Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

16’ê sibatê; Dîroka valakirina Kurdistanê ya ji kurdan!

Rojeva Yekitiya Ewropayê pêşîgirtina li penaberên li sînorê Polonya û BelaRûsiya aliqî mane ye. Rojeva BelaRûsiya ew e ku bi vê qerta penaberan şantajê li Ewropayê bike û çawa dewleta tirk tişta dixwest ji Ewropayê digirt, ew jî wiha hesab dike ku bigire. Li vir karê ku dewleta tirk jî dike ew e ku rêya çûyîna Belarûsiya hêsan bike û bi vê yekê Kurdistanê ji kurdan vala bike. Rejîma Şamê jî aliyekî ji ber pêwistiya wê bi pereyan heye û li aliyê din ji bo tev li plana valakirina Kurdistanê ji ciwanên kurd bibe hevkariyê dike. Başûrê Kurdistanê û rêveberên wê ji bo dengê kesî nekin û daxwaza tiştekî ji wan neyê kirin, wiha diyar e ku Kurdistan tev de were valakirin jî ji bo wan ne xem e. Bi taybet malbata Barzanî ku desthilat xistine destê xwe berpirs in û heta em dikarin bibêjin destê wan jî di vê meselê de heye.

Li aliyê din bi hezaran koçberên kurd li ser sînoran aliqî mane û şert û mercên hîn zehmetir ên zivistanê li benda wan in. Heta niha zêdetirî 10 kesên kurd jiyana xwe ji dest dane. Ev koçber jî bûne qurbana bazirganên mirovan a ku bi destê mafya-dewletan pêk tê. KNK ji bo destwerdanê li vê trajediyê bike berê xwe da sînor û xwest cem koçberan hevdîtinê bikin lê rê nehat dayîn. Heyva Sor a Kurdistanê niha dest bi kampanyaya alîkariyê kiriye da ku êşa koçberan siviktir bike.

Ji bo kurdan a girîng ew e ku vê wekî pirsgirêkeke neteweyî ya kurdî bibînin û deynin ser masê. Aliyên ku destê wan di meselê de hene jî rûreş bikin.

Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, kurd ji Hewlêrê berê xwe didin Bexdayê û ji wir ber bi Şamê yan Lûbnanê ve bi rêya balafiran difirin û ji wir jî berê xwe didin Belarûsiya. Rêya din jî ew e ku ji Stenbolê ber bi Belarûsiya ve difirin. Her wiha dîsa bi rêya Bexdayê diçin Dûbayî û ji wir yekser berê xwe didin Belarûsiya.

Vê planê kengî dest pê kiriye hîn nayê zanîn an mirov dikare bibêje nehatiye aşkerakirin. Lê em bala xwe bidin dîroka geştên hewayî yên ji Başûr ber bi Şamê ve dest pê kirî, xuya dibe ku ji bo kurdan kengî bû û çiqasî destê desthilata li Hewlêrê tê de heye.

Di demeke ku hemû welat ji bo geştên hewayî bi Şamê re ne dilgerm in, di sibata îsal de bi sernavên mezin û weke mizgînî di dezgehên başûrê Kurdistanê yên bi ser PDK’ê ve hat ragihandin ku geştên hewayî di navbera Şam û Hewlêrê de dest pê kir. Baş e, ji bo çi bûn ev geşt û girîngiya wê çi bû? Başûrê Kurdistanê ji bo xelkê Sûriyeyê werin Hewlêrê geştiyariyê û aboriya Başûr baştir bikin dest pê kir? Ne xêr, xelkê Sûriyeyê nan nemaye bi xwe ku pereyan ji bo geştiyariyê xerc bike. Li aliyê din, xelkê Başûr dê biçe Şamê ji bo geştiyariyê? Jixwe Şam jî ne ya berê ye û tevde wêran bûye.

Hat ragihandin ku di 16’ê sibatê ve geştên hewayî yên Hewlêr-Şam dest pê dikin. Ev dîrok dîroka valakirina Kurdistanê ya ji kurdan e ku desthilata Başûr hevkarê wê ye.

Nûçeyên Têkildar