt bûn. Pêşanîka Cemîl neşewitî bû, Ehmed rûyê wî neşewitî bû, bes lașê wî şewitî bû, wekî te biraştibe. Me nedît, lê belê lawo wilo digotin. Nedihiştin kes derkeve, ew vedigerandin, li devê deriyê hesin bi ser wan de tê xwarê, zarok di bin hesin de dimînin, dişewitin. Sîneme şûna 300 hebî bû, wan 700 zarok xistibûnê. Ma ev hejmar çêdibe li wir bin, zarokên spehî şewitîn. Film germbûye, panzdeh carî vêxistine, motor jî germbû, ma çawa agir bi wir nekeve, nehiştine alem jî derkeve. Wê demê lawo filmê wan bi ripkê bû, ribik pênç firing bûn. Ez wê demê li Tilhebeşê bûm, Ferhad kurê min ser destên min bû. Piştî wê bûyerê bavê min wek dîna lê hat, her li xwe dida, li xelkê dixist. Digot: “lawoo kezeba min dişewite.” Bavê min çû rehmetê. Birayê min Cemîl û Ehmed ji bîra min naçin. Rehma xwedê li wan be.
*Ji cîlda yekemîn a pirtûka Rûpelên Jînê hatiye wergirtin