Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cuma - 4 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Garzanê şehîd bûn aşkera kir

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Garzanê şehîd bûn aşkera kir û wiha got: “Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyên me radestî me kirine teqez bi ser bixînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 gerîlayên li Garzanê şehîd bûn aşkera kir û wiha got:

“Mehên hezîran û îlonê dewleta tirk a mêtinger gelek caran li herêma Garzanê operasyon li dar xist û di dema van operasyonan de di navbera artêşa tirk a dagirker û hêzên me şer qewimî. Artêşa dagirker ku li hemberî hêzên me yên gerîla nekarî bi ser bikeve, gelek caran bombe li qadê barand. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Dilgeş û Erdal ên ku li dijî dijmin bi lehengî li ber xwe dan, şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Dilgeş Şerzan

Nav paşnav: Mahmût Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Sevîm-Haşîm

Dem û cihê şehadetê: 20’ê Hezîrana 2021’an / Garzan

Hevrêyê me Dilgeş li bajarê serhildan û berxwedanê li Nisêbînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, hîn biçûkanî bû xwedî hişmendiya kurdîtiyê û bi çanda kevnar a kurd mezin bû. Hevrêyê me Dilgeş polîtîkayên zext û komkujiyê yên dijmin ên li dijî gelê me ji nêz ve dît û şahidî ji van polîtîkayan re kir. Ji ber vê yekê li dijî dewleta tirk a mêtinger bû xwedî hêrseke mezin. Sala 2011’an li metropolên tirk piştî êrîşa bi rêk û pêk a dijmin a li ser ciwanên kurd, ji bo karibe hîn çalak li dijî dijmin têbikoşe berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Dilgeş piştî ku tev li nava refên gerîla bû, demekê li herêma Cîlo dest bi karê gerîlatiyê kir û bû gerîlayekî şareza, ji her alî ve xwe bi pêş ve xist. Bi taybetî ji bo felsefeya Rêber Apo fêhm bike û li gorî vê felsefeyê bijî, gelekî hewl da. Ji aliyê leşkerî ve jî tim hewl da xwe bi pêş ve bixe û xeta gerîla ya serdema nû di kesayetiya xwe de bi cih bike. Hevrêyê me Dilgeş her tim dixwest li bakurê Kurdistanê têbikoşe, ji bo vê jî kûr dibû. Baweriya xwe bi wê yekê dianî ku li dijî komkujiyên ku dijmin li gelê me ferz dike, tenê li bakurê Kurdistanê bi derbên li dijmin bêne xistin têkoşîn dikare bê meşandin û li ser vê bingehê jî gerîlatî li bakurê Kurdistanê dewam kir. Hevrêyê me Dilgeş demeke dirêj li herêma Garzanê bi kesayetiya xwe ya fedakar her kar kir û hewl da berpirsyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Bi vê taybetmendiya xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin, bi rûkenî û kesayetiya xwe ya xwezayî bû hevrêyekî cihê xwe diyar bû.

Nasnav: Erdal Şoreş

Nav paşnav: Mahsûm Yasak

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Gulê-Beşîr

Dem û cihê şehadetê: 20’ê Îlona 2021’an / Garzan

Hevrêyê me Erdal li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi atmosfera Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û kevneşopiya welatparêziyê mezin bû û bi vî rengî bû xwedî kesayetiyekî welatparêz. Ji ber ku tevlibûn ji malbata wî hebû, ev yek bû sedem ku sempatî pê re çêbibe. Di nava civakê de li karên cuda xebitî û diçû dibistana lîseyê jî timî lêgerînên xwe dewam kir. Di encama van lêgerînan de sala 2014’an li Botanê tev li nava refên gerîla bû. Piştî ku demekê li Botanê ma, derbasî herêma Garzanê bû û pratîka gerîla li vir dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya bi daxwaz, bi coş û kelecanî zû hînî jiyana gerîla bû. Gerîlatiya Bakur hîn bû û zû tev li pratîkê bû. Di gerîlatiya Bakur de zû bû xwedî tecrûbe, şareza bû û veguherî fermandarekî ciwan ê Apoyî. Li gelek qadên herêma Garzanê havîn, zivistanê gerîlatî kir û gelek operasyonên dijmin bi hostatî pûç kir, pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dagirkeran xist. Di pratîka Bakur de ku derfetên xwe gelekî kêm û zehmet bû, 7 salan bênavber kar kir. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil û bi fermandariya xwe ya mînak ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin, li herêma me ya Garzanê gelek karên girîng bi ser xist. Herî dawî dema ku li ser erka xwe bû bi bombardûmanê şehîd bû. Hevrêyê me Erdal bi pratîk û sekna xwe ya têkoşînê wê ji bo hevrêyên xwe timî bibe mînak û her tim weke fermandarekî leheng ê Garzanê bê bibîranîn.

Hevrêyên me Dilgeş û Erdal bi rêbaza têkoşînê ya li dijî dijmin û sekna xwe ya ku ji milîtaniya Apoyî tawîz nedidan, ji hevrêyên xwe hemûyan re bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyên me radestî me kirine teqez bi ser bixînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar