Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

‘Tu hêz nikare gerîlayan têk bibe’

Gerîlayê HPG’ê Andok Amed diyar kir ku gerîla bi ruhê PKK’ê têdikoşin û tu hêz nikare gerîlayan têk bibe. Her wiha Andok destnîşan kir ku PKK ji bo wî kelecaneke pir mezin e û bi hezkirineke mezin tev li PKK’ê bûye

Gerîlayê HPG’ê Andok Amed der barê salvegera 44’emîn a PKK’ê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Gerîla Andok diyar kir ku ew bi ruhê PKK’ê tev li nav têkoşînê dibe û tu hêz nikare gerîla têk bibe û wiha got: “Di vê serdemê de dewletên faşîst bi her awayî tê ser gelê me û Rêbertiya me. Dewleta dagirker a tirk, ji bo ku gerîla biqedîne hemû derfetên xwe xistine meriyetê. Rejîma AKP-MHP tevahî hêza xwe jî têxe dewreyê, wê nikaribe hêza gerîla têk bibe. Ev tişt careke din jî li Zagrosan hat îspatkirin. Faşîzm li hemberî gerîla ketiye nava tirs û xofeke pir mezin. Serkeftinên ku gerîla bi dest xistiye diyar dike dê gerîla vê carê teqez dewletê têk bibe.”

‘PKK ji bo min kelecaneke pir mezin e’

Gerîla Andok der barê hestên xwe yên li ser PKK’ê de jî ev tişt anî ziman: “PKK beriya her tiştî hêvî, bawerî, girêdanbûyîn fêrî me kir. Di gelê kurd de hêvî ava kir. PKK ji bo min kelecaneke pir mezin e. Ez bi hezkirineke pir mezin tev li vê jiyanê dibim. Em ji bo azadiya tevahî mirovatiye şer dikin. Heta ku em di nava doza PKK’ê de têbikoşin, tu hêz nikare me têk bibe.”

Bang li ciwanan kir

Her wiha Gerîla Andok Amed di dawiya axaftinên xwe de wiha bang li ciwanan kir: “Em di merheleyek pir krîtîk de derbas dibin. Dem ew dem e ku tevahî ciwan rabin û di nava vê dozê de cih bigirin. Dewletên dagirker îmhakirina gelê kurd ji xwe re kirine armanc.  Ji bo ku em vî dijminî têk bibin pêwîst e ciwan tev li têkoşînê bibin. Bangewaziya min ev e ku ciwanên bakurê Kurdistanê werin tev li nava refên şoreşê bibin. Taybet jî ez bang li ciwanên Amedê dikim. Bila li hemberî dijminê dagirker stûyê xwe xwar nekin. Amedê bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe daye. Ji vir şûnde jî dê bi vî ruhî têbikoşe.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar