Ev gotin mîna tîrekê li nava dilê min ket. Ev gotin yek ji gotina zarokek ji başûrê Kurdistanê ji ber zilm û dîsa nebûna nan li sînorê Belerûs-Polonya li ber sir û seqemê bi qîrîna ‘نانم دەوێ نان!!’ ango ‘Nan divêm nan!!’ dihat bihîstin.
Trajiyeke pir bi kûr û êş e. Li welateke ewqas bi xêr û bereket, li ser sînorên mirinê, qêrîna nan bikî. Li wareke ewqas xweşî û bedewî lê heyî, bikevî ser rêya mirin û ji welatê xwe birevî.
Rastiya xelkê başûrê Kurdistanê ya ku ji raperîn û serhildanan tije, ne ev e. Xelkê başûrê Kurdistanê bi raperîn û serhildanan statûya xwe ya îro heyî bidest xist. Xelkê Başûr salên 90’î li ber yek ji dîktatorê demê rejîma Baasê Seddam Huseyîn serî rakir û li erdê xist.
Çima îro li ber siyaseta şaş, nebûna xizmetgûzarî û bêderfetiya jiyanê welatê xwe yê ewqas şîrîn û bedew dihêlin û diçin? Pêşiyên me gotiye; ‘Şam şêrîn e, welat jê şêrîntir e’. Em jî dibêjin, dibe welat niha dibin dagirkerî û stemkariyeke mezin de be, lê bi raperîneke ya mîna salên 90’î em dikarin, dawî li stemkarî û dagirkerî-mêtingeriyê bînin. Em dikarin dawî li rejîm û desthilata ku xizmetê ji bo civakê nake tenê ji bo xwe bike, bînin. Dikarîn partî, hizb û rêxistinên tenê xwe difikirin, bertererf bikin û şûna wan dagirin. Em dikarin parlamentoya hatî dagirkirin ji aliyê hinek hêz û kesan ve tenê xwe difikirin, bi jin û ciwanên dilsozên welatê xwe ji nû ve bihêz û xurt bikin.
Lê ji bo herêm û welatek wisa ava bikin, divê têbikoşin. Li welatên Ewropa, di serî de almanya, Îtalya, Swêd, Swîsre, Hollanda û hwd. em ê nikaribin dawî li zilmê bînin, bi vê em ê dawî li xwe bînin. Em ê nikarin bi navê kurd û welateke Kurdistan bijîn.
Ewropa sîstemeke ya asîmîlasyona spî ye û mirov dikişîne xwe û ji cewher dike. Serxwebûn û serfirazî ne li ser xaka xwe be, ne mimkûn e ku li wareke din û ciheke din ji bo xwe bike war. Ewropa vê ji me jî qebûl dike, em warê wan ji bo xwe bikin mesken û war.
Ji bo wê reva ji welat, mirineke zindî ye. Li welatê xwe birçîbî, dikarî bi têkoşîn û berxwedanê nanê xwe peyda bikî, lê li welatê biyanî, tim biyanî yî û kes pariyek nan bi rehetî nade mirov. Îro em li ser warê xwe birçî jî bin, heqê me yê şer û berxwedanê heye. Lê li Ewropayê em birçî bin, em nikarin têkoşîna nan û welat bikin. Em tazî, bê cih û war bin, em ê heqê xwe nikaribin bixwazin.
Gotineke Rêber Apo heye, dibêje; ‘Her tişt li cihê lê winda bûye, li ser koka wê; tê lêgerîn û têkoşîn tê kirin’. Em ê li welatê xwe li azadî û aştiyê bigerin. Em ê li nan û avê bigerin.
Her ku em welat vala bikin, wê sîstem xurtir bibe û kesên weke xwe bicih bike. Şerê vê neyê kirin, yê ziyan bibe wê her em bin. Em welat vala bikin, wê dagirkerî serî ji sîstemê hilde û çete, çehş û xêrnexwazan li war û cihê me bicih bike.
Ma kesek bê war, çiqas mirov dikare qala hebûna wî bike, bê nasname mirov çiqas dikare qebûl bike? Nasnameya Ewropa hebûna te ya kurdî piştrast nake. Ne Almanya, Swîsre, Swêd, Hollanda, yewnan ji bo mirov nabe welat.
Vegerin, hew li ser rêyên mirinê perîşan bibin. Wele rizgarî ne Ewropa ye. Eger ku rizgarî rev ba, kes ewqas hesan welat ava nedikirin. Avakirina welat bi têkoşîn û berdêlan dibe. Rev tenê windakirin e. Yê ji welat bireve nikarin heqê doz û dewayekê bikin. Tenê wê ji bo jiyana xwe ya kesî-malbatî bikin. Ji bo wê vegerin. Vegerin, ne zarok û ne jî xwe perîşan bikin.
Werin li ser axa xwe, destê hev bigirin. Ev sîstem çiqasî be, ne bi qasî dîktator Sedam Huseyîn, Mosalîn, Hîtler û yên wekî wî ne. Şer bikin, daxwaza heq û welatê xwe bikin. Tirsa hemû dîktator û desthilatdaran, serhildan û raperînên gel in.
Welat welatê we ye, desthilat jî gel e. Yê ava bike em in. Xêr û bêra wê jî ya me tevan e. Werin em dest bidin destê hev, bi hev re vî welatê bi xêr û bêr ji destê van zalim û nokeran rizgar bikin.
Welatê xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin, bila cîranên me bên bibin mêhvan. Bibînin kurd çiqas mêhvanperwer û mirovperwer in. Em deriyê xwe ji mexdûr û bêkesan re vekin. Wê demê em ê bibin mirov û welatek ku navê xwe li dinê bimîne.
Vegerin werin…