Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Gelê Kobanê daket qadan: Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re

Gelê Kobanê bi şîara ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re’ meşiyan. Di meşê de êrîşên kîmyewî jî hat şermezarkirin

Kongreya Star a navçeya Şêranê ya bajarê Kobanê di çarçoveya hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist û bi sedan şêniyên navçeyê, sazî û meclisên wê tevlê bûn.

Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi dirûşmeyan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kirin. Xwepêşandêr ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê heta çarxereya şaredariyê meşiyan.

Li wê derê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeyê Latîfe Silêman li ser navê Kongreya Star a navçeya Şêran axivî û wiha got: “Armanca me ji vê xwepêşandanê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Em ji navçeya Şêranê silavan dişînin Îmraliyê û dişînin ji gerîlayan re ku bi şev û roj li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe didin.”

Latîfa Silêman der barê tecrîda ku dewleta tirk li ser Ocalan li Îmraliyê dimeşîne, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê ye.

Latîfa Silêman êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên başûrê Kurdistanê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Em wan xayînên ku dibêjin Tirkiye li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar nayne, şermezar dikin. Ev hemû parçeyek ji komploya navneteweyî ya li dijî gelê kurd e. Dewleta tirk nikare Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan dûrî gelê kurd bixe û nikare gelê kurd û gerîla ji hev cuda bike, ji ber ku em bedenek in.”

Ev çalakî di çarçoveya hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de pêk tê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin. Ev pêngav li Kobanê ji aliyê Kongreya Star ve tê birêvebirin û li herêmên Qinayê, Sirîn û bajarê Kobanê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Tê payîn ku ev xwepêşandan hefteya bê jî bidomin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar