Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Artêşa tirk newêre derkeve hemberî gerîla

Ji gerîlayên YJA Starê Nûdem Farqîn û Dîrok Amed diyar kirin ku artêşa tirk newêre derkeve hemberî wan, ji ber vê yekê bi teknîkê êrîşê wan dike û gotin ku dewleta tirk bi hêza teknîkê nikare îradeya gerîla bişikîne

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ku meha Nîsanê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, berxwedana gerîla dewam dike.

Gerîlayên YJA Starê Nûdem Farqîn û Dîrok Amed li ser çalakiyên serkeftî yên gerîla axivîn ku li dijî dijmin tên lidarxistin.

Li qada Şehîd Bêrîtan bi ruhê Bêrîtan şer dikin

Nûdem Farqîn têkildarî çalakiyeke li herêma Xakurkê agahî da û wiha got: “Hevalan ji du baskan ve êrîş birin ser dijmin û 6 leşker ceza kirin. Piştî çalakiyê, dijmin ji bo derbê li gerîla bixe bi droneyan û balafirên şer dest bi êrîşê kir. Djimin berê piştî her çalakiya gerîla ji bo dorê li gerîla bigire dest bi operasyonê dikir, lê niha hêzeke xwe ya bi vî rengî nemaye. Newêre ku sîng bi sîng li hemberî gerîla şer bike. Lewma jî bi derfetên xwe yên teknîkî bi ser me ve tê. Ya rast em ne li dijî leşkerên tirk lê li dijî teknîkê şer dikin. Ji ber ku artêşa tirk newêre derkeve hemberî me. Bila her kes baş zanibe ku yên teknîk afirandine jî, yên ku têk bibin jî mirov in.

Dijmin ne ku ji ber xurtbûna xwe, lê ji ber lawaziya xwe bi derfetên teknîkê êrîşî me dike. Ev yek jî nîşan dide bê ew çiqasî tirsonek e. Her roj derdikevin televîzyonan û dibêjin ‘Me PKK qedand, me ew tune kir’. Ya rast, yên ku vê gotinê dibêjin beriya her kesî ew bi xwe jê bawer nakin. Tenê ji bo sererastkirina psîkolojiya leşkeran, ji bo moralê vê dibêjin. Lewma bi derewan timî propagandayê dikin. Weke şervanên jin em li qada Şehîd Bêrîtan têdikoşin û bi ruhê berxwedanê yê Bêrîtan em li dijî dijmin şer dikin.”

Leşker ne yên şerkirinê ne

Dîrok Amed jî anî ziman ku ew êrîşên dijmin hemûyan têk dibin û ev tişt anî ziman: “Weke gerîlayeke YJA Starê li qada Xakurkê tev li şerê li dijî dijmin bûm. Dewleta tirk li vê derê bi derfetên xwe yên teknîkê hewl dide îradeya me bişikîne. Lê belê berxwedana gerîla, dijmin têk dibe. Dijmin li Girê Şehîd Kamûran dest bi operasyonekê kiribû. Dema em çûn qadê, em rastî sîstema kamera ya mobesse û wênekişandinê hatin. Me sîstema kamera ya mobesse îmha kir, dest danî ser wênekişandinê. Di vê amûra wênekişandinê de qerteke sîm û ya qeydkirinê heye. Di nava qerta qeydkirinê de wêneyên leşkerên tirk hebûn.

Leşkerên dewleta tirk nikarin şer bikin. Timî bi teknîkê êrîş dikin. Em gerîla êdî êrîşên bi teknîkê jî têk dibin. Bi tu teknîkê îradeya me nikare bê şikandin. Bi navê gerîlayên YJA Starê di vêpêvajoyê de em ê erk û wezîfeyên xwe bi rengê herî baş bi cih bînin. Herî dawî silavên xwe li hevrêyên xwe yên li pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê ne re dişînim.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar