Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dê kengî Barzanî ji Tirkiyeyê re bêje ‘Ev der Kurdistan e?!’

Xuya ye dema Cemîl Taşkesen li Sêrtê ji seroka ÎYÎ Partî re got ‘Ev der Kurdistan e û ez jî kurd im’, deng neçû başûrê Kurdistanê yan jî rayedarên wê derê guhê xwe girtin, çimkî hevkara wan dewleta tirk ji wî navî aciz e. Tişta balkêş ku rayedarên tirk bersiv da Cemîl û rêveberên herêmeke kurdî deng ji xwe dernexistin.

Di van du rojan de daxuyaniyên hêjayî hevrûkirinê hatin dayîn. Destpêkê Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ‘Divê pirsgirêka kurd li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê, bi rengên cuda û di hundirê sînoran de were çareserkirin’. Ev gotin rasterast dikeve berjwendiyên Tirkiyeyê û hêzên ku Kurdistan dagir kirine. Mîna ku bêje her kes bi xwe dakeve û têkiliya wî bi birayê wî yê kurd re tune ye. Helbet Barzanî bi vê yekê peyam şandiye ji PKK’ê re û weke ku bêje divê tu çiyayên Kurdistanê radestî dewleta tirk bikî û ji Başûr derkevî, lê dema DAIŞ êrîşî Kerkûkê kir û mamê wî Masûd Barzanî alîkarî ji gerîlayan xwest, wê demê çima ev gotin nehat gotin?

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulûsî Akar bersiva Nêçîrvan Barzanî da û got ‘Ne li Tirkiyeyê û ne jî li tu devereke din, erdenîgariyek bi navê Kurdistan tune ye.’ Gelo ev gotin bi dilê serokê herêmê ye ku bersiv neda, wî qala pirsa kurd jî nekir.

Lê lawê mamê wî serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî tiştên ku Akar negotibûn wî ew temam kirin. Li şûna qala sedema derketina kurdan ji başûrê Kurdistanê bike û li çareyekê bigire ku wan kurdan ji ser sînorê Belarûs – Polonya vegerîne û gefên êrîşên li dijî Rojava şermezar bike, careke din qala PKK kir û got ‘Sedema gefên dewleta tirk li rojavayê Kurdistanê PKK’ê ye.’ Weke ku ji Hulûsî Akar re bêje rast e ‘tiştekî bi navê Kurdistanê tune ye.’

Bi hevrûkirina hersê daxuyaniyan aşkera dibe ku plana wan li dijî kurdan û PKK’ê ye. Plana wan ew e ku Kurdistanê ji kurdan vala bikin û tenê alîgirên xwe di nav de bihêlin û gotinên ji bo referanduma serxwebûnê dihatin gotin û doza ‘Barzaniyê Nemir’ li ber lingan çûne.

Nexwe wê demê çima Cemîl Taşkesen wisa got? Gelo divê kî lîdertiya navê Kurdistanê bike?

Divê kî pişta Cemîl û kesên weke wî bigire? Ma ne Cemîl pişta xwe bi wan lîderan germ kir û bi dengekî bilind navê welatê xwe got? Wê demê çawa birêz Nêçîrvan Barzanî qala çareserkirina pirsgirêka kurd dike? Wê çawa çareser bibe? Gelo çaxa hemû kurd weke wan bifikirin, wê li kîjan gerstêrkê kurd mafê xwe bidest bixin?

Nûçeyên Têkildar