Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Şengal; li aliyekî îxanet û komkujî li aliyekî berxwedan û rizgarkirin -1

Êzdîn Şengalî |

Şengal ji sala 2003’an heta 2014’an di bin desthilatiya PDK’ê de ma. Dema DAIŞ êrîşî Şengalê kir, hêzên PDK’ê li Şengal bûn û soz dabûn ku dê Şengalê biparizên. Lê vê nekirin. Li Şengalê îxaneta PDK’ê rê li ber şikestin û dagirkirinê vekiribû. Ji ber îxaneta PDK’ê bi sed hezaran êzidî ji neçarî koçber bûn û bi hezaran hatin qetilkirin û bi hezaran jî bêser û şûnin. Beriya komkujiya Şengal, Rêber Apo digot ‘Divê Êzdiyatî bijî.’ Ji bo Êzdiyatî bijiya jî diviya ku Şengal bihata parastin. Gerîlayên PKK’ê bi vê erka pîroz re rabibûn, berê xwe dabûn çiyayê Şengalê û êzidiyan parastin.

Di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke berfireh a leşkerî navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Ev pêngav bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA-Starê, şervanên YPG û YPJ’ê û yekineyên berxwedana Şengalê ve hat rêvebirin. Niha 6 sal di ser vê pêngava dîrokî re derbas dibe ku di nav van salan de ji qirkirin û fermanê ber bi Şengaleke xweser û azad ve gavên mezin hatine avêtin. Beguman gelek xal û mijar hene ku di çarçoweya rizgarkirina Şengalê û 6 salên dawî de werin nirxandin. Lê ya girîng ew e ku em xeta îxanetê ku rê li ber şikestin û ketina Şengalê vekir û xeta berxwedêr a ku Şengalê parast û rizgar kir car din destnîşan bikin. Ji ber ku di demên dawî de, li hemberî hêzên berxwedêr ên ku Şengalê parastine êrîşên giran hene û di serî de PDK, hêzên ku rê li ber fermanê vekirin, dixwazin xwe wekî rizgarkerê Şengalê nîşan bidin. Ji ber vê yekê du pirsên esasî hene ku werin bersivandin; kî rê li ber şikestina Şengalê û fermanê vekirin û kî Şengal parast û rizgar kir.

Heya fermana 2014’an PDK serwerê Şengalê bû

Wekî tê zanîn piştî hilweşîna Sedam Hisên, Şengal bi giranî di bin serweriya PDK’ê de bû. Ev serwerî heya 2014’an bênavber berdewam kir û PDK xwe wek parêzvanê Şengalê û êzidiyan nîşan da. Di vê salê de plansaziyeke nû ji bo şerê li Rojhilata Navîn hat amadekirin. Ji ber ku Şoreşa Rojava hevsengiya şerê li herêmê guhertibû û bayê şoreşê, Rojhilata Navîn dabû ber xwe. Ne tenê dewleta tirk an jî rejîma Baasê ya Sûriyeyê ji vê rewşê bi fikar bûn. Her wiha hêzên sermayedar ên cîhanê jî ji şoreşa Rojava tirsiyabûn û dixwestin rê li ber belavbûna wê bigirin.

Rê li ber DAIŞ’ê tê vekirin

Tam di vê noqtê de di 1’ê hezîrana 2014’an de civîneke veşartî li Ammanê hat lidarxistin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Erebistana Siûdî, dewleta tirk, Îsraîl û PDK tev li vê civînê bûn. Girîngiya vê civînê ew e ku bi vê civînê re qada Iraq û başûrê Kurdistanê û pey re qada Sûriye û rojavayê Kurdistanê ji DAIŞ’ê re hat vekirin. Dema 10’ê hezîranê DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir, dinya hemû matmayî ma. Lê dagirkirina Mûsilê jî di nav de, tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê di vê civînê de hatibû plankirin. Dorpêçkirina Şengal û Rojava xalên esasî yên vê planê bûn û ev plansaziyeke kurewî bû.

Rêber Apo: DAIŞ JÎTEM’a Rojhilata Navîn e

Di nav salên borî de pênase û rola DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn bû mijara gelek nîqaş û nirxandinan. Lê yê ku rastiya DAIŞ’ê ji roja destpêkê ve zelal kir Rêber Apo bû ku digot ‘DAIŞ, JÎTEM’a Rojhilata Navîn e.’ JÎTEM’a Kurdistanê ji bo rê li ber tevgera azadiyê bigire hatibû rêxistinkirin, vê carê jî hêzên navneteweyî û dewletên kevneperest ên herêmê, ji bo fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav nebe û rê li ber şoreşa gelan veneke DAIŞ’ê berdabûn qada şer.

PDK’ê ferman da ku hêzên wan li ber xwe nede

Piştî di 10’ê hezîranê de Mûsil teslîmî DAIŞ’ê hat kirin, êdî parastina Şengal, Telafer, Mexmûr, Kerkûk û Germiyanê jî nemabû. Êzidiyên li Şengalê ketibûn nav tirs û fikara DAIŞ’ê û rê ji bo parastinê digeriyan lê PDK’ê soz dida ku ew ê Şengalê biparêzin û ne hewce ye amadekariya parastinê were kirin. PDK’ê ku li şûna ji bo parastinê çek û cebilxane li êzidiyan belav bike, dest danîbû ser çekên gel jî. PDK’ê ku soz dabû êzidiyan, bêyî ku guleyek biteqîne bi carekî re ji Şengalê reviyabû. Pişt re derket holê ku PDK’ê ferman dabû hemû pêşmergeyan ku li ber xwe nedin û dest ji Şengalê berdin.

Ji bo Êzdiyatî bijiya diviya çiyayê Şengalê bihata parastin

Rê li ber şikestina Şengalê û fermanê bi vî rengî hat vekirin. Di wan rojan de tenê hêzeke hebû ku ji bo rê li ber vê fermanê bigire di nav lêgerînê de bû. Jixwe Rêber Apo bi salan beriya fermanê balê kişandibû ser metirsiyên li ser êzidiyan û daxwaz kiribû ku tedbîr werin girtin. Di dema fermanê de jî wê bigota ‘Divê Êzdiyatî bijî.’ Ji bo Êzdiyatî bijiya, diviya ku Çiyayê Şengalê bihata parastin û Şengal bijiya.

Gerîla got em ê Şengalê biparêzin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi vê heqîqetê re berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Demek beriya fermanê,  PDK’ê amadekariyên reva ji Şengalê dikir, gerîlayên azadiyê jî ji ber rêgiriyên PDK’ê li ser reyên veşartî hewl didan xwe bigihînin Şengalê. Parezvanê pîroz a Çiyayê Şengalê Dilşer Herekol jî di nav de, 12 gerîla beriya fermanê berê xwe dabûn çiyayê pîroz. Piştî ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji milê başûr û rojhilat ve êrîşî Şengalê kir, di 5’ê Tebaxê de Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan ragihandibû ku ew ê dest li rewşa Şengalê werdin û Şengalê biparêzin.

YPG û YPJ’ê bi şerekî sîng bi sîng xwe gihandin Şengalê

Li milê din jî li rojavayê Kurdistanê, hêzên şoreşê ji bo parastina Şengalê ketibûn nav liv û tevgerê. Hêzên Parastina Rojava YPG û YPJ ji herêmên Til Koçer û Cezaa yên rojavayê Kurdistanê bi şerekî sîng bi sîng çembera DAIŞ’ê şikandin û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Di nav rojekî de nêzî 100 km rê derbas kirin, çiyayê pîroz xistin bin parastina xwe û ji Şengalê heya Rojava rêya rizgariyê ji bo êzidiyan vekirin.

Piştî parastina Şengalê qonaxeke nû destpê kir

Destwerdana gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojava li Şengalê qonaxeke nû da destpêkirin. Êdî Çiyayê Şengalê hembêza xwe ji parêzvanên xwe re vekiribû. Cara yekem bû ku hêzeke li hemberî DAIŞ’ê xwe digirt û li ber xwe dida. Dikare bê gotin DAIŞ şikestina yekem li Şengalê xwar û pişt re bi berxwedana Kobanê re êdî têk çû. Merheleya parastinê temam bibû, dor hatibû ser pêngava rizgarkirina Şengalê.

Ji vê demê şûn ve êdî rewşa şer diguherî û her wiha dîrokeke nû ji bo êzidiyan destpê dikir. Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar