Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Berdevkê Koma Parlamenteran a APPG’yê jî tev li kampanyaya ji bo PKK’ê bû

Berdevkê Koma Parlamenteran a APPG’yê li Parlamentoya Brîtanyayê  Lloyd Russell Moyle jî tev li kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Terorê’ bû û got ku pênaseya ‘terorê’ ji bo PKK’ê û kurdan şaş e

Navenda Nûçeyan |

Berdevkê Koma Parlamenteran a APPG’yê li parlamentoya Brîtanyayê ku nûnerên hemû partiyan beşdar in û bi meseleyên girêdayî Sûriye-Tirkiye-Kurdistanê re mijûl in, Lloyd Russell Moyle jî beşdarê kampanyaya Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ bide destpêkirin, bû.

Moyle diyar kir ew hewl didin hikûmeta Brîtanyayê neçar bikin, li dijî pêkanînên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan rabe û got ku ew ji hikûmetê daxwaz dikin ku mafê kurdan biparêze.

Peyama Lloyd Russell Moyle wiha ye: “Ez Lloyd Russell Moyle parlamenterê herêma Brighton ya Qraliyeta Yekgirtî me. Her wiha berdevkê Koma Parlamentoya Brîtanyayê ya hemû partî endam in (APPG).

Me der barê mafên wekhevî û siyasî yên kurdan li Tirkiyeyê raporek weşand. Me di vê raporê de mijarên ku nîgeraniya me hene rêz kir û îşaret bi wekheviya zayendî, zextên zayendî, PKK’ê û her kurdek xweseriyê diparêze weke ‘teror’ pênasekirinê kir û ev yek şaş e.

Em hikûmetê (Brîtanya) tengav dikin, ji bo li Tirkiyeyê li dijî van pêkanîn rawestin û em daxwaz dikin mafên gelê kurd bên parastin.

Ez ê li her derê destek bidim dostên me yên kurd. Di serî de ji bo Kurdistanê li her cihek ku pêwîstî bi edalet, xweserî û aştiyê hebe, em ê piştgirî bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar