Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Parlamenterê misrî: PKK’ê di lîsteya terorê de hiştin neheqî ye

Cîgirê Serokê Tacemû ya Partiya Pêşerojê Yekgirtî û her wiha parlamenterê misrî Atef Maxawirî têkoşîna PKK’ê ya ji bo bidestxistina mafên sereke yên gelê kurd weke têkoşîneke rewa û mafdar bi nav kir û got ku PKK’ê di lîsteya terorê de hiştin neheqî ye

Navenda Nûçeyan |

Cîgirê Serokê Tacemû ya Partiya Pêşerojê Yekgirtî û her wiha parlamenterê misrî Atef Maxawirî di çarçoveya kampanyaya Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ ya bi dirûşma’“PKK gel e, gel nayê qedexekirin’ de axivî.

Maxawirî ku têkoşîna PKK’ê weke têkoşîneke rewa ya gelê kurd bi nav kir û wiha got: “Têkoşîna PKK’ê ya ji bo bidestxistina mafê rewa û rakirina zilma li ser birayên me yên kurd ên li Tirkiyeyê, dibe sedem ku em bang li hemû cîhana azad bikin, navê PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.”

Atef Maxawirî binavkirina PKK’ê weke rêxistineke ‘terorîst’ jî weke neheqiyekî girt dest û ev tişt anî ziman: “PKK di lîsteya terorê de hiştin neheqiye. Ev neheqiyeke li gelê kurd ê têdikoş e ji bo cihê xwe di nava netewe û cîhana azad de bigire. Ev têkoşîna ji bo edalet û wekheviyê, rewa ye û ji aliyê peymanên navnetewî ve hatiye pejirandin.”

Parlamenterê misrî diyar kir PKK di lîsteya terorê de hiştin, zirerê dide û wiha bi dawî kir: “PKK weke rêxistineke ‘Terorîst’ pênase kirin, gelek zirerê dide. Bi taybet jî serokê vê partiyê Birêz Abdullah Ocalan hîn jî di zindananên rayedarên Tirkiyeyê de ye. Dema Birêz Ocalan hat girtin, me li Misrê got li şûna girtinê divê gotûbêj pêre bê kirin. Em ji cîhana azad û rêxistinên navnetewî dikin dawî li vê neheqiya ku li herêma me bi taybet jî li gelê kurd tê kirin bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar