Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ha PDK ha AKP

Dayikên cizîrî ku bi salan e li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne, bertek nîşanî polîtîkayên PDK'ê yên li hemberî cenazeyan dan û gotin ku ha PDK ha AKP

Li herêma Xelîfan a başûrê Kurdistanê di 29’ê tebaxê de 5 gerîlayên HPG’ê şehîd bibûn. Cenazeyên wan ku 2 meh in di destê PDK’ê de ne, radestî malbatên wan nayên kirin. Dayikên Aştiyê yên Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo cenazeyên gerîlayên HPG’ê Nesrîn Temir û Yusif Îbrahîm bigirin, li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya Dayikên Aştiyê hê jî didome.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dayikên ku bi salan e li benda cenazeyên zarokên xwe ne bertek nîşanî vê helwesta PDK’ê dan.

7 sal in benda cenazeyê keça xwe ye

Hiznê Aslan ku keça wê Hacer Aslan di dema qedexeya derketina derve de di jêrzêmînên Cizîrê de hat qetilkirin û cenazeyê winda ye, anî ziman ku ew bi salan e li benda cenazeyê keça xwe ye û wiha axivî: “Di jêrzemînên Cizîrê de li ber çavên dinyayê zarokên me bi kîmyasalê qetil kirin. Dinyayê hemû çavên xwe û guhên xwe li me girtin. Her kesî xwe ker kir. Lê em li pey hestiyên zarokên xwe ne. Heta ku ez sax bim, ez ê ji bo cenazeyê Hacer têbikoşim. Ez ê doza cenazeyê keça xwe bikim. Ev 7 sal in cenazeyê keça min wenda ye. Me 2 caran ji bo cenazeyê xwîn daye. Lê dibêjin cenaze ne di destê me de ye. Dewletê ew bi kimyasalê kuştin. Piştî ew kuştin cenazeyên wan jî avêtine.”

‘Ji neyarê me bêtir tîne serê me’

Aslan ji bo cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên di destê PDK’ê de ne û PDK’ê wan nade malbatên wan jî, da zanîn ku Barzanî bi vê pêkanînê careke din dijminahiya xwe ya li hemberî gelê xwe îlan kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo me çi ferq û cudahiya Barzanî û dewleta tirk nema ye. Zilma ku Barzanî li gelê xwe dike, ji ya AKP’ê bêtir e. Em wî şermezar dikin. Ew navê kurdatiyê heq nake. Ew ji neyarê me bêtir tîne serê me. Ev bi rojan e, mehan e dayik li ber deriyê sînor di çalakiyê de ne. Tenê daxwaziyeke wan heye, ew jî teslîmgirtina cenazeyan e. Em piştgiriyê didin wan dayikan. Êşa me û wan hevpar e.”

Bila hişê xwe bîne serê xwe

Yek ji cenazeyê winda jî cenazeyê Mehmet Halîl Dûrmûş e. Cenazeyê Dûrmûş ji sala 2016’an vir ve winda ye.

Dayika Dûrmûş, Hatîce Dûrmûş jî bertek nîşanî vê helwesta Barzanî da û wiha got: “Kurê min li Şingalê jiyana xwe ji dest da. Dewleta tirk û Barzanî destûr nedan ku em biçin cenazeyê xwe bînin. Dewlet 50’î caran bêtir hat ji me pirsa kurê min kirin. Ji min re digotin, me bihistiye ku hatiye malê. Her carê diavêjin li ser malê û li kurê min dipirsin. Min ji wan re got, ‘Hestiyê kurê min bûn ax.’ Ji min re gotin, ‘Ne rast e agahî ji me re hatiye û li malê ye.’ Piştre dîsa li ser mala me de girtin. Ji bo ku birîna me kûr bikin wiha dikin. Ji me re gotin ‘Heta ku hûn cenaze neynin em ê we wiha aciz bikin.’ Min ji wan re got, ‘Destûr bidin ez ê sibê biçim cenazeyê xwe bînim.’ Lê destûr nadin. Erdogan niha hemû başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Barzanî rê da Erdogan. Îro dora me ye, sibê dora Barzanî ye. Ew tişta ku îro tîne serê kurdan wê sibê bê serê wî jî. Bavê Barzanî jî ji Kurdistanê re rast nebû. Ev heta îro jî didome. Wê kurê wî jî û neviyên wî jî wisa xwedî vê zilmê bin. Îro Barzanî pey PKK’ê ketiye. PKK kî ye û Barzanî kî ye? Em hemû birayên hev in. Em dibêjin biratî ew dibêje birakujî. Em dibêjin aştî û ew dibêje neyartî. Bila hişê xwe bîne serê xwe û bes vê zilmê bike. Hê heta îro jî gerîlayan xeletiyek li Barzanî nekiriye. Li hemberî wan nesekînî ye. Wê heta kengî wisa bidomîne. Êdî bes e.”

Heger wijdana wan hebe dê bidin

Her wiha Dayika Aştiyê Fatma Elîş jî ev tişt anî ziman: “Divê PDK wan cenazeyan bide. Ew zarok zarokên me ne. Mala Barzanî tu caran girîngî nedaye gelê xwe. Heger qedir û qîmet bida kurdan wê cenazeyên wan radestî malbatên wan bikira. Heger wijdana wan hebe wê bidin. Bi daxwaza Tirkiyeyê Barzanî cenazeyan nade. Tirk dikare her tiştî bike, çimkî neyarê me ye. Lê tişta ku Tirkiye dike Barzanî nikare bike. Em heta dawiyê piştgiriyê didin dayikên ku di çalakiyê de ne. Bila cenazeyan bidin.”

Çavkanî: Zeynep Durgut – MA/ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar