Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê dest pê kirin

DAKAP'ê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir û bernameya çalakiyan aşkera kir. Bang li jinan hat kirin ku dakevin qadan

Platforma Jinan a Amedê ya Dîcleyê (DAKAP) têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, li taxa Ofîsê li ber avahiya PTT’ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê ji jinên dîlgirtî re qertên piştevaniyê hatin şandin.

Berdevka Demê ya DAKAP’ê Çagla Îzcî diyar kir ku koordînasyona 25’ê Mijdarê ji 5 saziyan pêk tê û bernameya çalakiyan aşkera kir.

Li gorî daxuyaniyan çalakiyên ku dê li Amedê bên lidarxistin wiha ne:

  • 17’ê Mijdarê: Li navçeyan hemûyan û kolana Hunerê dê karê stîckerê bê kirin. Têkildarî 25’ê Mijdarê dê afîş bên amadekirin û li kolanan û ketin û derketina ji bajêr bên daliqandin.
  • 18’ê Mijdarê: Tevî rêveberiyên xwecihî dê karê atolyeyê bê kirin.
  • 19’ê Mijdarê: Bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê li Kafeya Zerzevan hevpeyvîn dê bê lidarxistin. (Saet di navbera 13:00-16:00’an de)
  • 20’ê Mijdarê: Li Parka Koşûyolû bi pêşengiya ÎHD’ê dê ji bo Gulistan Dokû bang bê kirin.
  • 20’ê Mijdarê: Bi pêşengiya KESK’ê dê bi jinan re tûra bîsîkletan bê kirin.
  • 21’ê Mijdarê: Bi pêşengiya federasyonê dê li pêşiya Girtîgeha Tîpa D daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn. (12:00)
  • 21’ê Mijdarê: Bi pêşengiya Komîsyona Edaletê ji bo Gulistan Doku, li şanoya bajêr e Amedê dê tev li pêşandana şanoyê were kirin. (15:00)
  • 22’ê Mijdarê: Li navçeyan dê kar bê kirin.
  • 23’ê Mijdarê: Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê dê serdana Goristana Gundê Sise bê kirin. (09:00)
  • 23’ê Mijdarê: Bi pêşengiya jineolojî û KASED’ê dê pêşangeha wêneyên bergê yên Kovara Jineolojiyê bê lidarxistin û tev li lîstika li Şanoya Bajêr a Amedê bê kirin. (16:00)
  • 24’ê Mijdarê: Bi pêkhateyên DAKAP’ê re dê panel were lidarxistin. Ji bo şermezarkirina cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn dê li ber edliyeyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn.
  • 25’ê Mijdarê: Wê tev li daxuyaniya li ser rapora salane ya Tevna Tundiyê bibe. Bi şev jî meşeke bi meşaleyan were lidarxistin. (17:00)
  • 26’ê Mijdarê: Wê tev li lîstika KESK’ê ya li Şanoya Bajêr a Amedê bibe.
  • Li navçeyan dê çalakiyên cuda bên lidarxistin.
  • Ji girtiyên jin re dê qert û pirtûk bên şandin.

Di daxuyaniyê de bang li jinên amedî hat kirin ku tev li çalakiyan bibin û hat gotin ku rêya wan rêya azadî û wekheviyê ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar