PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Kongreya HDP’ê ya Amedê: Em tecrîdê bişikînin

Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi şîara ‘Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin’ 3'yemîn kongreya xwe ya awarte li dar dixe

Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi şîara ‘Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişikînin, jiyana azad a demokratîk ava bikin’ 3’yemîn kongreya xwe ya awarte li dar dixe. Kongre li Eywana Dawetê ya Kaplanê ya li navçeya Peyasê tê lidarxistin. Li eywanê pankartên ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ , ‘Em bi ruhê ciwantiya şoreşgre tecrîdê parçe dikin’ , ‘Ji tecrîdê re na ji girtîgehan re azadî’ , ‘Li dijî budçeya şer, qesrê û alîgiran em budçeya gel diparêzin’ û poster Denîz Poyraz hatin daleqandin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên kurdistanî, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), rêxistinên CHP û Partiya Pêşerojê yên Bajar ên Amedê, Meclisa Dayikên Aştiyê,  Platforma Zimakê Kurdî, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Badikan (BAD-DER), Komeleya Lêkolînê û Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê tev li kongreyê bûn.

Beriya kongreyê jinan bi tililiyan govend gerandin.

Kes nikare bi kurdan çong bide şikandin

Bi rêzgirtinê kongreyê dest pê kir û axaftina vekirinê ya kongreyê Hevserokê HDP’ê yê Bajar ê Amedê Zeyyat Ceylan kir.

Ceylan destpêkê hevseroka xwe ya girtî Hulya Alokmen Ûyanik û rêveberên xwe silav kir û piştre bi van gotinan bal kişand ser êrîşên bi armanca tesfiyekirina kurdan û wiha got: “Kesên ku digotin ’em ê we tesfiye bikin’ tesfiye bûn. Heta kesên ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe bidin hebin dê kes nikaribe bi gelê kurd çok bide şikandin. Di şexsê Amedê de ji ber têkoşînê û berxwedanê em spasiya gelê kurd dikin. Di şer de israr dikin. Siyaseta şer veguherî siyaseta serdegirtinê. Em ê li dijî vê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Em ê bi siyaseta demokratîk bi wan bidin windakirin. Siyaset şer siyaseta qeyûm e. Hewl didin kurdan bi vî rengê bêvîn bihêlin. Em ê weke HDP siyaseta xwe ya li dijî qeyûman mezin bikin.”

Kongre bi axaftinan didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar